Li Yemenê Rêxistina Komeleya Dayikên Girtiyan hatiye ava kirin

Komeleya Dayikên Girtiyan ji bo zanîna çarenûsa gelek mirovên ku bi zorê hatine revandin li gelek bajarên Yemenê piştgiriya manewî dan malbatên girtiyan û ji bo azadkirina girtiyan gelek çalakiyan li dardixin.

NÛR SERÎB
Yemen -  Li Yemenê di encama pevçûn û tevliheviyan de piştî zêdebûna hejmara revandin û girtinan bi armanca zanîna çarenusa girtiyan di 15'ê Nîsana sala 2016'an de, komeke dayik, xizmên girtiyan û kesên revandî û çalakvanên mafên mirovan, rêxistina Komeleya Dayikên Girtiyan damezirandin.
 “Komele hewil dide kiryarên binpêkirinan derxe pêş dadgehê”
 Di derbarê çalakiyên komeleyê de Seroka komeleya Dayikên zarokên wan hatin girtin û revandin de Êma El-Selam El-Hac ji ajansa me re axivî û got: “Komele rêxistineke mirovî û mafê mirovan ya Yemenê ye ku li ser dosyaya revandin, binçavkirin û windakirina kesan li Yemenê  ji aliyê komên El-Hosî û hikûmeta ku navnetewî tê nasîn tên revandin û girtin dixebite. Ev Komele ji bo rizgarkirina wan kesên hatine revandin dibe alîkar û ji bo xurtkirina serweria qanûnî û zêdekirina zanstî di warê mafên mirovan û pêkanîna edaletê bi rêya belgekirina bûyerên revamdin û binçavkirina û ji bo rizgarkirina wan hewildanên civakî seferber dikin. Ev komele hewil dide kiryarên van binpêkirinan derxe pêş dadgehê û bi kesên girtî û malbatên wan re bibe alîkar û alîkariya wan di warê derunî û madî de bike û zanebûna qanûnî zêde bike.”
 “Komele di çalakiyên xwe de daxwaza rizgarkirina hemû girtiyan dike”  
Êma El-Selam El-Hac da zanîn ku wan ev komale ji bo rizgarkirina girtiyan av akiriye û di derbarê damezrandina rêxistina Komeleya Dayikên Girtiyan de wiha got:  “Komele ji despêkê de ji bo dayik û xizmên kesên girtî, binçavkirî, winda û çalakvanên mafê mirovan hat damezrandin. Niha di vê komeleyê de zêdeyî 150’î kesan ji malbat û xizmên kesên girtî, binçavkirî û winda di nav xwede dihewîne. Komele di çalakiyên xwe de daxwaza rizgarkirina jin, ciwan û  hemû  kesên hatine girtin ji hemû aliyan û partiyan bê istisna dikin. Komeleyê herî kêm 859 bûyerên revandin, binçavkirin û windakirin ji aliyên hemû partî û saziyan ve hetiye bilge kirin.”
 “Ji bo hemû jin û ciwanên girtî û binçavkirî em têkoşîn didin meşandin”
Êma El-selam El- Hac di derbarê xemsariya bi dosyayên kesên revandî û binçavkirî de wiha dibêje: “Em bi domdarî bi paşguhkirinê re rûbirû ne. Em saziyên herêmî û navneteweyî dixin nav sûretê binpêkirinên ku kesên girtî û binçavkirî  û malbatên wan pêre rû bi rû dimînin û gotobêjkirina tiştên ku em dikarin bikin di tekoşîn xwe ya ber bi ronahiya azadiyê de em ji bo hemû jin û ciwanên girtî û binçavkirî têkoşinekê didin meşandin. Her wiha imze kirina peymana Cinêf ê di îlûna 2020'an de, ji bo azadkirina koma yekem a girtiyan ku 1420 girtî têde hene, ev jî piştî ku aliyên nakok li Yemenê bi nûnertiya hikûmeta Yemenê û koma El-Hûsî qebûl kirin. Li hevkirina Siweyd di kanûna 2018'an de ku hevguhertina 15 hezar girtî hebû.”
 “Komeleyê gelek daxuyaniyên ji bo mafên mirovan weşandin”   
Tevî ku şer berdewam jî dike de Seroka komeleya Dayikên zarokên wan hatin girtin û revandin de Êma El-Selam El-Hac diyar kir ku gelek rê hene ji bo rizgarkirina kesên girtî û revandî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Hemû  rêbazên ku me bi wan re xebitandî hîna jî bi kêmek xweşbînî û sebrê gengaz in. Bi navbeynkariya navneteweyî, herêmî, berdewam kirina hiqûqî û mafên mirovan û zextên çapemeniyê yên li ser berpirsiyarên van binpêkirinan têne temsîl kirin. Komelê gelek daxuyaniyên mafên mirovan weşandin ku bi zimanê İngilîzî hatin weşandin da ku êşa kesên revandî û girtiyan li gelek navendên lê hatine binçav kirin li Yemenê belav bûne û bi rêya kampanyayên elektironîk û xwepêşandan li gelek parêzgehan ji bo rizgarkirina girtiyan bê şert û merc me bang kir.”
Hêjayî gotinê  ku krîza Yemenî piştî koma Hûsî bajarê Sanaa kontrol kir di Adar 2015'an de dest pê kir, beriya koma El-Hûsî herêm di bin kontrola hêzên Serok Ebid Riba Mensûr Hadî de bû û destwerdana koalîsyona Ereb di şerde, heya îro jî berdewam dike û çareseriyek li ber çavan nîn e.