Mamosteyê ku zarokan tacîz kiribû bi hinceta ‘têkiliya civakî’ cezayê wî hat daxistin

Li Pîranê mamosteyê bi navê D.B ku li dijî gelek zarokan tacîza zayendî kiribû 32 sal 28 meh û 12 roj ceza girtibû. Dadgehê ‘rewşa baş’ a kiryar li danişînan û ‘têkiliyên wî yên civakî’ li ber çav girt û cezayê wî daxist.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Pîrana Amedê di meha Cotmeha sala 2021’ê de D. B. yê ku li dibistaneke pêşîn mamostehî dikir, gelek zarokên keç û kur ên ku temenê wan di navbera 8-9 de bû tacîk kiribû. Piştî ku bûyer derket holê, gef li malbatan hat xwarin ku gilî nekin. Li ser serlêdana 4 malbatên ku guh nedan gefan û gilî kirin, kiryar D. B. ji peywirê hat dûrxistin. D. B. di danişîna yekem a dozê de hat girtin bi sûcê “îstîsmara zayendî” ya li dijî 4 zarokan bi giştî

32 sal, 28 meh û 12 roj cezayê girtîgehê hat dayîn lê dadgehê dûre bi hinceta ‘rewşa baş’ ‘têkiliyên wê yên civakî’ cezayê wî daxist.

Di danişîna yekem de hat girtin

Bûyer piştî ku zarokan tiştên jiyane ji malbatên xwe re vegotin derket holê. Piştî ku li navçeyê hat bihîstin, malbatên zarokan giliya D.B. kirin. Der barê D.B. yê ku piştî giliyê ji peywirê hat dûrxistin de bi sûcê “li dijî zarokan îstîsmara zayendî” lêpirsîn hat vekirin. Zarokên ku hem li qereqola navçeyê hem jî Navenda Şopandina Zarokan îfade dan bûyerê piştrast kirin, kiryarê tacîza zayendî D.B. hat girtin û wî şandin girtîgehê. Di îdianameya ku hat amadekirin de hat xwestin ku D.B. ji ber îstîsmara zayendî were cezakirin.

Hinek malbatan ji ber zextê gilî nekir!

Endamên malbatak ên ku berê m bi wan re li ser mijarê axivîbûn her dem xwestin edalet bi cih were, tevî zextên li ser wan hatin kirin jî dest ji giliyê bernedan. Malbatan diyar kir ku mamosteyê kiryar 8 salan di heman dibistanê de xebitiye û dan zanîn ku hejmara zarokên rastî îstîsmara zayendî hatine zêdetir e. Di danişîna ku li Duyemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin biryar derket. Di biryara piştî du salan de cezayê D.B. ‘ji ber rewşa baş’ hat daxistin.

‘Têkiliyên civakî’ yên bersûc bûn hinceta daxistinê!

Piştî danişînê di biryara bi hincet de cezayê bersûc bi sûcê “li dijî 4 zarokan îstîsmara zayendî” 10 sal, 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat dayîn. Heyeta dadgehê ji ber ‘rewşa baş’ a di danişînan de jî ‘têkiliyên wî yên civakî’ li ber çavan girt û ceza daxist. Bi wê yekê ji bo sûcê li dijî her zarokek ji bo bersûc ceza daket 8 sal û 7 meh û 3 rojan. Heyeta dadgehê, bi hinceta ku hêmanên zagonî yên sûc tune ne ji sûcê “bêparhiştina kes ji azadiyê” jî der barê bersûc de biryara beraetê da.

Dê parêzer îtiraz bikin

Ji ber daxistina cezayê bersûcê ku bi temamî 32 sal 28 meh û 12 roj ceza girtibû dê malbat û parêzer ji ber daxistina ceza serî li dadgehek bilind bidin û îtiraz bikin.