Mexrîb di navbera metnên qanûnî û valahiya di pratîka dadwerî de asê ma

Di salên dawî de, Mexrîb rastî reformên girîng ên qanûnî bo xurtkirina mafên jinan hatiye. Çalakvanên mafên mirovan tekez dikin ku pirsgirêka sereke êdî ne bi nebûna metnên qanûnî ve girêdayî ye.

HENAN HERÊT

Mexrîb – Ev nêzî 15 sal in ku destûra bingehîn a 2011’an hatiye sepandin. Di destûrê de prensîbên edalet, wekhevî û bêcudakariyê hatine destnîşankirin. Pirsgirêkên bicîhanînê hê jî dadgehên Mexrîbê aciz dikin. Di navbera çarçoveyek qanûnî ya ku wek rêjeyên pêşketî tê binavkirin û rastiyek dadwerî de ku rêxistinên mafên mirovan di sepandina wê de nelihev dibînin, valahiyek di navbera metnên qanûnî û sepandina pratîkî de berdewam dike. Nemaze di dozên ku jin tê de hene de.

‘Di salekê de bi qasî 28 hezar û 980 bûyerên tudiya li dijî jinan hatin tomarkirin’

Daneyên ji Tora Încad a Li Dijî Tundiya Zayendî û Jinên Hevgirtî (Women in Solidarity) nîşan didin ku di salekê de bi qasî 28 hezar û 980 bûyerên tudiya li dijî jinan hatine tomarkirin. Ji sedî 47’ê vê rêjeyê, tundiya psîkolojîk e. Ev yek jî nîşan dide ku tevî pirrengiya mekanîzmayên yasayî û sazûmanî, ev diyarde berdewam dike. Li gorî komele û rêxistinên mafên mirovan, zextên civakî û malbatî, ligel tevlihevî û dirêjahiya prosedurên dadwerî, dibe ku hin jinan neçar bike ku ji şopandina dozên têkildarî tundiyê vekişin an jî bi wan re nedomînin. Ev yek jî beşek ji valahiya di navbera mîsogeriyên qanûnî û rastiya rastîn a di nav dadgehan de nîşan dide.

Valahiya di navbera nivîs û sepandinê de

Parêzer Kenza El-Şebîhî El-Wehdewî piştrast kir ku pirsgirêka sereke îro ne di nebûna qanûnan de ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Lê bandora wan, di sepandina dadwerî ya rojane de ye. Dijwariya rastîn di sepandina van qanûnan de di pratîka dadwerî de ye. Ji ber ku di hejmarek dozên têkildarî jinan de hê jî valahiya di navbera nivîs û sepandinê de heye.”
Parêzer Kenza El-Şebîhî El-Wehdewî destnîşan kir ku di salên dawî de mafên jinan li Mexrîbê şahidiya pêşketinek girîng kirine û wiha pê de çû: “Nemaze piştî destûra bingehîn a 2011’an ku prensîbên edalet, wekhevî û bêcudakariyê di navbera jin û mêran de di warên çandî, siyasî, aborî û hiqûqî de xurt kir. Ev çarçoveya hiqûqî, di prensîbê de, bêcudakariyê, hem di warê nivîsan de û hem jî di pratîkê de di nav dadgehan de, piştrast dike.”

Hişyariya qanûnî wekî xalek destpêkê ya ji bo hêzdarkirinê ye

Parêzer Kenza El-Şebîhî El-Wehdewî bawer dike ku hişmendiya qanûnî yek ji stûnên bingehîn ên ji bo baştirkirina parastina jinan pêk tîne û wiha rave kir: “Çalakkirina jinan ji bo zanîna maf û erkên xwe û mekanîzmayên qanûnî yên berdest, şiyana wan a girtina biryarên baş û parastina berjewendiyên xwe di nav saziyên dadwerî û derveyî de zêde dike. Hişyariya qanûnî di vî warî de stûnek girîng e. Ji ber ku jin çiqas ji maf û erkên xwe haydar be û çiqas ji mekanîzmayên qanûnî bêtir agahdar be, ewqas bêtir dikare biryarên qanûnî yên baş bide û berjewendî û mafên xwe biparêze.”

Reformên yasayî û zehmetiyên pêkanînê

Her wiha Kenza bal kişand ser girîngiya hişyariya qanûnî û şopandina mijarên mafên mirovan, ji bilî rola rêxistinên civaka sivîl a di piştgiriya jinan û handana wan a ji bo zanîna mafên xwe de. Parêzer Kenza El-Şebîhî destnîşan kir ku berdewamiya reformên yasayî û sazûmanî hê jî pêwîst e û wiha domand: “Digel xurtkirina perwerdehiya gelek aliyên pêwendîdar a di pergala dadweriyê de û pejirandina rêbazek ku taybetmendiyên pirsgirêkên jinan li ber çav digre, da ku sepandina rast a qanûnê di vî warî de were mîsogerkirin. Mexrîbê di salên dawî de şahidiya rêze reformên têkildarî pirsgirêkên jinan kiriye. Nemaze di warê têkoşîna li dijî tundiya li dijî wan û xurtkirina parastina qanûnî de.”

‘Ji maf û erkên xwe yên qanûnî haydar bin’

Parêzer Kenza diyar kir ku dijwariya rastîn êdî ne tenê bi hebûna metnên qanûnî ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Her wiha bi bandoriya mekanîzmayên ji bo bicîhanîna wan a li ser erdê û şiyana aliyên pêwendîdar ên cihêreng a di pergala dadwerî de ji bo fêmkirina taybetmendiya van pirsgirêkan û çareserkirina wan a bi awayekî ku mafên jinan garantî dike û edaletê pêk tîne ve girêdayî ye. Hewcedariya jinan bi vê heye ku ew ji maf û erkên xwe yên qanûnî haydar bin, ji ber ku ev hişmendiya dualî ew e ku dihêle ew biryarên qanûnî yên baş bidin û maf û berjewendiyên xwe di nav civakê de biparêzin.”