"Qanûnên ku dikarin xizmeta jinan bikin, nayên cîbicîkirin"

Koordînatora Projeya Mafê Min Someya El-Eyarî da zanîn ku gelek qanûn hene ku dikarin xizmeta jinan li Tûnisê bikin, lê nayên cîbicîkirin, ku ji bo cîbicîkirina wan gelek hewildan hewce dike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Komeleyên femînîst ên li Tûnisê ji bo pêk anîna hin qanûnên ku xizmeta jinan dikin dixebitin, yek ji wan jî komeleya Jinên Tûnisî ya  ji bo parastina mafê jinan e. Koordînatora Projeya Mafê Min a ji bo piştgirîkirina yasaya jimare 37 ya girêdayî kedkarên jin Someya El-Eyarî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ji bo pêşdebirina rewşa karkerên jin ên di rewşên xizan de, dem hatiye ku hewildanên bicihanîna qanûna jimare 37 bên zêdekirin. Her wiha da zanîn ku gelek qanûn hene ku dikarin xizmeta jinan li Tûnisê bikin, lê nayên cîbicîkirin û ji bo cîbicîkirina wan gelek hewildan hewce dike.

Hûn dikarin ji me re qala kampanyaya parêzvaniyê ya ku ji aliyê Komeleya Jinên Tûnisî ve ji bo piştgirî û bicihanîna qanûna jimare 37 a girêdayî karkerên jin, bikin?

Projeya Mafê Min beşek ji kampanyaya parêzvaniyê ye ku ji hêla komeleyek jinanên Tûnisî ve tê meşandin da ku alîkariya karkerên jin bike. Kampanya ji bo bicihanîna qanûna jimare 37 a sala 2021’an ku di destpêka Çileya borî de ket meriyetê hat. Me dît ku ev zagonek bêbandor e, bi taybetî ku têkildarî şîdeta aborî ya li dijî karkerên jin ên di rewşên xizan de ye. Ji ber vê yekê me hewl da ku em kampanyek netewî li dar bixin da ku piştgirî bidin vê koma jibîrkirî û marjînal ku mafên xwe yên ku bi qanûna jimare 37 hatine mîsogerkirin bi dest bixin û ji bo karkerên di rewşên xizan de bikaribin rewşa xwe baştir bikin.

Gelo ji bo piştgirîdayîba hewldanên pêkanîna vê qanûnê ku xizmeta jinên di rewşên xizan de dike, bi komeleyên hevkar re hevahengiyek çêbûye?

Bê guman çalakkirina vê qanûnê bi hewldanên hevbeş a di navbera aliyên curbicur ên civaka sivîl û saziyên welat de dibe. Me çendîn pêwendî bi Wezareta Kar û Fêrkirinê, Wezareta Karûbarên Civakî û Wezareta Jinan daniye. Her wiha me pêwendî bi komeleyên mafên mirovan û jinan û bi şaredariya Tûnisê re daniye ji teşwîqirina xebatkar ji bo cîbicîkirina qanûnê da ku ev qanûn li ser kaxezê nemîne û jin jê sûd werbigirin.

Awantajên pêkanîna vê qanûnê çi ne?

Pêkanîna zagona jimare 37 ji bo jinên ku di şert û mercên zehmet de û bê mîsogeriya mafên xwe dixebitin, wê bibe şoreşek. Em li benda peyama Wezareta Jinê ya ku dê di nav dezgehên kar de were dayîn û karkeran xebatkaran mecbûrî cîbicîkirina wê bikin û dê jinan biparêze ne. Ji bo şopandina asta pêkanîna qanûnên ji bo vegerandina mafên karkerên di rewşa xizan de, dê çavber hebin.

Li gor amarên Wezareta Jinê, piraniya jinên ku rastî tundiyê tên, jinên ku asta wan a xwendinê kêm in, şiroveya te li ser wê yekê çi ye?

Sedem jinên ku di nava civakê de baş tevnegerin ew e ku ji ber tevgera wan hatiye sînordarkirin. Jinan li Tûnisê îspat kirin ku bi serxwebûna xwe ya aborî û rewşenbîrî dikarin xwe û malbatên xwe ji tundiyê biparêzin û tacîzkar darizînin.

Tevî hebûna qanûna hejmara 58 a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê jî, rêjeya tundiyê zêde ye... Sedema vê yekê çi ye?

Zagona jimare 58 destkeftiyek Tûnisê ye ku jinan ji bo wê têkoşiyan. Lê îro pirsgirêk di mekanîzmayên pêkanîna vê qanûnê de ye. Dema ku jin rastî tundiyê tên, ew serî li dadweriyê didin da ku li dijî destdirêjkarê xwe doz vekin, lê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin, ji ber vê yekê gelek jin giliyên xwe didin seknandin.