Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Makbule Ozer a 80 salî û ji sedî 52 astengdar hat redkirin

Dayik Makbule Ozer a 80 salî ku li Artemêtan a Wanê hate girtin. Hate hînbûn ku serlêdana ji bo cezayê Makbule Ozer veguherînin cezayê “Hepsa malê” hatiye kirin, hat redkirin.

Wan - Dayika bi navê Makbule Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî ku li navçeya Artemêtan a Wanê dijîn, di 24’ê tîrmeha sala 2018’an di encama serdegirtina malê ya polîsan de tevî zarokên xwe hatin binçavkirin. Di encama lêpirsîna derberê Makbule û Hadî Ozer de, bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” doz hate vekirin. Piştî cezayê di doza ku derbarê wan de hatibû vekirin hat dayîn, rojen borî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û hatin girtin.

Hat zanîn ku piştî cezayê li Makbule û Hadî Ozer hatiye birîn, parêzera wan Dîlan Kunt Ayan di 15’ê nîsanê de ji bo ku cezayê Makbule Ozer veguherînin “Hepsa malê”, serî li Dadgeriya Înfazê ya Wanê da lê belê dadgeriyê bi sedema “şert û mercên qanûnî çênebûne” ev serlêdan red kiriye. 

80 salî ye û ji sedî 52 jî astengdar e

Di serlêdanê de Kunt diyar kir ku cezayê 2 sal û mehekê yê girtîgehê ku li miwekîla wê Makbule Ozer hatiye birîn, di 23’ê sibata 2022’an de hatiye erêkirin lê miwekîla wê ji sedî 52 astengdar e. Di daxwaznameya xwe de Kunt ev tişt anî ziman: “Miwekîla min 80 salî ye û ji sedî 52 jî astengdar e. Nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Bi zarokên xwe re dijî û ew sexbêra miwekîla min dikin. Mayîna wê ya li girtîgehê dê xizmetê ji tu armancên qanûnên înfazê re neke. Ev yek dê bike ku miwekîla min êdî nekare yek pêdiviya xwe ya rojane jî bi cih bîne. Lewma dixwazim ku miwekîla min cezayê xwe li malê derbas bike.” 

Dadgeriya Înfazê ya Wanê serlêdan red kir

Dadgeriya Înfazê ya Wanê jî serlêdana parêzer Kunt nirxand û bi îdiaya “şert û mercên qanûnî çênebûne” serlêdan red kir.