Nefîsa El-Sebax: Pêşniyarkirina pêşnûme qanûnan mijareke erênî ye

Em nikarin rêxistinan an civaka sivîl li wê deverê sûcdar bikin, ji ber ku qadeke me heye ku tê de tevger bi rastî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê, rêxistinên femînîst ên rastîn hene ku xwedan nêrînek bi hêz in û ez difikirim ku piraniya wan hê jî dixebitin û hin ji wan dibe ku dengekî wan ê nizm û bê hebûna li pêşiya wêneyê hebe lê ew li ser erdê bi awayekî ji yên din çêtir dixebitin.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Têkoşîna li dijî pirsgirêkên jinan di sala borî de, bû xwedî pêlên cihêreng li kolanên Misrê. Di navbera rewşa axaftina li ser tundiya li dijî jinan bi şêweyên cuda û asta hişyariya nêzîk li ser asta malbatê û kesan.
Ji bo zêdetir em der barê mijarê de bibin xwedî agahiyan, ajansa me hevpeyvînek bi yek ji aktîvîstên femînîst Nefîsa El-Sebax re kir. Nefîse El-Sebax li ser pirsgirêkên jinan disekine û ji bo piştgirîdayîna mafên jinan û wekheviyê û rûbirûbûna her cure tundiya li ser bingeha zayendî dixebite.
Hikûmeta Misirê biryara avakirina yekîneyeke têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da... Hûn bandora wê biryarê li ser jinan çawa dibînin?
Ez di yekitiya rûbirûbûna tundûtûjiyê de hêviyeke zêde nabînim û mesele ne bi baweriya xirab a afirandina wê ve girêdayî ye lê ji ber ku ew biryarek bilindtir e, ez bawer nakim ku ew bi nêrînek femînîst hatibe kirin û min mekanîzmayên çalakîkirina wê nedîtin.
Ji bo ku em bandora damezrandina vê yekîneyê bibînin divê awayê xebata wê û têkiliya wê ya bi rayedarên cîbicîkar û zagondanînê û saziyên qanûnî yên ku di komîteyê de tên temsîlkirin re binirxînin. Ger nêrînek femînîst hebûya wê tevgerê bi hêsanî destek bikira, ji ber ku hemû dezgehên biryardanê di komîteyê de cih digrin û ji ber vê yekê jî tê xwestin ku tevgera wê ya li ser erdê ji ya niha bi leztir be.
Tişta ku li Misirê diqewime bûye şêweyek ji daxuyanî, talîmat û stratejiyan ji bo piştgirîkirina jinan û pêkanîna wekheviyê û bihêzkirina wan di warê aborî de. Lê ev yek bêyî dîtinek femînîst a yekbûyî diqewime ku berpirsiyariyê dispêre aliyekî û yên din paşguh dike.
Her wiha ramana komîteyê jî gelek girîng e lê bêyî mekanîzma û şertên diyarkirî û bêyî pêdaçûneke demkî ji bo hêsankirina gihîştina wê kar nake, ji bilî pêwîstiya hevkariya wê bi saziyên civaka sivîl ên ne hukmî re. Pêwendiya fermî sînor û xetên xwe yên sor hene. Lê aliyê ne fermî û civaka sivîl bi giştî, di nava pabendbûna bi mafên jinan û şeklê ku ji aliyê wan partiyan ve tê xwestin, dikare bigihîje formulan.
Fikra biryarê baş e lê aktîfkirin, mekanîzma û awayê xebatê bi wê, pirsgirêkan dihewîne û pêdivî heye ku were guhertin da ku feydeyên rastîn ji jinan re li ser erdê bîne. 
Di van demên dawî de gelek mijar hatin rojevê, di nav wan de eşkerekirina tacîzkaran... Bi dîtina we pêngavên girêdayî vê mijarê encam dane, yan dijwartir bûne?
Ji rastiya tecrubeyên berê, em dibînin ku di kampanyayên tên lidarxistin de xeletiyek mezin heye ku nirxa derbaskirina prosedurên zagonî kêm dibîne lewre hejmarek kesên ku di dozên tacîzê de hatine tawanbarkirin, nehatine cezakirin. Ji ber ku kesên mexdûr prosedurên xwe yên fermî û qanûnî negirtine. Li gorî min xwespartina li qanûnê gavek girîng e ku divê neyê paşguhkirin, her çend di hin rewşan de qanûn ne bi kêrhatî bin jî. Hin doz hene ger tedbîrên qanûnî bên girtin jî bêyî ku bigihîjin encama ku tê xwestin bi dawî dibin û paşguhkirina aliyê hiqûqî di dawiyê de dibe sedema windakirinê.
Beşeke bingehîn ji ezmûna ku di asta kampanyayên ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê hatine lidarxistin, bi kêm nirxnekirina hêza qanûnê ye û ev nayê wê wateyê ku qanûn dê hemû mafan vegerîne û ne jî ku zagonên taybet têrker û garantî ne ji hemû mafên jinan re lê ew çekek rastîn e ku dikare were bikaranîn. Her wiha bêyî tecrubeya wê û rawestandina li ser valahiyên wê nayê guhertin, wekî mînak bi bikaranîna aliyê qanûnî yê ku destekê dide jinên hatine çewisandin, em dikarin ji wan sûdê bigirin û sîstema qanûnî ya heyî biguherînin.
Hin kampanya hene ku bi ser ketine û encam dane, wekî mînak Sendîkaya Rojnamegeran. Di encama kampanyayên parastina mafên jinan û piştgiriya wan li dijî tacîzkaran, encûmena Sendîkayê pêşniyarek ji bo avakirina komîteyeke jinan di sendîkayê de pejirand û tevî ku nexebitî û ne aktîf kiriye û heya niha mekanîzmaya xebata wê tune ye heya niha lê êdî li qadan e û aktîfkirina wê dê bibe pêngava têkoşînê ya rojnamegerên jin. Her pêleke tevgerê tê de destkeftî hene, yan bi  encamên bi dest xistine, yan jî bi tecrubeyên ku di qonaxên paşerojê de bi dest xistine.
Gelek jin ji ber sedemên curbecur serî li saziyên ji bo raporkirina îstîsmarê nadin... Gelo hûn nabînin ku rewşa heyî piştgirî nade ji bo palpiştiya li qanûnê di rêwêtiya jinan ji bo mafên xwe de? 
Yên ku di dezgehên polîs, wezaret û dezgehên cîbicîkar de kar dikin zarokên vê civakê ne, ji derve nehatine van saziyan lewma beşek ji pêkhateya piraniya wan ji heman çanda berbelav in.
Danûstandina nebaş taybetmendiya serdest bû lê niha bi kêmanî li bajarên mezin rewş bi rêjeyek mezin guherî ye, haya wan ji rêgez û rêwerzên fermî heye ku piştgiriyê didin vê dosyayê û rê li ber astengkirina van pirsgirêkan digrin
Çûyîna jinan a qereqolan nayê wê wateyê ku tenê bi qanûnê hewl didin têgeha kolanê biguherînin, di heman demê de têgîna berpirsên vê mijarê li wan deran jî biguherînin û ev celeb raporan di nav dezgehan de hevpar dike, wek raporên diziyê û yên din. Bi dem û pratîkê re, ev celeb sûc vediguhere mijarek birêkûpêk ku divê wekî mafek bi hêza pejirandina kiryaran û anîna zagonan bi pratîkî were çareserkirin.
Hûn performansa rêxistinên jinan li Misirê çawa dibînin?
Bi rastî rêxistinên me yên femînîst ên bi vîzyonek xurt hene lê mîna rêxistinên civaka sivîl ên cihêreng ew ji ber rewşa ku tê de xebat dijwar e zehmetiyan dikşînin. Ji bo rêxistinên sivîl qanûnek nû heye ku ji bilî tiştên di metnê de hene, di cîbicîkirina wê de gelek astengî û zehmetî hene. Avhewaya giştî hewldanên rêxistinên civaka sivîl, partî û dezgehên çandî kêmtir bi bandor dike, ji bilî wê yekê ku pêwendiya lawaz bi kesên li ser erdê re heye, ji ber ku berî wê pêdivî bi navnîşanek pejirandinê heye.
Em nikarin rêxistinan an civaka sivîl li wê deverê sûcdar bikin, ji ber ku qadeke me heye ku tê de tevger bi rastî zehmet e. Lê belê li gel vê yekê, rêxistinên femînîst ên rastîn hene ku xwedan nêrînek bihêz in û ez difikirim ku piraniya wan hê jî dixebitin û hin ji wan dibe ku dengekî wan ê nizm û bê hebûna li pêşiya wêneyê hebe lê ew li ser erdê bi awayekî ji yên din çêtir dixebitin.
Krîza koronayê bandoreke çawa li tundiya li ser jinan kir?
Ez nikarim mijarê bi amareke diyar belî bikim lê bêguman bikaranîna tundûtûjiyê li dijî jinan li Misirê tiştekî xwezayî ye û rojane pêk tê, li ser wê bingeha çanda serdest ku mafê mêr, bav û bira heye ku jinan terbiye bikin.
Çandeke ku piştgirî dide tundiya li ser jinan heye û vîrusa koronayê bandoreke mezin li rewşa aborî ya welatiyan kiriye, ji bilî mayîna demeke dirêj li malê û barê vê atmosferê bi tevahî dikeve ser milên jinan, ji ber ku mayîna demek dirêj bi mêrê ku jinekê îstîsmar dike, bi gelemperî tundiyê zêde dike.
Hûn rewşa jinên ku li Misirê astên îdarî digrin, çi di sendîkayan de, çi di asta saziyên din de çawa dinirxînin?
Nûnertiya jinan di an de krîzeke mezin e li Misrê ji ber nebûna haydariya têr di nav jinan de ji girîngiya nûnertiya xwe di encûmenên cuda yên sendîkayan de, ji ber ku beşek ji vê mijarê di kar û xizmetên sendîkayan de dimîne.
Ji demek dirêj ve ye ku xebateke sendîkayî ya bi nêrîneke femînîst ku dibêje hewcedariyên jinan ji mêran cudatir in di cihê kar de, tune ye û ji vir şûnde beşeke mezin ji jinan girîngiya hebûna jinan di sendîkayê de nas nakin. Beşeke mezin a ramanê bi hişmendiyê ve girêdayî ye lê li aliyê din beşeke mezin a jinan heye ku ji bo van mafan têdikoşe.
Bilindkirina dirûşma jîngeheke ewledar a kar ji bo jinan gelo pêkan e ku pêk were û gelo berê  pêk hatiye?
Tiştek nehatiye cîbicîkirin, gelek daxwaz hene û çendîn kargeh û rahênan ji bo wê hatibin lidarxistin jî sazî hene ku bi awayekî fermî pêşwaziya wê fikrê kirin û li navenda xwe pêşwaziya rahêneran kirin lê mijar bi wê yekê bi sînor ma.
Lê aliyê erênî ew e ku hejmar ne hindik e têgihîştin pêwîstiya peydakirina jîngeheke ewledar a xebatê ji jinan re û ev jî tê wê wateyê ku şansên mezin hene ku hewlên paşerojê serkeftîtir bin.
Berpirsên biryardanê di hin saziyan de, nemaze rojnamevan, ditirsin ku ramanê belav bikin û li ser erdê bi cih bikin, ji ber ku dibe hinek ji wan di kêliyekê de bibin tawanbar û mehkûm bibin, ji ber ku hejmarek ne hindik ji wan bi rastî binpêkirinan li dijî jinan pêk tînin.
Pirsgirêkên herî mezin li pêşiya tevgera femînîst a Misrê çi ne?
Pirsgirêkên herî mezin ên ku bi tevgera femînîst re rû bi rû ne, di çanda gelêrî ya serdest de ne û beşa din jî di qadên ku di tevgera giştî de têne destûrkirin de. Li ser tevgera civaka sivîl an jî însyatîfên takekesî sînordariyek mezin heye. Li gorî zagonên cîbicîkar, dibe ku kesek pêngavek bike û bikeve zindanê, ji ber ku ew pêngav beşek ji karê rêxistinên sivîl e û bê erêkirin e û ev yek jî dibe ku xwediyê ramanê bixe zindanê.
Em xwedî hewayek ku tê de tevger dijwar e û pêdivî heye ku em kanalên karekî ewledar bi kar bînin çêbikin, nemaze ku em bi dosyayeke ku dewlet her tim radigihîne ku ew dipejirîne û dixwaze li ser bixebite û piştgiriyê bide xebatkarên xwe re mijûl dibin. Ew qadeke ku bi hewceyî biryarên fermî ye ku li ser dosyayê li ser erdê dest bi xebatê bikin. 
Di van demên dawî de gelek mijar hatin rojevê, di nav wan de bazirganiya jinan û parvekirina serwetê... Hûn di pêvajoya zagonî de pêşketinê dibînin?
Meyleke fermî ya rast heye ku piştgiriya jinan dike lê ne ji dîtiniyek femînîst a berfireh, ev jî nîşan dide ku divê em bi gavên ji niha ve tên avêtin re mijûl bibin û wekî civaka sivîl û kadroyên femînîst ên ku hene, bi qasî pêkan be beşdarî nîqaşê bibin.
Li ser zagona bazirganiya mirovan ku di sala 2010'an de hat pesendkirin lê nayê aktîfkirin, her çend temînata girtina hemû kesên ku di zewaca biçûkan de cih girtine jî ev mijar ger bi girtina 4 an 5 dosyayên ku medya li ser wê radiweste bihatana aktîfkirin jî wê garantî bikira ku bi hezaran kes ji vê yekê dûr bikevin ji tirsa ketina di bin barê qanûnê de.
Her wiha gelek projeyên qanûnên ku ji parlamentoyê re hatine pêşniyarkirin hene lê gav hê jî sist in, wekî zagona parvekirina serwetê. Lê ez bawer nakim ku niha ew ê bi ser bikeve her wiha derbasbûna qanûna nû ya Rewşa Kesane. Lê projeya têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan, tevî zehmetiya derbaskirina wê, niha tê nîqaşkirin. Dikare bê gotin ku tenê pêşkêşkirina pêşnûmezagonan û ger bi rastî jî neyên gotûbêjkirin, tiştekî erênî ye û her ku pêşniyaz bikin, rêjeya pejirandina wan jî bilindtir dibe.
Di heman demê de ez dibînim ku aliyê qanûnî gelekî girîng e, her çiqas çanda serdest neguhere jî ji bo avakirina mafan dibe alîkar. Ji ber vê yekê ger em rêjeya ji sedî 10'ê wekheviyê bi dest bixin, em ê ji bo 10'ê din jî têbikoşin.
Hûn sala derbasbûyî ji bo jinan çawa dinirxînin, ji sala li pêş çi hêviyên we hene?
Sala derbasbûyî û ya beriya wê em dikarin wan gelek zehmet bihesibînin, em nikarin bibêjin ku destkeftiyên berbiçav çêbûne. Ji ber koronayê hemû cîhan di qeyranê de bû, lewre di wê heyamê de rewşa feyde û pevguhertina zanînê li ser asta fermî û ne hukmî gelek têk çû.
Her wiha çalakiyên di qadên tevgerên femînîst an mafên bi gelemperî de di dema tedbîrên pandemiyê de bi bandor bûn û raman bi rêkûpêk guherî, ji ber ku pir kesan hîs kir ku krîza nexweşiyê di dema niha de ji krîzên din ên civakî girîngtir e. Di sala borî de pêlên hêrsê hebûn ku bûn sedema rewşeke nakokî em dikarin li ser eşkerekirina riya rast û riya ku divê em li ser bimeşin bifikirin. Her çend me di vî warî de gelek gav neavêtibe jî di asteke mezin de rê nîşan daye û ez bawer dikim ku di sala nû de em ê bikaribin van meylan ava bikin.