Parêzer Berfîn Ozan: Divê jinên ku rastî tundiyê tên serî li baroyê bidin

Di serdemeke ku jinên ciwan rastî tundiya dijîtal tên de, Parêzer Berfîn Ozan got ku bêdengbûna jinên ku bi wêne û dîmenan gef li wan tê xwarin, cesaretê dide kiryaran û xwest ku jin ji bo girtina desteka hiqûqî, serî li baroyê bidin.

MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN

Bidlîs – Tundiya dijîtal (sîber) ku bi rêya amûrên teknolojîk û hişê çêkirî li jinan tê kirin, ji bo jinan xeteriyê ava dike. Pêkneanîna mekanîzmayên pêwîst, dibe sedem ku tundiya dijîtal di jiyana jinan de wek awayek tundiya sîstematîk bimîne. 

Herî dawî ajansa me xwendekara zanîngehê Zeyneb ku tundiya dîjîtal jiyaye, anî rojevê. 

Ji Komîsyona Jinan a Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Berfîn Ozan, tundiya dijîtal ji ajansa me re vegot û bal kişand ser bandorên wê. Berfîn Ozan diyar kir ku qada înternetê ya bipêş dikeve, di encama dijîtalbûnê de tundiya dijîtal zêde bûye û wiha got: “Tundiya dijîtal cureeyek tundiya multîdîplîner e, piştî ev cûrê tundiyê berdewam kir, xeteriya ku jin û zarok rastî cureyên din ên tundiyê werin, zêde kiriye.”

‘Parvekirinan dîsa diweşînin, ev jî jibîrbûna mexdûran zor dike’

Berfîn Ozan da zanîn ku ji bilî teknolojiyê, ji derveyî ecibandin û rewşên şopandinê, bikaranîna hesabên sexte, di encama anonîmbûn, bikaranîna VPN’ê de, rewşa girtina kiryar zor bûye û wiha pê de çû: “Her wiha dikarin van parvekirinan ji zêdetirî kesek re ragihînin. Li kêleka vê jî qada înternetê tîne halê mayînde. Bi vî awayî jî jibîrkirina mexdûr zortir dike. Her wiha bi pêşketina teknolojiyê re, cûreyek tundiyê ku em jê re dibêjin revenge pornografî (pornografiya tolhildanê) heye. Ev jî pornografiya tolhildanê, şopandina sîber, tundiya zeyendî ya onlîne, gotinên nefretê yên onlîne, mizojîna onlîne, têgînên wek nefretê yên li dijî jinan bi xwe re tîne. Li kêleka vana kes bêyî ku werin girtin, dikarin vê cûreya tundiyê bidomînin. Di heman demê de ya ku em jê re dibêjin deepfake (naverokên sexte ku bi hişê çêkirî hatî çêkirin), bi pêşketina hişê çêkirî re, li gel algorîtmayê, em dikarin bi rewşên wek kesên rast û dengên wan datînin ser û ji nû ve dîmenê re rûbirû bimînin. Her wiha gotinên tuneyî dikarin çêkin. Li hember vê yekê mexdûr dikarin rastî sûcên wek tacîz, xapandin û gefan werin.” 

‘Ji sedî 50’yê zarokan rastî zordariya sîber tên’

Berfîn Ozan destnîşan kir ku di qada dijîtal de, wek awayek tundiyê li gel dîmenên ku hatine manîpulekirin, rewşên wek şopandina sîber, pornografiya tolhildanê û ‘Al bias’ ku wek pêşdaraza hişê çêkirî tê dîtin ava bike û wiha domand: “Li gorî lêkolînên hatine kirin, di raporek Navenda Xebatên Hevbeş ya Yekîtiya Ewropa (YE) de hate diyarkirin ku ji sedî 50 zarokên ku di bin 10-18 salî de rastî zordariya sîberê tên. Li gel têgînên ku em jêre dibêjin destdirêjiya li zarokan û tecawîza dijîtal, dîtbariyên di bingeh de wek destdirêjiyê tê nixandin.”

‘Li Tirkiyeyê qanûn tuneye’

Berfîn Ozan bal kişand ku li gelek welatên dinyayê li hember pornografiya tolhildanê, zagonên taybet hatine pêşxistin û diyar kir ku Emrîka, Kanada, Awisturalya û Îsraîl li hember vêya qanûn çêkirine. Parêzer Berfîn ev agahî dan: “Li Tirkiyeyê anha qanûnek wiha tuneye. Li Tirkiyeyê herî zêde di nava Qanûna Ceza ya Tirk (TCK)’ê de em bi rewşa bi zagonên heyî, guherîna zagonan an jî pênasekirina sûcek nû re rûbirû ne. Bi taybetî di xala 134’an TCK’ê de cureyek sûc ku em jê re dibêjin binpêkirina nepeniya jiyana taybet heye. Ev cureya sûc, ji asankariyên teknolojiyê sûd digre, pêkanîna wê mîna çawaniya zêdekirina ceza sererast dike. Lê belê ev bi tena serê xwe wek sûcek nehat sererastkirin. Dikare di sûcên cûda û qadek hevbirînê de cih bigre. Mînak ger kesan bi rizaya xwe bi awayek zayendî dîmenê xwe qeyd kiribe jî di belavkirina wê de, ger rizaya mexdûr nebe, li vir jî sûcek derdikeve holê. Dîsa di çarçoveya xala 134’an de dikare bê nirxandin. Li kêleka vêya, sûcên wek daneyên ferdî bi awayek der hiqûqî bê balavkirin, bidestxistin, qeydkirin hene.”

‘Bi polîtîkayên bêcezakirinê kiryar hemû cezayê xwe temam nake’

Berfîn Ozan têkildarî cezayên di çarçoveya zagonan de tên dayîn wiha got: “Li gorî fiqreya 2’yemîn a zagona 134’emîn a TCK’ê, li gel asankariya ku teknolojiyê pêk aniye, ger jiyana taybet hatibe binpêkirin, kiryar di navbera 2 û 5 salan de ceza digre. Lê mixabin, li gel sazûmaniyên di qanûna înfaza niha heyî de, kiryar di demek kurt de dikare ji girtîgehê derkeve. Ev jî polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Temamiya ceza, di saziyên înfaza ceza de nayên înfazkirin. Ger tomarkirina vîdyoyek destdirêjiyê  di nav pornografiya tolhildanê de were çêkirin û ev vîdyo paşê werin weşandin, sûcdar dikare bi sûcên têkildarî îstismara cinsî, têkiliya cinsî ya bi kesek temen biçûk re, an sûcên din re rû bi rû bimîne, li gorî naveroka vîdyoyê û şert û mercên taybetî yên dozê. Ji ber vê yekê, ceza ji bo cûrbecûr sûcên din mimkun e.”

‘Naverok dikarin bên astengkirin’

Berfîn Ozan da zanîn ku ji ber rewşên tacîzê di qadên dijîtal de hê zêdetir û mayînde ne, li gorî rêjeya tacîza fîzîkî dibe ku hê hilweşînertir be, ji bo pêşî li vê mayîndebûnê bê girtin, di çarçoveya qanûna sazûmaniya di weşanên qada înternetê ya hejmar 5651’an a astengkirina xwegihandina naverokê gengaz dibe. Berfîn Ozan wiha got: “Mexdûr dikare di dadgehê de daxwazek wiha bike. Bi aqlê ku em behsa tundiya fîzîkî dikin, hatina rûbi rû ya kiryar û mexdûr tê. Lê belê li beramberî cûreeyek tundiyê ya di qada dijîtalê de, mexdûr ne tenê ji aliyê kiryar ve, di heman demê de ji aliyê kesên derdora xwe ve mînak bav, bira û dayîka xwe ve rastî tundiya fîzîkî were. Di xebatên di vê pêvajoya dawî de hatin kirin de em vê dibînin. Tundiya aborî, psîkolojîk, fîzîkî û zayendî ne tenê di qadekê de tê pêkanîn. Beriya wê jî heye. Destpêkê di qada dijîtalê de ev cûrê tundiyê tê pêkanîn. Piştre di jiyana real de didome. Di halê sîrkulasyonek wiha de. Ji ber wê mirov nikare gotinek zelal an jî daneyek bide. Niha raporkirinek wiha di destê me de nîne. Ji ber ev pêvajoyek e, destpêkê tundiyek dijîtal, piştre jî dibe ku tundiya fîzîkî û qada real were pêkanîn.”

‘Bêdengbûna mexdûran cesaretê dide kiryaran’

Berfîn Ozan derbarê tiştên ku di rewşên rastî tundiya dijîtal hatinê de were kirin de wiha got: “Divê mexdûr destekek profesyonel bigrin. Ji bo vê desteka profesyonel, pêwîst nake hûn pere bidin û parêzer bigrin. Ya ku em jê re dibêjin Qanûna Dadgeha Ceza (CMK) pergala wê ya tayînkirina otomatîk heye. Dikarin ji van deran daxwaza desteka parêzer bikin. An jî desteka edlî ya baroyan daxwaz bikin. Ev di aliyê me de gelek girîng e. Ji ber mexdûr dikarin bitirsin, hezm bikin. Ancax li cihê ku ev cesaretê dide kiryaran, bêdengbûna mexdûr û bi ti awayî cezanekirina kiryar e. Hinek deman jin ji ber zextên civakî, xwe ji rewşên aşkerakirin û giliyan de paşve didin kişandin. Dikarin di dosyayan de biryara nepeniyê derxin. Li gel van rêbazan, serî li parêzerên xwe bidin an jî desteka profeyoneltir bigrin, dikarin vê pêvajoyê bi rihetî derbas bikin.”