Rêxistina "Kefa" di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de dest bi xebatê kir

Koordînatora ragihandinê ya Rêxistina "Kefa" Zina El-Awar ji ajansa me re têkildarî çalakiyên "Kefa" yên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendî de wiha dibêje: "Em xebatên xwe yên li "Kefa" yê îsal jî wekî sala borî li ser yek ji mijarên herî girîng ku rewşa kesane ye, disekinin. Em bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de balê dikşînin ser mijara pejirandina kodeke medenî ya yekbûyî ji bo rewşa kesane.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Di çarçoveya kampanyaya têkoşîna li dijî şîdeta zayendî ya 16 rojan de rêxistina “Kefa" dest bi kapmanyaya xwe kir. Rêxistin balê dikşîne ser mijarek ku di hemî hûrguliyên jiyana hemwelatiyên Lubnanî de vedikole, ew jî Zagona Rewşa Kesane ye. "Kefa" di vê qonaxê de ji bo daxwaza zagonek yekgirtî ya rewşa kesane, bi taybetî beriya hilbijartinên parlamentoyê yên ku tê payîn di bihara 2022’an de bên kirin, di vê qonaxê de xebata xwe zêde dike.
 "Riya dîrokî ya zagonên ku em anîne vê rewşê"
Em armanca xwe li ser vê mijarê tam ji ber nêzîkbûna roja hilbijartinên parlamentoyê araste dikin, ji ber ku em vê daxwazê di vê qonaxê de wekî daxwazeke siyasî û bingehîn dibînin.
Wê diyar kir ku kampanya gelek agahiyan di nava xwe de dihewîne ku bi çend şêweyan tên belavkirin, di nav de gotar û înfografîk hene û her wiha bi riya malperên tora civakî, ji ber ku xelk bêhtir bi malperên tora civakî re eleqedar dibin. Komek vîdyo heye ku bi riya dîrokî ve mijûl dibin, me ber bi zagonên rewşa kesane ya ku îro me bi rêve dibin ve dibe û got: “Em jî bi riya van vîdyoyan ji xelkê re eşkere dikin ku têkiliya di navbera desthilatdariya olî û desthilatdariya siyasî de kevn e û ne nû ye. Em hewl didin rave bikin ka em çawa gihîştine wê yekê.” 
 "Rewşa kesane ji zagonên ku di gelek waran de me bi rêve dibe pêk tê”
Li ser çalakiyên ku ji bo kampanyayê organîze dikin jî wiha dibêje: "Vîdyoyên kurt ên danasînê hene ku rewşa em îro dijîn radixin ber çavan û çima em doza zagonek medenî ya yekgirtî ji bo rewşa kesane dikin. Em ê di heman demê de bêtir li ser ramana wateya zagona medenî ya yekbûyî ya ji bo rewşa kesane bisekinin. Ji ber ku hin kes hene zewaca medenî û zagona rewşa kesane ya yekbûyî bi hev ve girê didin û ger yek ji van zagonan were pejirandin, ya din dê were betalkirin. Ji ber vê yekê em ji wan re eşkere dikin ku zewaca sivîl, Zagona Rewşa Kesane ya Yekgirtî betal nake. Ji ber ku rewşa kesane ji rêzek zagonan pêk tê ku ji dayikbûnê heya piştî mirinê, di mijara mîras û tiştên din de me birêve dibe.”
"Tundiya li ser bingeha zayendî ji cudahiya berpirsyariyê tê"
Li ser pêwendiya di navbera zagoneke yekbûyî ya rewşa kesane û şîdeta li ser bingeha zayendî de, vê dide diyarkirin: "Tundiya li ser bingeha zayendî ji cihêbûna berpirsyariyê derdikeve. Ji ber ku partiyek heye ji kesên din bêtir xwediyê mafên xwe ye û ji ber vê yekê tundûtûjî bi gelek awayan pêk tê, heya şîdeta fizîkî. Ji ber vê yekê, em daxwaza zagonek yekgirtî ya rewşa kesane dikin ku hemû endamên civakê wekhev bin. Ji ber ku zagonên Lubnanê cudahiyê di navbera jinan de jî li gorî ol û mezhebê dikin. Dema ku em daxwaza zagonek ku jin û mêr li ser bingeha hemwelatîbûnê wekhev bin dikin, em prensîbek nû ava dikin ku ev yek berpirsyariya wekhev e. Bi vî awayî tundiya li ser jinan tê kirin kêm dike.”
“Rola jinan di nava malbata wan de nemaye”
Zina El-Awar wiha didomîne: "Em daxwaza beşdariya siyasî ya jinan dikin lê em dikarin bibînin ku rola wan di nava malbata wan de nemaye û hin kes hene ku hîs dikin mafên wan di nav malbata wan de hene lê ew maf ji aliyê hevser, bira yan jî bav ve li gorî razîbûna wan ji wan re tê dayîn. Gava ku pirsgirêkek çêdibe, ev destkeftî winda dibin ji ber ku ew ne xwediyên zagonan in û bi pratîkê tên wergirtin. Ji ber vê yekê em di kampanyaya xwe de li ser van xalan disekinin.”
Zina El-Awar di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Em her wiha hevbendî û girêdana di navbera berjewendiyên desthilatdariya siyasî û yên desthilatdariya olî de destnîşan dikin. Ger em dixwazin vê pergalê hilweşînin divê em ji vir dest pê bikin, têkiliya navbera wan ji holê rakin da ku bigihîjin daxwazên xwe. Em li gorî zanyariyên xwe yên girêdayîna her du desthilatdaran tevdigerin lê em pê dihesin ku piştî mehek an du mehan daxwaza me pêk nayê û rê jî dirêj e. Em jî daxwaza wê yekê dikin ku di qonaxa li pêş de dibe ku em destkeftiyên biçûk bi dest bixin lê heta ku pêwîstiya bingehîn pêk neyê, em ê berdewam bikin ji bo guhertin di dewletê de çêbibe.”
“Em ê daxwaza xwe ya ji bo qebûlkirina vê zagonê xurtir bikin”
Der barê pirsa "Kefa" çi bi boykotkirina hilbijartinan û çi bi piştgiriya komeke diyarkirî çi plan kiriye de dibêje: "Em nikarin îdia bikin ku me planeke saxlem daniye pêşiya hilbijartinên parlamentoyê lê me dest bi çalakiyê kiriye û em ê daxwaza xwe ya ji bo qebûlkirina vê zagonê xurtir bikin. Komên nû yên guhertinê hene ku dê beşdarî hilbijartinan bibin û ji ber vê yekê em ê çavdêriya van koman bikin û lêkolîn bikin ka gelo ew ê vê zagonê bipejirînin an bi bernameyên xwe yên hilbijartinê piştgirî bidin? Em înkar nakin ku partiyên siyasî hene îdia dikin ku piştgiriyê didin zagona yekgirtî ya rewşa kesane lê divê ev helwest bi çalakiyan re bên kirin. Ji ber vê yekê em ê di qonaxa pêş de tiştên ku li ser erdê biqewimin bişopînin da ku gavên guncaw bavêjin.”
Zina Al-Awar balê dikşîne ku çawa "Kefa" li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî şer dike û wiha dibêje: "Li gel Kefayê, yekîneyek pispor heye ji bo ku li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî şer bike. Rol û xebata me ya sereke alîkarî û piştgirîkirina jinên di warên cuda de rastî şîdetê tên e. Em ji aliyê hiqûqî, derûnî û civakî ve şopdarên wan in û ji bo sererastkirina zagonan em ê vê riyê berdewam bikin heta ku jin parastina rast û tam bi dest bixin.”