Merceda Ghaedî: Sala borî sala 'berxwedan û tevgera edaletê' ya Îraniyan bû

Daxwaza “edaletê” weke daxwazeke ku hemû cîhan di lêgerîna dozeke hevpar de be û di vê lêgerînê de jin di rêza herî pêş de cih bigrin, li ber çavan e. Em bi girtiya siyasî ya berê ya Îranî û lêgerînera edaletê Merceda Ghaedî re axivîn.

SEMÎRA SALAVATÎ

Navenda Nûçeyan– Lêgerîna maf û hesta edaletê mijara hevpar a ku mirovahî di van salên dawî de hewl dide bi ser bixe ye. Di civakên ku ji sedemên siyasî heta hiqûqî, hestiyarî û civakî, hesta xwe ya edaletê winda kirine de, şopa rizandinê li her qadê xwe nîşan dide. Me xwest em li lêgerîna edaletê û parêzvaniya maf bi çavên Merceda Ghaedî ji aliyê Îranê ve binêrin. Girtiya siyasî ya berê û lêgerînera edaletê Merceda Ghaedî li ser çend mînakên welatê xwe ji me re behsa lêgerîna edaletê û zagonê ya li Îranê kir. Merceda Ghaedî bi gotinên; “Sala borî sala berxwedan û tevgera edaletê ya Îranê bû” dest pê dike û sala dawî bi van gotinan vebibêje. Li Îranê di warê mafê avê, parastina xwezayê, qanûnê, sergirtinê, ji azadiya baweriyê û azadiya werzîşê heta parêzvaniya edalet û parêzvaniya mafan saleke bi têkoşîn bû. Ji bo ku mirov vê yekê nebîne divê çavên mirov kor bin.

Li Îranê bi beşdariya zêdetirî 85 dozdar û şahidan dozek hat dîtin. Ev doz a Hemîd Nûrî bû ku li welat beşek ji lêgerîna maf û edaletê bû. Wek tê zanîn Hemîd Nûrî di sala 2019’an de li Balafirgeha Arlandayê weke “sûcdarê şer” hat binçavkirin, hat girtin û dest bi darizandina wî hat kirin. Vê rewşê di nav çalakvanên Îranê de dilxweşiyeke mezin çêkir. Hemîd Nûrî kî bû? Mirov dikare wî wekî Esat Oktay ê li Tirkiyeyê bi kirinên wî yên li zindanan nas bike. Hemîd Nûrî tenê yek ji wan kesên ku di sala 1988’an de 5 hezar girtiyan şand darvekirinê ye. Bi sedan, belkî bi hezaran jî rastî îşkence û destavêtinê hatin û kesê ku ev sûc kir ew bi xwe ye. Tevî ku ew li dadgehên derdikeve de hemû tawanan red dike jî; dîmen û wêneyên di salonên dadgehê de yên ku li dijî çalakgerên Îranî tên kirin wî nîşan didin. Me bi girtiya siyasî ya di salên 1980’î ​​de li zindanê maye, bi Masedeh Ghaedî re hevpeyvînek pêk anî û xebatên tevgera parêzkariyê û encamên dozên ku pêk hatin lêkolîn kir.

“Jinên hatin binçavkirin nehatin qeydkirin jî”

Hem darizandina Hamid Nurî hem jî dozên sala borî yan jî tevahî dozan hûn çawa dinirxînin?

Sala borî tevgera dozê gavên mezin avêt. Malbat çalakiyên xwe û tevgerên xwe yên parastinê didomînin. Dayik li her qadê li edaletê digerin.

Yekem tiştê ku sala borî qewimî, girtina cîgirê serokê berê yê girtîgehê Hemîd Nûrî bû. Di sala 1988’an de di kuştina yek ji girtiyên siyasî yên wê demê de, rola wî hebû. Di dadgehê de diyar kir ku ew 10 sal in di girtîgehê de gardiyan e û di destpêkê de tenê li dijî Kurdistanê polîtîkayên zextê kiriye. 19 meh piştî girtina wî, dema dadgehkirina Hemîd Nûrî dest pê kir, danişîna ku 8 mehan domiya, pêk hat. 85 şahid tevli bûn. Bi rastî, trajediya ku me jiya hê jî em nikarin vebêjin. Kesên ku dizanin hê jî dengê qamçiyan ê wê serdemê dibihîzin. Hemû kesên ku wî ki bo wan digot ne misliman in, hatin îdamkirin. Gelek tiştên ku hatin kirin neketin qeydên fermî. Piraniya jinan dernexistin dadgehê jî. Zarokên jinên şoreşger ên ku dua nekirin rastî îşkenceyê hatin, neçar hatin hiştin ku dua bikin û nimêj bikin. Jin, mêr zarok hemû bi vî awayî bûn. Mixabin niha dadgeh ji ber ku jin bi fermî nehatine girtin, pêvajoyeke ku zêdetir mêr tê de cih digrin dimeşîne.

“Sûcên xwe înkar kir”

Hûn dikarin dadgehê şîrove bikin? Sûc û îtîrafên Hemîd Nûrî, bandoreke çawa li dadgehê kir gelo ji bo pêvajoya hiqûqî bû alîkar?

Di nava çend rojên ku Hemîd Nûrî neçar ma xwe biparêze de ez li dadgehê bûm û wî hemû sûcên tirsnak ên ku kiribû qebûl nekir. Ez tevli bûm û min got ew çîrokên derew li hev tînin. Paşê jî wî got ku dema  em behs dikin di girtîgehên din de bûye. Navekî ku me di tîmên mirinê de dît ew bû. Ji aliyê malbatan ve jî her tim li derdora girtîgehê hatiye dîtin û zarokên ku îskence dîtine jî wî nas dikin.

"Em hêvî dikin ku cezayek giran bigre"

Di danişîne de, Komara Îslamî ya Îranê di dema danişîna Hemîd Nûrî de çawa bertek nîşan da û gelo sûcên wî parast?

Destpêkê Hemîd Nûrî îtîrafên biçûk kir lê piştî dadgehê neçar ma helwestek bigre. Ajanên Komara Îslamî, balyozxane û malbata wî li gel me di heman odeyê de bûn û guhdariya wî dikirin.

Piştî ku dadgehkirina Hemîd Nûrî bi dawî bû û prosedur hatin bicihanîn gelo em dikarin hêvî bikin ku ew ê ji ber kiryar û tawanên xwe bê cezakirin?

Divê em li bendê bin lê parêzerên ku li ser vê dozê dixebitin pir bi hêvî ne. Ew hêvî dikin ku ji bo Hemîd Nûrî cezayê giran were dayîn. Encama erênî ya ku em ê ji dadgehê bigrin me tetmîn bike. Em jî li benda vî cezayî ne.

Weke ku me îro dît gelek hunermend, rewşenbîr û têkoşer wek nîşana piştevaniya malbatên ku lêgerîna edaletê dikin tên dîtin. Li gorî we dem nehatiye ku tevgera parêzvaniyê li Îranê bibe tevgereke neteweyî ya ku edaletê pêk tîne?

Bi rastî jî girîng e ku hem malbatên girtiyên siyasî hem jî yên gel li gel wan bin. Jimara kesên ku beşdarî lêgerîna edaletê dibin çiqas zêde bibe divê doza zulmê jî ewqasî kêm bibe. Ji malên me yên ku em şîn digrin û hêstiran lê dibarînin zêdetir, gorên me hene.