Mêrê ku ji emniyetê cesaret girt êrîşî jinek kir

Li Amedê kiryarê bi navê O.Z., bi mehan eşkenceya zayendî û sîstematîk li jineke biyanî kir. Kiryarê ku ji parêzera dosyayê re jî gefa kuştine dixwu, piştî ku hewil da jina mexdûr qetil bike hat girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Tirkiyeyê bûyerên qetilkirin û tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Li welatê ku ji ber daraz di dosyayên jinan de daxistinên wek ‘rewşa baş’ an jî ‘riza’ pêktinê di rejêya sûcan de tu kêmbûn nayê jiyîn, kiryarên jinan jî ji polîtîkaya bêcezatiyê cesaret digrin. Dema ku herî dawî li Amedê jinek biyanî ya ji aliyê mêrê binavê O.Z ve rastî tundiyê tê, li emniyetê 5 caran serlêdana giliyê dike, rayedaran der barê kiryar de tu muameleya hiqûqî ne dan destpêkirin. Kiryarê ku ji vê rewşê cesaret girt, piştre ji parêzerê jinê re jî gefên wek “ez ê tê bikujîm” xwar. Kiryarê ku piştî giliyan bi amûra birîne êrîşê jinê kir, hewilda jinê bikujê. Kiryar piştî giliya dawiya parêzer hat binçavkirin û girtin.

Bi mehan bi gotina "Hevjîna min a zewaca olî ye” tundiyê bikar anî

Li gorî agahiyên parêzara dosyayê Burcu Korkmaz Beştaş daye, jina ciwan a biyanî ji aliyê mêrekî bi navê O.Z. ya 55 salî ve bi mehan rastî tundî û destdirêjiyê hat. Hatebûn tevî ku navberan wan de tu têkileyek zewace jî tune ye, kiryar bi gotina "hevjina min a zewaca olî ye” li dijî jina mexdûr tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî pêkaniye. Parêzer Burcu Korkmaz Beştaş, diyar kir tevî ku mexdûr di vê pêvajoyê de xwestiye dev jî kiryar berde jî, bi kuştinê hatiye tehdît kirin û da zanîn ku jin piştî gefên lê hatiye xwarin di meha Adarê de serî li Baroya Amedê daye.

Tevî ku 5 caran serî li rayedarên emniyetê da, tu muameleya hiqûqî ne dan destpêkirin

Burcu Korkmaz Beştaş a diyar kir ku piştî serlêdanê di meha Adarê de der barê kiryar de 5 caran bi sûcên heqaret û gefxwarinê serî li emniyetê dane û gilî kirine, da zanîn ku piştî giliyên ku wan kirine, meqamên edlî tenê îfadeya kiryar girtine, berdanê û tu tedbîrên pêşîgirtinê negirtine. Hate tomarkirin ku di meha Nîsanê de kiryar O.Z çûye pêşiya mala ku jin lê dima jinê derp kiriye û piştre jî bi amûra birînê ya di destê xwe de hewildaye jinê bikuje. Kiryar O.Z yê ku piştî jina mexdûr qîr kir û alîkarî dixwaze ji cihê bûyerê direve, piştî bûyera hat jiyîn hat binçavkirin, hat girtin û şandin girtîgehê.

“Jinên koçber tên îstîsmarkirin”

Burcu Korkmaz Beştaş, destnîşan kir ku gelek jinên koçber bi îstîsmar kirine tên xirikandina rewşên wiha yên bêçare û balkişand ku di demên dawî de piraniya mêrên li welat bi hincet nîşanda nirxên olî zewicandina cara duyem ji xwe re maf dimînin. Burcu Korkmaz Beştaş got ji ber di dosyaya ku dişopandiye de parêzertiya jina mexdûr dike ji aliyê kiryar O.Z. ve gefên kuştinê digre û diyar kir ku der barê kiryar de hem ji bo na xwe hem jî ji bo jina mexdûr biryara dûrxistinê girtiye.

“Ji polîtîkayên bêcezatiyê hêz digrin”

Burcu Korkmaz Beştaş diyar kir ku di van salên dawî de ji ber tundî û êrîşên li hemberî parêzeran zêde bûne, di warê pêkanîna pîşeya xwe de zehmetiyan dikşînin û pêvajoya di demê dosyayê de hat jiyîn bivî awayî vegot: “Min di derbarê gefên ku dîtin de gilî kir, dosya niha di pêvajoya lêpirsînê de ye. Ez ê ji bo cezakirina kiryar şopdarê pêvajoyê bibim. Ev êrîş û gefên kiryarên mêr ên li ser parêzeran, bi taybetî jî li dijî parêzerên jin ên têkoşîna jinan dimeşînin, ne êrîşên takekesî ne, êrîşên bi bingeha zayendiya civakî ne. Kiryarên mêr ên tundiyê yê ji aliyê meqamên edlî ve tên parastin, ji polîtîkayên bêcezatiyê yên di dozên tundiya li ser jinan de tên pêkanîn hêz digrin. Lê belê, çawa ku tu êrîş û gef nikare hevpîşêyên me yên parêzer ên têkoşîna jinan didin bitirsîne, em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe û pîşeya xwe bidomînin."