Pirsên rojnameger wekî teşwîqkirina serhildan û tundiyê hatin dîtin

Biryara bi hincet a li ser Rojnameger Nurcan Yalçin a bi îdiaya "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, diyar bû. Di biryarê de pirsên ku Nurcan Yalçin pirsîne weke teşwîqkirina serhildan û tundiyê hatin nirxandin.

MEDÎNE MAMEDOgLU

Amed – Rojnameger Nurcan Yalçin, bi hinceta nûçeya xwe ya têkildarî jinan a ku beriya êrîşên sala 2015'an ên li navçeya Sûrê ya Amedê amade kir, di 4'ê Sibatê de bi serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Nurcan Yalçin ku lêpirsîna wê veguherî dozê, di danişîna ewil de hê parastina xwe nekiribû, heyeta dadgehê der barê wê de mutala da. Di sêyemîn danişîna ku rojên borî hat dîtin de jî ji bo Nurcan Yalçin bi îdiaya “Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Biryara bi hincet hat ragihandin

4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku dîmenên piştî 7 salan derketin holê û pirsên Nurcan Yalçin ya dema roportajê de pirsî ye wek delîl nîşan da, biryara xwe ya bi hincet eşkere kir. Di biryarê de pirsên Nurcan Yalçin pirsîne wek teşwîqkirina serhildan û tundiyê hatin nirxandin, îfadeyên Nurcan Yalçin bi nûçeya çêkiriye piştgirîya manewî daye rêxistinê cih girt.

Pirsên wê wek teşwîqkirina serhildanê hatin dîtin!

4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku biryara bi hincet ya ceza hat dayîn eşkere kir, diyar kir ku Nurcan Yalçin ji xebatên rojnamegeriyê wêdetir bi nûçeyên çêdike bi pirsên xwe kesan teşwîqê çalakiyan dike û pirsên ku ji jinên mîkrofon dirêjê wan kiriye pirsiye ên wekî "Operasyon çawa diçin? Hûn çawa taxa xwe diparêzin?” jî weke teşwîqkirina serhildan û tundiyê nirxand.

Di biryarê de wiha hat gotin:

“Ji ber van gotinan tê zanîn ku di salên 2015-2016’an de PKK/KCK’ya rêxistina terorê ya çekdar ji bo perçekirina beşek axa welat di pêvajoya serhildanên li navçeyên başûrê rojhilatê welatê me ku li ser riyan û cadeyan barîkat û xendekan ava kir, ev xendek-barîkat ji aliyê mîlîtanên çekdar ve hatin kontrolkirin û li ser hêzên ewlekariyê yên ku mudaxele kirin gule hatin reşandin. Gumanbar çû navçeya me ya Sûrê ku ev bûyer lê dihat jiyîn û bi milîtanên çekdar re di bin navê hevpeyvîn de vîdeo qeyd kir, di van naveroka vîdyoyê de bi taybetî ev axaftinên li jor hatine kirin. Di tevahiya axaftina gumanbar de dîmen ku tundî, şerê çekdarî yan jî serhildanê teşwîq dike qeyd kiriye û axaviye. Di nava axaftina xwe de bi peyamên ku daye hewl daye qenaetê bi wan kesan re çêbike ku şîdet tiştek pêwîst û mafdar e. Bersûc ji bo ji rêxistinê re moral û motîvasyon çêbike, bi awayekî manewî piştgirî daye. Bersûc sûcê bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê kiriye.”