Saziyên jinan daxwaza qanûna yekgirtî ya li dijî tundiyê kirin

Di nava çalakiyên navneteweyî û herêmî yên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û bi kampanyaya 16 rojan re, rêxistinên femînîst daxwaza derxistina qanûneke yekgirtî ya li dijî tundiyê kirin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Mijara şîdeta li ser bingeha zayendî yek ji wan krîz û astengên herî diyar e ku li pêşiya jinan disekine û rê li ber bihêzbûna wan, di warê siyasî, aborî û heta civakî de digre. Çalakvanên jin ên femînîst ên Qahire daxwaza qanûnekê yekgirtî ya li dijî tundiyê dikin.

Rêvebera Bernameyên Weqfa Jina Nû Lemya Lutfî diyar kir ku qanûna yekgirtî ya li dijî tundiyê pêşniyarek e ku weqfê ji bo aktîfkirina pêşniyarên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo Misrê di sala 2010’an de xwestibû û wiha pê de çû: “Weqfa Jina Nû serpereştiya koma xebatê kir ku li ser wê projeyê xebitî û tê de hejmareke mezin ji komeleyên xwedî şopeke girîng, di nav de Weqfa Pirsgirêkên Jinan, Navenda Nadîm, Tedwîn, Însiyatîfa Misrê ya ji bo Mafên Kesane û gelek komeleyên din ên ku dikaribûn pêşnûmeqanûnek berfireh û yekgirtî ya dijî tundiyê amade bikin, amade bûn. Ew proje du caran derbasî parlamentoyê bû, yek ji wan di rûniştina borî de dema parlamenter Nadya Hinrî pesend kir û wê bikaribe 60 îmzeyên parlamentoyê bi dest bixe û dihat pêşbînîkirin ku di parlamentoyê de were gotûbêjkirin lê civîna parlamentoyê bi dawî bû, berî ku ev yek pêk were û parlamentoya nû hat hilbijartin û di vê civînê de Nûnera Neşwa El-Dîb ew qebûl kir û 60 îmza jî bi dest xist û her kes li bendê ye ku dora xwe di gotûbêjan de bigre ku kes dîroka wê nizane.”

‘Ji bo parastina jinan ji şîdetê gelek guherîn di zagonan de hatin kirin’

Lemya Lutfî eşkere kir ku di demên dawî de ji bo parastina jinan ji tundiyê guhertinên qanûnî hatin kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo parastina jinan ji sinetbûnê gelek guhertin hene. Her wiha guhertinên têkildarî tacîza zayendî jî hene. Lê hê riyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye û pêwîstî bi pêşxistina materyalên ku parastina jinan dixin bin temînatê heye.”

Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ji bo Mafên Jinan Hîba Adil da zanîn ku qeyran ne di qanûna yekgirtî bi xwe de ye, di nêrîna qanûndanerên Misrê ya li ser girîngiya derxistina wê de ye û wiha axivî: “Her çend du caran pêşkêşî parlamentoyê hatibe kirin jî ji bo nîqaşê nehat pêşkêşkirin lê dema ku sedema wê hat pirsîn, bersiv ew bû ku niha ne pêşanî ye. Di qanûnê de mekanîzmayên sepandinê yên ku di rastiyê de nîn in hene. Di qanûnê de behsa avakirina daîreyên taybet ji bo şîdeta li ser jinan hat kirin. Her kes hêvî dike ku parlamentoya Misirê qanûna yekgirtî ya tundiyê di rûniştina xwe ya niha de ji bo gotûbêjan û paşê pesendkirin û cîbicîkirinê deyne ser maseyê. Qanûn bi ramanek temamker tê ku piştgirî dide mexdûran. Zagon piştî bûyerên vê dawiyê xwedî giringiyek civakî ye da ku gavên cidî ji bo rûbirûbûna vê tundiyê hebin û divê qanûndaner pêdiviya lezgîn bi wê yekê bibîne.”

Diyardeya tundiyê hê didome

Rêvebera Bernameya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Nûra Mihemed destnîşan kir ku zagona yekgirtî ya tundiyê encama xebata 7 rêxistinên jinan e û wiha got: “Zagon xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku ew bi çend tawanên di zagona niha de cih nagirin re mijûl dibe. Zagona ku dê bê nîqaşkirin mekanîzmayên parastina civakê jî dihewîne. Zagon berfireh e û gelek pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin dihewîne. Çanda civakê hin pêkanînên tundiya li ser jinan qebûl dike.”

Banga avakirina qanunek yekgirtî

Rêvebera Yekitiya Taybet a Têkoşîna li Dijî Kiryarên Zehmetkêş ên li Dijî Jin û Zarokan Randa Fexredîn diyar kir ku qanûna yekgirtî ya li dijî tundiyê pêwîstiyek e û wiha pê de çû: “Di hin qanûnên heyî de nakokî hene. Zêdetir hewce ye ku em behsa cureyên şîdetê ku zirarê nadin jinan bi tenê, didin civakê bi tevahî bikin. Pêwîstî bi pejirandina zagonek yekgirtî li ser tundiyê heye. Pêdivî heye ku arsenala qanûnên hatine destnîşankirin werin vekolînkirin û hemû tiştên ku bi sûcê şîdetê re têkildar in werin berhevkirin û di yek qanûnê de werin danîn. Ev yek hêsankirina ceza diyar dike. Rêxistinên femînîst ji bo qanûneke yekgirtî ya li dijî şîdetê bang dikin.”