Jin bi bertek in: Sûcdar tên parastin rojnameger tên sînordarkirin

Rojnameger û çalakvanên Lubnanê teqez kirin ku li şûna kiryarên êrîşa li dijî jinan bên cezakirin û azadiya nêrîn û derbirandinê bê parastin, kiryar bê ceza dimînin û rojnameger tên sînordarkirin.

SUZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Di meha Nîsanê de malpera ‘Şerîke Welakin – Hevkar Lê Belê’ bi nûçeya rojnameger Hayat Mirshad li dijî derhênerê şanoyê Joe Khodieh ê destdirêjiyê li jinan kiriye, pengava boykotkirina şanoyên wî dan destpêkirin. Bi têkoşîna jinan û di encama zextên rojnamegerên jin de şanoya ku dihat xwestin li Lubnanê bê pêşandan, betal bû. Li ser bingehê giliyên Joe Khodieh, Ofîsa Têkoşîna li dijî Sûcên Înternetê û Parastina Taybetmendiyên Rewşenbîrî doz li rojnameger Hayat Mirshad û malpera ‘Şerîke Welakin’ vekir.

Li ser vê yekê çalakvanên femînîst bi sandîkaya “Rojnamegeriya Berdêl” û “Fifty Fifty” û endamên “Platforma Femînîst” jî li pêş dadgehê roja danişînê hevgirtina xwe bi Hayat Mirshad re ragihandin.

Sernivîskara malpera "Hevkar Lê Belê" û Rêvebera Rêxistina Jinan Heyat Mîrşed Hayat Mirshad a ji ber giliyê çûyîna dadgehê red kir û beşdarî danişînê ya di 1’ê Hezîranê de hat lidarxistin nebû û Endama Sendîkaya Çapemeniya Alternatîf, aktîvîst Doja Othman li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.

‘Bi belgeyan sûcê wî eşkere ye’

Hayat Mirshad li ser mijarê wiha got: “Derhênerê şanogerî Joe Khodieh li ser bingehê nûçeya me ya ku di Nîsanê de me li ser boykotkirina şanoyên wî belav kiribû, doz li malpera me vekir. Di vê nûçeya xwe de ji ber ku bi gelek dozên destdirêjiya li dijî jinan a sala 2020’an ku şahidiya 18 jinan jî heye û di nav kesên ku destdirêjiyê li wan kiriye zarokên ji 18 salî biçûktir jî hene ku Joe Khodieh wan fêrî şanoyê dikir me daxwaza boykotê kir.”

Hayat Mirshad anî ziman ku divê di şanoyê de cih ji kesên ku destdirêjiyê kirine re nîn be û wiha berdewam kir: “Tiştê ku me xwestî îro em bibêjin, qadên çandî yên weke Şanoya Mono û hwd, divê ji bo sucdarên destdirêjiyê nevekirî bin. Berevajî divê ji bo jinan qadên bi ewle bin. Piştî me hemelya xwe destpêkir û gotarek bi hevkariya gelek platforman weke Axbar El-Saha û çalakvanan me nivîsand, li ser wê Ofîsa Sûcên Elektronîk ji bo lêpirsînê bangî me kirin.”

Doz li dijî qanûnê ye

Hayat Mirshad anî ziman ku li ser vê nûçeyê gilîkirina wê û malperê û vekirina lêpirsînê di zagonê de xalên parastina maf û nêrîna azad a rojnamegeran a bi madeya 28 û 29 binpê dike û wiha berdewam kir: “Redkirina min a vê dozê û neçûyîna dadgehê ji ber vê yekê ye ku ev ofîs ne aliyê ku divê bi van dozan rabe ye. Karê me karekî rojnamegerî ye, em weke rojnameger nabe sîstemek ewlekarî lêkolînan bi me re bikin divê lêkolînên me ji aliyê dadgerê lêkolînan be an dadgeha rojnamegeran. Lê mixabin dadger Zahêr Hamadê dîsa daxwaza xwe dubare kir û em jî li ser biryara xwe bi îsrar bûn ji ber ku ev dijî zagonê ye.”

Sûcdar tên parastin rojnameger tên sînordarkirin

Hayat Mirshad bal kişand ser nebesiyên zagonî yên li ser cezakirina sûcdarê destdirêjiyê û wiha got: “Sûcên li dijî jinan, kuştin, tundî û destdirêjiya jinan roj bi roj zêde dibin. Rola dadgeriyê bingehîn e ku mafên jinan misoger bike. Li şûna ku sûcdaran biparêze û li hemberî vê azadiya nêrînê ya rojnamegeran sînordar bike divê cezayên pêwîst bide sûcdarên kiryarên li dijî jinan.”

Hayat Mirshad a di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew li gorî biryara ji dadgehê derkeve xwe ji bo avêtina gavan amade dikin û bang li rojnamegerên jin kir ku ji bo parastina mafên xwe têbikoşin.

Pêkanînên dadwerî yên mêran hene: Em ê têbikoşin

Endama Sendîkaya Çapemeniya Alternatîf, aktîvîst Doja Othman jî bal kişand mafê azadiya derbirînê û destnîşan kir ku doza der barê rojnameher Hayat Mirshad hatiye vekirin ne zagonî ye. Doja Othman da zanîn ku bi vê dozê re tê xwestin jin li dijî bûyerên bi vê awayê bên bêdengkirin û têkoşîna jinan bê tepisandin. Di dawiya axaftina xwe de Doja Othman îşaret bi vê yekê kir ku li hemberî jinên li dijî êrişên li ser jinan disekinin pêkanînên dadwerî yên li gorî feraseta mêran hene û got ku ew ê heya dawiyê şopdarên vê dozê bin.