Salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê Aysel Tugluk hat betakirin

Salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê li siyasetmedara berê Aysel Tugluk a nexweşa "demansê" hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat betalkirin.

Wan- Salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê ku siyasetmedara berê ya HDP'ê û girtiya nexweş Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye” girtibû, hat betalkirin. Di danişîna ku di Cotmeha sala borî de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin, ji Aysel Tugluk re bi hinceta ji ber daxuyaniyên wê yên 25’ê Mijdarê 2012’an û 4’ê Nîsana 2013’an ceza hat dayîn. Cezayê ku hat dayîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve bi gotina “derqanûnî ye” hat betalkirin.

Ji ber axaftinên 9 sal berê hat darizandin

Der barê Aysel Tugluk de ji ber daxuyaniyên wê yên di salên 2012 û 2013’an ên li Wanê dabû de, bi sûcdariya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn hat vekirin. Danişîna encamê ya dozê ku piştî lêpirsînê hatibû vekirin, par hat dîtin. Di danişîna ku hat dîtin de ji Aysel Tugluk re 1 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Cezayê ku hat dayîn, Nîsana borî bi biryara 2. Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Wanê hat betalkirin. Dadgeha Îstînafê ya ku îfade kir cezayê hatiye dayîn "derqanûnî ye" biryar betal kir û daxwaza ji nû ve darizandinê kir.

Nexweşiya Aysel Tugluk zêde dibe

Serlêdanên parêzaran ên ji bo rewşa xirab a tenduristiya Aysel Tugluk a ku ji sala 2016’an ve girtiye, ji bo ku were tehliyekirin û li derve bê dermankirin kiribûn, tên redkirin. Di qonaxa dawî de hemû bangên ji bo Aysel Tugluk a ku navê xwe û gelek tiştên din ji bîr kiriye, bêencam mane.