Meryem Soylu ya 79 salî û nexweş di girtîgehê dene

Meryem Soylu ya 79 salî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtine û avêtine girtîgehê ji ber nexweşiya mîdê ji ser xwe çu rakirin nexweşxangê. Keça Meryem Soylu Dîlan Soylu derketina diya xwe xwest û got: “Diya min nikare bi van nexweşiyan ve li girtîgehê bimîne. Dema li dervebû tim me dibire nexweşxanê.

 
Amed- Ji rêveberên Komaleya Kesên Xizmên xwe Di dergoşa Mirovahiyê Mezîbotamyayê de Winda Kirine (MEYADER) ê Meryem Soylu ya 79 salî 3 yê Adarê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin û birin girtîgehê. Hat hînbûn ku Meryem a nexweşiyên weke astim, şeker û tansyonê pêrene berî niha jî ji mîdeya xwe emelyat bûye di hefteya despêkê de ji girtîgehê rakirin nexweşxanê. Keça Meryemê Dîlan Soylu ji ajansa me re qala zoriyên diya wê di girtîgehê de dibîne kir û azadiya diya xwe xwest.
Meryem a ku tevlîbûna taziyan û ziyaretên malbatan jêre weke delîlên suc dîtine berê jî ji van sucan 9 sal û 2 meh di girtîgehê de maye û berî du salan ji girtîgehê derketiye. Meryem Soylu ya ku hema li hemû girtîgehên tirkiyê gerandine di wê navberê de gelek nexweşî pêre derketiye. 
Di girtîgehê de ji xwe çu û rakirin nexweşxanê! 
Meryem Soylu ya 3 yê Adarê hatî girtin ji ber nexweşiya mîdê ji ser xwe çu û ew rakirin nexweşxanê. Meryem a ji nexweşxanê bi telefonê li malbata xwe geriya diyar kir ku ew maş maîne nekirine. Keça Meryemê Dîlan Soylu di derbarê diya xwe ya nexweş li gortîgehê tê ragirtin de ev agahî da: “Dema ji bo gortina diya min hatin bi ser malê de girtin ez jî li malêbûm. Tiştek em jê ne xerîvbûn, ji xwe berê jî bi heman şêweyî diya min girtine. Diya min birin piştî çar rojan binçavan paşê girtin û şandin girtîgehê. Em şaşwaz man, ji ber tu delîlên suc ser diya min nebû. Berê jî bi heman awayî diya min 9 salan di girtîgehê de maye. Wê demê 10 sal ceza dan diya min û ew ji girtîgeha Amedê sirgunî girtîgehên weke Xerpêt û Dîlokê kirin. 
Dema nû ketî girtîgehê ti nexweşiyên wê nebûn, di girtîgehê de ev nexweşî hemû pêre çêbûne. Di girtîgehê de ji mîda xwe emelyatbû, nehêla ne em ne jî kes di nexweşxanê de li gel bimîne. Paşê dema çum hevdîtina wê min dît tena serê xwe di hucreyekê dene, destek wê kelepçekirî yê dinê jî sirum têdene. Bi wî halî ve jî ez di dêrî de bi diya xwe re axivîm.
Hem diya min hem jî dayîkên dinê gelek nexweşiyên wan hene. Cihê wan jinan ne girtîgehe. Ji xwe temenê diya min di girtîgehê de derbasbû. Niha cardin di girtîgehê dene. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê diya min nikare di girtîgehê de bimîne. Em ji tenduristiya diya xwe bigumanin û ditirsîn ku di girtîgehê de tiştek pê bê. Bila dewlet ewqas ji dayikan netirse. Em vê rewşê napejirînin û demildest azadiya diya xwe dixwazin.”