Parêzer Gevriye Atli: Tevî giliyê jî Gulîzar û malbata wê nayên parastin

Azîz Karaman ê ku Gulîzar Karaman bi çekê bi giranî birîndar kir, li girtîgehê gefên kuştinê didomîne. Li ser mijarê parêzer Gevriye Atli got ku hemû kes li bûyerê temaşe dikin û malbat nayê parastin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Gulîzar Karaman di Gulana borî de li Erxeniyê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest xwe jê berde bi armanca kuştinê rastî êrîşa çekdarî hat. Azîz Karaman ji girtîgehê gefan lê dixwe û malbatê tehdît dike. Kurê Gulîzar Karaman M. Karaman jî bi teşwîqa bavê xwe bi çekê êrîşê xalê xwe kir û ew jî hat girtin.

Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Parêzer Gevriye Atli ya parêzerê dosyayê ye, der barê mijarê de axivî, bal kişand ku hemû kes tenê li bûyerên tên jiyîn temaşe dikin û malbat nayê parastin.

'Kiryar ji bo qetilkirina Gulîzar hemû riyan ceriband’

Gevriye Atli da zanîn ku Gulîzar Karaman a ku di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiya giran hatiye, herî dawî bi çekê rastî êrîşê hatiye û got ku kiryar ji bo qetilkirina Gulîzar Karaman hemû riyan ceriband. Gevriye Atli diyar kir ku ji bi dehan serlêdan û daxwazên parastinê bersiv nehatine dayîn û wiha got: “Piştî bûyerê, Gulîzar xwe gihand me û piştgirî xwest. Gulîzar beriya êrîşê jî gelek caran rastî tundiyê hatiye çene û parsûyên wê hatibûn şikandin. Kiryar piştî van bûyerên tundiyê demeke kin di girtîgehê de ma lê mixabin ev hewldana wî ya qetilkirina Gulîzarê bi dawî nebû. Gulîzar ji me re got ku Azîz Karaman ji ber êrîşa dawî girtiye lê hê jî xeteriya wê ya qetilkirine heye. Azîz di hundir de jî ji kurê xwe û derdora xwe re wiha got, 'Karê ku min nîvî hişt, temam bikin.' Van gefan jî bi mehan berdewam kirin."

‘Divê demildest tedbîr bên girtin’

Gevriye Atli, diyar kir ku herî dawî bi teşwîq û gefên Azîz Karaman kurê Gulîzar Karaman M. Karaman bi çekê êrîşî birayê Gulîzar Karaman kiriye û da zanîn ku piştî bûyerê M. Karaman hatiye binçavkirin lê vê carê jî gef ji aliyê xizm û derdorên Azîz Karaman re berdewam dikin. Gevriye Atli bal kişand ku tevî giliyan jî pêvajoya gav bi gav tê jiyîn tenê tê şopandin û ev bang kir: “Di rastiyê de tu cînayetên jinan ji nişka ve pêk nayên. Cînayetên jinan gav bi gav tên. Tirsa me ya der barê vê dosyayê de ev e. Mixabin li tiştên tên jiyîn tê temaşekirin û tedbîr nayên girtin. Kurê Gulîzar jî hat girtin lê dîsa jî nasekinin. Azîz gefan dixwe ji girtîgehê. Gulîzar û malbata wê hê jî di bin xeteriyeke mezin de ne. Gulîzar sê-çar caran daxwaznameya giliye da. Tevî vê yekê jî malbat hêj ne di bin parastinê de ye. Gefên hem li dijî Gulîzar û hem jî li ser malbatê hê didomin. Divê demildest tedbîr bên girtin.”

'Em ê şopdarên dosyayê bin’

Gevriye Atli diyar kir ku dosya di encama îtîraz û şopandina ku li Dadgeha Cezayê Asliyeyê dihat ditîn de ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin û li benda darizandina ku bê destpêkirîn in, herî dawî jî wiha got: “Di dosyaya Gulîzar de jî di aliyê hiqûqî de tiştên pir ecêb hatin jiyîn. Mixabin nêzîkatiya darazê ya li hemberî tundiya li dijî jinê li vir bi awayekî pir xerab derket pêşberî me. Dosya destpêke li Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin û piştî îtîrazên me ji cezayê giran re hat şandin. Em niha li bendê ne ku li Dadgeha Cezayê Giran dosya bê vekirin. Dîsa em rêxistinên jinan, baro û saziyên din li cem Gulîzarê ne û em ê dosyayê heta dawiyê bişopînin."