Parêzer Seda Zengîn: Li dijî girtiyên jin sepanên zayendperest hene

Parêzera OHD'ê Seda Zengîn a dest nîşan kir li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên jin rastî pêkanînên zayendperest tên, diyar kir berpirsyarê sereke Wezareta Dadê ya Tirk e û bal kişand ku bangawaziyên têkildarî mijarê jî bê bersiv tên hiştin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Binpêkirinên mafan û îşkenceyên ku girtiyên jin li girtîgehan jiyîn bûye rewşek bipergalî, tevî bangên ji bo girtiyên nexweş tên kirin jî hêj çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin. Girtiyên jin demên dawî bi taybetî bi pêkanînên sirgûn û lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin, li dijî van pêkanînan tên jiyîn, li hin girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ji girtiyên jin ên ku jimartina li ser piyan, lêgerîna hindurê dev û lêgerîna tazî qebûl nakin re jî, cezayên hûcre an jî dîsîplînê tên dayîn.

'Di hejmara sewqan de zêdebûn heye’

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Parêzer Seda Zengîn, diyar kir ku divê di pêvajoya tê jiyîn de binpêkirinên li girtîgehan li rojevê be û neyê jibîrkirin, diyar kir ku ji binpêkirina mafan yên tên jiyîn berpirsyar Wezareta Dadê ye. Seda Zengîn destnîşan kir ku divê wezaret ji berpirsyariya dikeve li ser milê xwe direve û balkişand li ser zêdebûna sewqên ku di pêvajoya dawî de li girtîgehên herêmê tên jiyîn jî. Seda Zengîn diyar kir di qanûnê de tê nivîsandin ku di her qadê de mafê girtiyan heye, lê di pêkanîna van mafan de zehmetiyên mezin tên jiyîn û wiha got: "Di ne pêkanîna van mafan de rolek mezin ya rêveberiyên girtîgehan heye."

'Rastî meylên zayendperestî tên’

Seda Zengîn destnîşan kir ku rêveberî û rayederan berevajî erkên xwe tevdigerin û wiha axivî: “Ev hemû pêkanîn û binpêkirinên mafan ên ku em behsa van dikin, bi taybetî di warê girtiyên jin ên li girtîgehan tên girtin de, ji rewşek hin zehmetir û bi êş re rê vedike. Muameleyên xerab ên li dijî girtiyên jin tên pêkanîn ne tenê bi gelek binpêkirinên mafan ên wek bisînorkirina hevdîtinê, bêyî daxwaza wê be ​​ji girtîgeha tê ragirtin sirgûnkirina girtîgeheke din, şewitandina înfaza wê û sînordarkirina mafê dermankirine re nesînordar e. Ji bilî van hemû pêkanînan, ji ber girtî tenê jin in meylek zayendperestî û pêkanînên der mirovî jî mijara gotine ye.”

'Cezayên hûcre û dîsîplînê tên pêkanîn’

Seda Zengîn da zanîn ku girtiyên jin li girtîgehan rastî hejmarek zêde binpêkirinan tên, dema van binpêkirinan qebûl nakin jî bi cezayên hûcre û dîsîplînê re rû bi rû dimînin û got ku serlêdanên di vî warî de dikin jî hejmarek pir kêm erênî encam dibe. Seda Zengîn balkişand ku di encama serlêdanên ji bo cezayên dîsîplînê kirin de çend ceza hatine betalkirin, lê tevî vê yekê jî binpêkirin bi zêdebûnê berdewam dike û da zanîn girtiyên jin li hemû qadên girtîgehê rastî zextên ku digihijê îşkenceyê tên.

'Nepenîtiya jiyana taybet tê binpêkirin'

Seda Zengîn binpêkirinên girtiyên jin dijîn jî wiha rêzkir: “Lêgerîna erkdaran ya sewqa girtiyan ya ji nexweşxaneyan û di noqteyên kontrolê de digihîje rastî tacîzê, pêkanîna kelepçeyên dualî ya yên keyfî tên pêkanîn, mewcut e. Girtiyên jin di gihandina lênêrîna kesane û tedbîrên parastinê de pirsgirêk dijîn. Ji ber sedemên xureka bêtendirûst, xwarîna nehevseng, nîşeyên xwarîne yên ne ligorî şertên hijyenê û kêmbûna vîtamînan hema bejê hemû girtî pirsgirekên tendursitî yên wekî jibîrkirin, tevizîna dest û mil, êşên giran ên monikan, şorbûna çav, vekişina goşt û xwînrijandin, werihîna zû ya por û birî, şikandina neynûkan, dereng başbûna birînên vekirî û hilweşîna pergala timarbûnê dijîn. Dîsa kamerayên ku li hundirê odeyan dibînin hê jî li gelek girtîgehan hene û ne rakirina van kamerayan mafên nepenîtiya jiyana taybet ya girtiyan binpê dike.”

Ji ber zextan grevên birçîbûnê hatin dest pê kirin

Ji xeynî van xûsîsan, dîsa demên dawî li girtîgehên jin lê tên girtin serdegirtina qawîşan zêde bûye û dîsa pêkanîna jimartina li ser piyan bi taybetî li dijî girtiyên jin hewl tê dayîn ku bi awayekî tundtir tê pêkanîn. Girtiyên jin ji ber van zext û pêkanînên xerab li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtîgehên wekî Amed, Sîncan û Şakran hinek ji wan in. Dîsa girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bayburtê tê girtin re bi hinceta ku pêkanîna jimartina li ser piyan qebûl nekirin 3 roj cezayê hûcreyê hatiye dayîn.”

'Tevî bangan jî mafên girtiyan tên paşguhkirin'

Seda Zengîn balkişand ku ji bo girtiyên nexweş hêj tu gavên çareserî dihewîne nehatiye avêtin, anî ziman ku girtîgehên Tirkiyeyê veguheriyê mekanên ku her cure polîtîkayên dijmirovî û şikandina rûmetê tên meşandin. Seda Zengîn got girtiyên nexweş ji binpêkirina mafên mirovan heta eşkence, ji astengiya xizmeta tenduristiyê heta pêkanînên otorîter binpêkirinên giran û cidî re rû bi rû ne, wiha axivî: “Rewşa girtiyên nexweş ku bi salan e di rojevê de ye lê belê di xala çareseriyê de tu gav nayên avêtin jî, yek binpêkirinên mafan ên bingehîn ya li girtîgehan tê jiyîn.Tevî ku ji aliyê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ve bangên wek “Tirkiye girtiyên nexweş dibin metirsiyek mezin de dihelê” hene jî, bi her rêziknameya nû re gelek mafên girtiyan ên wekî mafê jiyan, mafê azadî û ewlehiyê û mafê lêgerîna edaletê jî tên paşguhkirin.

'Wezaret ji bo girtiyên nexweş gavên pêwîst navêje'

Seda Zengîn diyar kir ku Wezareta Dadê berpirsyarê parastina mafê jiyanê ya girtiyan e, lê dema girtiyên nexweş dibe mijara gotine ji berpirsyariyê direve û bi van gotinan diyar kir ku berpirsê sereke ya mirinên tên jiyîn û binpêkirinên mafan yên mijara gotine Wezareta Dadê ye: “Kelepçeya cot, lêgerîna hundirê dev û muayeneya bi kelepçe ya li ser girtiyên nexweş tê ferzkirin, hin ji wan pêkanînên ku dermankirinê asteng dike ye. Ev pêkanînên tên ferzkirin, pêkanînen li dijî rûmeta mirovî ye û îşkenceyê ne. Girtiyên nexweş ji ber ku van pêkanînan qebûl nakin, mixabin nikarin biçin nexweşxaneyê, muayene bibin û raporên tenduristiyê ku divê derbarê van de bên sererast kirin nayên sererast kirin.”

‘Li ser giştînameyê der barê başkirinê de tu xal nehatin zêdekirin’

Seda Zengîn têkildarî giştînameya nû hat derxistin de jî wiha got: “Her çiqas di 2’ê Çile de ji ji girtiyên nexweş re giştînameyek nû hat derxsitin jî, ger em temaşeyê naveroka giştînameya mijara gotine dikin; bi rastî jî, ji bilî naveroka giştînameya kevin û naveroka qanûnê, ji bo baştirkirinê tu made nehatiye zêdekirin. Pêkanînek nû an jî madeyeke başkirinê ya ku girtiyên nexweş ji sêgoşeya dozgerî, nexweşxane û ATK'ê rizgar dike, nîne. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê hê jî bêdengiya xwe diparêze û ji pêkanina berpirsyartiyên dikeve li ser milê wî direve.”