Parêzer Îlham Hesen: Destûra heyî ya Suriyeyê tu maf û hebûnê nade jinan

Parêzer Îlham Hesen di hevpeyvîneke xwe de balê dikişîne ser girîngiya misogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de, kêmasiyên qanûna rewşa kesane û rola peymanên navneteweyî yên wekî CEDAW û Biryarnameya 1325’an di parastina mafên jinan de.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Dema mafên jinan tên binpêkirin, her tim pirsgirêk ne ji ber nebûna qanûnan ne, lê belê; nebûna parastin, hesabpirsîn û bicihanînê ye. Di navbera metnên destûrî yên ku behsa wekheviyê dikin û peymanên navneteweyî yên ku dewletan mecbûr dikin ku jinan biparêzin de, pirsa herî girîng ewe ku; Kî dikare garantî bike ku ev maf wê ji gotinên li ser rûpelan derbasî nava jiyaneke rastîn û nayê guhertin bibin? Ji CEDAW bigire heya Biryarnameya 1325, şerê îro ne li ser naskirina mafên jinan e, lê li ser bicihanîna wan û wergerandina sozên navneteweyî bo qanûn, polîtîka û mekanîzmayên rastîn ên parastin û hesabpirsînê ye. Ji ber ku mafek ku ji hêla dewletekê ve neyê parastin, ji hêla qanûnê ve neyê garantîkirin û ji hêla mekanîzmayên bicihanînê ve neyê bicihanîn tenê wek sozekê dimîne.

Li ser girîngiya parastina yasayî û destûrî her wiha rêbazên bicihanîna peyman û biryarên navneteweyî yên wekî (CEDAW) û Biryara 1325 nûçegihana ajansa me berfirehî bi Parêzer Îlham Hesen re ev mijar gotûbêjkir.

Her kes dikare li destûrê vegere û mafên jinan were misoger kirin’

Îlham Hesen bal kişand li ser girîngiya bendên zelal ji bo mafê jinan di destûrê de û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Destûr bi xwe peymana civakî, desthilata Navnetewî ye, her wiha sîstema rêvebirina wê, şeklê dewletê diyar dike. Pêwîst e parastina qanûnî bi awayekî zelal di hundirê destûrê de hebe, mafê jinan misoger bike, wekheviya di navbera jin û mêr de tekez bike. Her wiha ji ku dema tundî li ser jinê hate meşandin mafê wê neyê başgun kirin were parastin.

Mixabin ev destûr tu maf û hebûnê nade jinan’

Îlham Hesen da zanîn ku destûrê hikumeta demkî eynî yê berê ye maf û hebûna jinan misoger nake û wiha domand: “Ji bo bidestxistina mafên jinan di hêla hiqûqî de xebat tên meşandin û ji bo bidest xistina wê jî kar tê kirin. Tevahî hewildanên me ewe ku piştî hilweşîna Rêjîma Baas û bi hatina hikûmeta nû re, destûrekî nû ku mafê jinan misoger bike were dayîn. Lê mixabin ev destûr tu maf û hebûnê nade jinan, ji bo ku mafê jinan di destûra Sûriyeyê de were misoger kirin têkoşînek mezin tê xwestin.”

Îlham Hesen bal kişand li ser peymana (CEDAW) ya ku Sûriyeyê îmze kiriye ji bo misoger kirina mafê jinan û wiha bibîr xist:“ Peymana (CEDAW) di sala 1979’an de hat nivîsandin, herêma Sûriyeyê yek ji dewletên ku li ser vê peymanê îmze kiriye.  Her wiha bendên peymana CEDAW’ê pir zelal in, ji bo parasatina mafê jinan û wekheviya di navbera jin û mêr de ye. Sûriyeyê li ser çend bendan tekez dike, wekî madeya (9) ku jin nikare nasnameya xwe bide zarokên xwe.”

Parêzer her wiha li ser madeya (16) jî dibêje ku ev made dide diyar kirin ku, jin bi tena xwe nikare zarokên xwe  bi xwe re derxîne dewletekî cuda. Heya ku erê kirina zilam nebe, ger ku hevjînê wê ne amade be pêwîste erê kirina bapîr û ap hebe. Diyar kir ku dayîk di ber zarokên xwe de ked dide û wan xwedî û mezin dike, mafê wê ye ku zarokên xwe bi xwe re bi gerîne.

Rola parêzer û rêxistinên civaka sivîl di peymana (CEDAW) de

Îlham Hesen axaftinên xwe wiha dewam dike: “Di benda 17’emîn de gelek dewlet, bi taybetî Sûriye, Siûdiye, Cezayîr û Mexrîb, tekez dikin ku serxwebûna darayî ya jinan dijberî Şerîeta Îslamê, kevneşopî û adetên civakî ye. Rola parêzer û rêxistinên civaka sivîl bingehîne di peymana (CEDAW) de, ku bi karîbin li ser dewletên ku van bendan tekez dikin zext bikin ku rakin û daxwaza mafê jinan bi awayekî qanûnî bikin.”

Îlham Hesen destnîşan kir ku yekemîn belgeya parastina mafê jin Biryarnama 1325’an bû û wiha pê de çû:“ Biryarnama 1325’an di sala 2000’an de hat nivîsandin, Sûriyeyê di sala 2002’yan de  îmze kir û tevlî wê bû. Her wiha jibo  parastina mafê jinan yekem belge bû. Wekheviya kar di navbera jin û mêr de, wekheviya edaletê û zarokan de, her wiha jin di nêrîna xwe de azad be.”

Mixabin gelek kes dibêjin ku jin nikare her karekî bike

Îlham Hesen li ser qanûna Rewşa Kesane axivî û wiha anî ziman: “Li gorî qanûna Rewşa Kesane ya Sûriyeyê ku temenê jinê heta zêdetirî 18’salan be jî, nêrîna wê tenê nayê girtin pêwîst e bavê wê li ser zewaca wê erê bike. Her wiha dema ku temenê jinek ciwan zêdeyî 18’salan be, divê di nêrîna xwe de azad be û aboriya wê hebe, lê mixabin gelek kes dibêjin ku jin nikare her karekî bike ji ber bedenê wê pê re nabe alîkar û li her cihekî nikare biryarê bigre.”

’Divê ku parêzer bikaribin bi rêya pêşniyaran zagonên heyî biguherin’

Îlham Hesen tekez kir ku mafê jin di mîrat de heye û wiha bilêv kir: “ Parêzer û rêxistinên civaka sivîl ew tiştên ku li ber jina dibe astengî ku nikarin bighêjin cihên bilind, bi qanûnên dewletan re ku sûdê jê bigre, ew cudahiya di navbera civak û qanûne de rake. Her wiha parêzer bikaribin zagonên girêdayî malbat û qanûna Rewşa Kesane bi pêşinyaran biguherînin. Ji bo mîrat, gelek jin hene ku dibin qurbaniyên  stîgmaya civakê û di bin zilm û zorê de mafê xwe di mîrat de nagrin. Her wiha pêwîste parêzer semînerên qanûnî ji jinan re pêşkêş bikin.”

Îlham Hesen axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ya girîng ew e ku bi awayekî periyodîk raporên taybet ên derbarê jinên rastî tundiyê hatine de, ji desteyên navneteweyî re bên şandin daku li ser werin rawestandin. Her wiha divê tîmên alîkariyê û hişyariyê bên avakirin da ku bi jinan re bicivin, piştgiriya wan bikin û ji bo jinên bêkar re jî derfetên kar bên peydakirin.”