Reyhan Abdî û pitika wê ya 2 mehî hat girtin!

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), der barê Reyhan Abdî ya Rojavayî û pitika wê ya 2 mehî ya li Stenbolê bêyî tu delîlek hebe hatin girtin, daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê der barê Reyhan Abdî ya Rojavayî û pitika wê ya 2 mehî ya bêyî tu delîlek hebe piştî bi rojan hatin binçavkirin, hatin girtin de daxuyaniyek da. Di daxuyanğya OHD'ê de hat bibîrxistin ku Reyhan Abdî di 26'ê Tebaxê de bi îdiaya "endama rêxistinê ye” hatiye binçavkirin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî girtina Reyhan Abdî daxuyaniya nivîskî da û da zanîn ku Abdî sê rojan di binçavan de maye û bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin. OHD’ê destnîşan kir ku di dosyayê de tu tiştek bibe delîla girtina Reyhan Abdî nîn e û pitika wê û zarokên wê yên sê û çar salî bê dayika xwe mane û bi zexta derûnî re rûbirû mane. OHD da zanîn ku girtina dayikê û pitika wê û bi tenê mayîna zarokên wê li dijî peymana mafên mirovan a zarokan e ku Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye.