Parêzerek serpêhatiya xwe ya tevlibûna hilbijartinan vedibêje

Parêzer Îbtîsam Ehmed Mirî diyar kir ku ew yekem jin bû li parêzgeha Qena tevlî hilbijartinên Senatoyê bû, wê îsbat kir ku jin dikarin derkevin derve û xwe îfade bikin û beşdarî hilbijartinan bibin.

ASMAA FATHİ

Qahîre - Cihkirina jinan di hilbijartinan de ji ber çend pratîk û ramanên kevneşopî yên di civakek ku bi giranî li ser mantiqê baviksalarî hatiye avakirin dijwartir dibe. Gelek faktor hene ku bandorê li pêvajoya hilbijartinê dikin, di nav wan de desthilatdariya darayî û malbatî.

"Ez yekem jin bûm ku li parêzgeha Qena tevlî hilbijartinên Senatoyê bûm"

Parêzer Îbtîsam Ehmed Mirî diyar kir ku wê biryar da ku hiqûqê bixwîne û tevlî Fakulteya Hiqûqê bibe tevî ku wê demê rêjeya jinên ku hiqûq dixwendin pir kêm bû û wiha anî ziman: "Divê min li parêzgeha El-Minofiya bixwenda lê malbata min ev yek redkirin ji ber ku li gundê me nayê qebûlkirin ku keç dûrî malbata xwe bijî, lê min xwendina xwe bi serkeftî qedand. Ez yekem parêzera jin im ku vî karî dike. Min karî di pîşeya qanûnî de pir serkeftinek bi dest bixim û min biryar da ku ez tevlî hilbijartinên Senatoyê yên sala 2020'an bibim û ez ketim qada siyasî de. Ez yekem jin bûm ku li parêzgeha Qena tevlî hilbijartinên Senatoyê bû û min karî 10 hezar deng bi dest bixim, ku ev hejmar ne hindik e li ser ezmûna min a yekem û temenê min yê biçûk di heyama namzediyê de. Ez di meha xwe ya duyemîn de ducanî bûm dema ku min ev biryar da û ducaniya min li pêşiya daxwaza min a serkeftinê û bidestxistina dengan da ku bikaribim xwe bihihînim yek ji navendên biryardanê nebû, asteng."

"Min di civakê de gelek tabû şikandin"

Îbtîsam Ehmed Mirî eşkere kir ku wê di civakê de gelek tabû şkandin û wiha axivî: "Yek ji wan tabûyan jî ew e ku eşîrtî ji hewldanên şexsî ne girîngtir e û hejmara dengên ku min bi dest xistine îspata vê yekê ye. Min piştrast kir ku jin dikarin derkevin derve û xwe îfade bikin û beşdarî hilbijartinan bibin. Min xwe sipart hewildana xwe ya şexsî û min ti pere an tiştên din ên ku di van rewaşn de têne bikaranîn bikar nanî. Ji bo ku ez nikaribim kariyera xwe di proseya hilbijartinan de bidomînim, ez rastî gelek astengan hatim, ya herî girîng jî belavbûna gotegotên li ser telaqa min bû. Civak jina qebûl nake û ji ber vê jî jina berdayî nikare bigihêje cihên biryardanê."

Îbtîsam Ehmed Mirî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gihîştina cihên biryardanê hewceyî xebateke bi xîret ji bo belavkirina hişmendiyê, bilindkirina çanda welatiyan û guhertina têgihîştina qalibê şiyanên jinan."