Mizgîn Hesen: Pêşxistina zanebûna jinan di aliyê zagon û parastinê de giringe

Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen têkildarî xebatên navenda wan û naveroka dozên ku pê re elaqedar dibin got: “Armanca me parastina mafê jinan, lêkolînkirina binpêkirinan û darezandina sûcdarane.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Di 1’ê Mijdara sala 2019’an de Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Ev navend binpêkirin û sûcên ku li dijî jinan hatine kirin belge dike û ji aliyên pêwendîdar ên dadgehên navneteweyî re dişîne. Pêwîstiyeke girîng hebû ku navendeke wiha bê vekirin ji bo di aliyê hînbûna jinan de ji bo maf û zagonên wan têgihîştinek çêbibe û jin bikaribin di hemû qadên jiyanê de daxwaza mafên xwe bikin. Têkildarî mijarê Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen xebatên navendê û pêre jî naveroka dozên ku pê re elaqedar dibin nirxand.

“Em bi hemû dozên jinan re elaqedar dibin”

Mizgîn Hesen armanca vekirina Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Navenda me di 1’ê Mijdara sala 2019’an de hatiye vekirin. Ev navend weke pêwîstiyeke demê hat dîtin ji ber şerên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji êrîşên dewleta tirk ku di encamê de gelek herêmên Sûriyeyê hatin dagirkirin van hemûyan pêwîstiyek bi xwe re anîn ku navendeke wiha hebe xwedî li mafên jinên bûne qurbaniyên şeran derkeve. Her wiha me dît rewşa jinan hem li herêmên Sûriyeyê hem jî di herêmên dagirkirî ber bi aloziyeke mezin ve diçe bi taybetî di mijarên xwekuştin, qetilkirin û tundiyê de. Me xwest em bibin alîkar û vê yekê ji kokê de rabikin. Di heman demê de me xwest em bibin cihekî girîng ku karibe lêkolînan li ser mijarên girêdayî mafên jinan bike. Di destpêkê de komîteya me ya damezrîner ji 20 kesan hat amadekirin û piraniya wan parêzer bûn ku di mijarên mafên jinan de pispor in. Yanî bi giştî em bi hemû kar û xebatên têkildarî dozên jinan re elaqedar in.

“Yekemîn doza ku navenda me girt ser milên xwe doza Hevrîn Xelef bû”

Mizgîn Hesen naveroka kar, xebat û dozên ku pê re elaqedar dibin şîrove kir û wiha domand: “Bi damezrandina navenda me re yekemîn doza ku me girt ser milên xwe, doza siyasetmedara jin Hevrîn Xelef bû. Hevrîn Xelef weke jineke siyasetmedar bi rengekî pir tund û wehşî hat qetilkirin. Me erkekî pîroz ji bo doza Hevrîn da meşandin, me dosyayek amade kir û radestî saziyên navneteweyî yên hiqûqî weke mafên mirovan û dadgeha bilind a sûcan kir û ji hin aliyan me bersiv girt. Her wiha xebatên ji bo jinan weke perwerdeya li ser bidestxistina mafên jinan, perwerdeya li ser hevpeymanên navneteweyî girêdayî mafên jinan me bi jinan dan naskirin. Hemû binpêkirinên li ser jinan di qadên dagirkirî yên li Sûriyeyê, li Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Cerablûs, Bab, Izazê tên kirin em wekî dokumanter qeyd dikin bê ew bûyer çawa bûne bi çi şeklî çêbûne û weke dosya em radestî aliyên pêwendîdar dikin. Di demên dawiyê de li ser rewşa jinên DAIŞ’ê me xebatek da destpêkirin. Jinên DAIŞ’ê yên ku hem tundî kirine û dîtine me xwest em wan ji rewşa wan a xerab derbixin da ku careke din li jiyana xwe vegerin û durist bibin. Mijareke din rewşa jinan a zagonî di dadgehên Rêveberiya Xweser de ye em dişopînin û bi riya parêzeran em alîkariyê ji wan re didin. Bi rastî hin jin hene di gelek cihan de xwe kêm dibînin, em çiqas dikarin di aliyê derûnî, aborî û civakî de bi van jinan re bibin alîkar, ji bo ku qîmeta xwe bizanibin bi vî rengî em dixwazin bi jinan re alîkar bin da ew jin xwe nas bikin, nirxên xwe nas bikin û bizanibin ku ew jî beşek ji jiyanê ne û girîng in. Em dixwazin civakek bi azadiya jinan ava bikin û jin tê de pêşeng bin.”

“Em dixwazin di warê zagonên jinan de hişyariyê çêbikin”

Mizgîn Hesen xebatên ku di hundirê navendê de ji bo amadekirina dosyayan tê kirin anî ziman her wiha plana xwe ya dema pêş eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Di hundirê navenda me de gelek kar û xebatên sereke ji bo endaman tên meşandin. Em dixwazin koma me ya di navendê de bi rengekî profesyonel bixebite der barê vê yekê de perwerdeyên weke montaj, wêne, belgekirin û lêkolînan tên dayîn. Hin hevkariyên me jî hene em dixwazin wan hevkariyên xwe bi pêş bixin. Her wiha hinek xebatên perwerdeyê ji bo jinan bi giştî çêbikin ne tenê li herêmê li tevahî Sûriyeyê em zanebûneke giştî di aliyê zagonên jinan de bidin çêkirin. Hin bernameyên me yên perwerdeyê hene ku di asta parastina hemû jinan de kar û xebatên me hene. Niha jî li ser projeyek em dixebitin, çawa aştiya navxweyî di nav jinan de bê pejirandin em lêkolînên xwe li ser wê çêdikin û di demeke nêz de em ê bikin pratîkê. Ez dixwazim bibêjim ku rewşa siyasî ya rû dide dest nade sûcdarên binpêkirinên der heqê jinan de werin darizandin ji ber zagonên heyî hinekî ji bo me zehmet tên. Her çiqas em bersiveke bi lez nebînin jî hêviya me heye û em ê xebatên xwe bigihîjînin serî. Ger mirov li pey doza xwe be ew doz winda nabe.”