Parêzera Mexribî: Bêdengî tundiyê zêde dike

Parêzerên Mexribî jinên rastî tundûtujiyê tên diparêzin û li dijî cudakariyê têdikoşin, jinan hişyar dikin da ku bikaribin benda tirsê û bêdengiyê bişkînin.

HANAN HARITE

Mexrib - Tundûtujî dijî jinên Mexribê berdewam e, parêzer û mafnasên jin ên Mexrîbî teqez dikin ku hişmendiya mêrsalar sedema yekem ya nepêkanîna piraniya zagonên jinane û bêdengiya civakê diyardeyê zêde dike. Der barê vê mijarê de parezer Karîme Salame nêrînê xwe par ve kir.

‘Jinên rastî tundûtujiyê tê mafê xwe nasnake’

Karîme Salame di destpêka axaftina xwe de ji bo girîngiya parastina mafên jinanwiha got: “Ji zaroktiya xwe de min dixwest bibim parêzer, li gor nêrîna min ev pîşe maf dide min ez parastina hemû jinên rastî tundûtujiyê tên bikim û daxwaza mafên wan bikim. Li ser vê bingehê, xwendina min di vî rêgehî de di beşa zagonî taybet de û li ser asta Desteya Darûl Beyda min kar kir.”

Karîme Salame ya anî ziman ku piştî dîtina wê ya jinên ku rastî tundiyê hatine ew xwestiye parastina mafê jinan bike, wiha pêl da axaftina xwe: “Mixabin wê demê sucdar nehatin cezakirin, ji ber ku jinên rastî erîşê dihatin nikarîbûn xwe bighêjin dadgehan, her wiha wan ji bo parastina xwe maf û erkên ku zagon ji wan re pêşkêş dike nizanîbûn.”

Polîtîkayên necezakirinê

Karîme Salame di berdevamiya axaftina xwe de der bare parastina maf û dozên jinan de wiha got: “Parêzerên jin hemû zagonên û rêbazên zagonî û hurguliyên wê baş dizanin ku mafên jinên rastî tundiyê tên misoger bikin. Bi giştî jinên civaka sivîl bi hemû hêza xwe parastina mafên xwe û hemû jinan dikin, lê parêzer xwedî taybetiyên teknîkî ne weke jin parastina jinên dîtir di dadgehan de dikin.”

Komeleya Mexribî ya Parastina Mafên Jinan ji bo mafê jinan têdikoşe

Karîme Salame derbarê Komeleya Mexribî ya Parastina Mafên Jinan a ku di sala 2021’an de hat damezrandin û tevî wê gelek parazvan û çalakvanên civaka sîvîl ji bo parastina mafên jinan têdikoşin, wiha got:

“Avakirina çarçoveyeke zagonî ji bo parastina jinan û bi taybet jinên ku radstî destdirêjiyê hatine li Mexribê armanc dike mertalekî zagonî civakî dijî van sucan ava bike. Em gihêştin encamên baş û bêhtir ji bo piştgiriya mafên jinan sucan bi hemû cureyan dikin li gor peymanên navdewleî û makzagona welat. Her wiha komele parastina mafên zarokan û hemû beşên civakê yên hatine paşguhkirin û hewil dide dengê wan bighêjîne aliyên peywendîdar û di warê zagonî, derûnî, tendrûstî û civakî de piştgiriya wan bike û sucdar cezayê xwe bibin ji ber ku her tim di dozên jinan de sucdar azad dihat berdan.”

‘Komele benda tirs û bêdengiya jinan şikand’

Karîme Salame behsa gelek mijarên tundûtujiyê ku komeleyê girtiye ser xwe kir hinek ji wan weke doza keça biçûk rastî destdirêjiyê hatî û dozên ku di çend salên dawî de nava zanîngehên Mexribî de belav bûye û wiha pêde çû: “Jinên rastî destdirêjiyê di civaka me de tê ji ber sedemên çandî û urf û adetên civakê nikare li hemberê bisekine, sînorekî jê re deyne an li ser biaxive, bi gefan û gumanan tên dorpêçkirin û hemû suc dixin stûyê wê. Jina rastî destdirêjiyê tê bi awayekî zêde hatî zordarkirin, ji ber ku civak wê weke sucdar dibînin lê tu sucê wê nîne. Di heman demê de civak sucdaran bêguneh dibîne lewra ev kiryar û suc bê tirs dubare dibin û didomin.

Gelek karmendên jin di cihên kar de rastî destdirêjiyê tên, lê tenê ji bo derfeta kar ji dest xwe winda nekin bê deng dimînin mînak wek karmendên hemşîriyê. Lê îro bi serkeftina parêzerên jin di parastina mafên jinan de û bidestxistina mafan, wan encamên erênî gelekî baş wergirtin. Komele jî bi parastina dozên jinan di dadgehan de benda bêdegî û tirsê li gel jinan şikand û di encamê de bûyerên destdirêjiyê hinekî kêm kir.”

‘Ger bi israrbin hûn ê mafê xwe bistînin’

Karîme Salame der barê pirsgirêkên pêkanîna zagona têkoşîna dijî tundûtujiyê ya 13/103 ku sala 2018’an de ket pratîkê wiha got: “Ev zagon ji bo mijarên jinên rastî tundûtujiyê tên ronî bike û bi riya zagonî mafên wan biparêze û misoger bike û sucdar ji hesab nerevin. Lê belê pirsgirêka piraniya zagonên Mexrîbê ew hişmendiya van zagonan pêktînê ye, bo mînak di dosya zaroka rastî destdirêjiyê hatî de ku hemû derdora wê xwestin suc veşêrin eşkere nekin, heya ku ew zarok ducanî bû wê demê malbata wê çûn dadgehê ji ber ku kurtaj qedexe ye.

Biryarên destpêkê ji bo sucdar kêm bûn mafê jinên ku rastî erîşan dihatin nedihat dayîn, weke ku sucdar rizgar dikirin tevî ku zagona der barê van rewşan de heye sucdar heya 30 salî dixe zîndanê, ango zagon heye lê nayê pêkanîn. Ev astengkirina pêkanîna zagonan ji aliyê hişmendiya mêrsalarî mafê zarokeke zaroktiya xwe winda kirî binpêdike, ew dibe dayîka zarokekî din bê bav bê nasname û dê di warê derûnî de rastî tundûtujiyê bê ji ber ku dema mezin bibe dê bizanbe ku ew di encama sucekî bi mafê dayîka wî hatî dunyayê, ev suc ne tenê bi mafê keçê ye li bi mafê zarokê wê ye jî.”

‘Divê jin bêdeng nemînin’

Karîme Salame wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Nameya min ji bo hemû jinên Mexribî û yên cîhanê giştî û yên rastî tundûtujiyê bi hemû cureyan tê ku bêdeng nemînin mafên xwe bixwazin. Ez teqez dikim eger hûn hêza xwe bi îsrar bikarbînin hûnê mafên xwe bidestbixin. Divê hûn xwedî vîneke xurt bin biçin aliyên peywendîdar û saziyên pispor piştgiriyê bixwazin, ji ber ku bêdengî van diyardeyan di civakê me de belav dike.”