Li Tûnisê fermana ji bo jinên cotkar heye lê pêkanîn tune

Tevî derbasbûna du salan, li Tûnisê fermana parastina civakî ya jinên cotkar hê nehatiye pêkanîn û hejmarên fermî yên jinên ku jê sûd girtine, tune ne.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tûnis – Di 22'yê Cotmeha 2026'an de, du sal di ser derxistina fermana hejmar 4 a sala 2024'an re derbas dibe. Ev fermana ku têkildarî pergala parastina civakî ya jinên di qada cotkariyê de dixebitin e, yekem nivîsa qanûnî ya li Tûnisê ye ku ji bo vê beşê pergala taybet a parastina civakî ava dike.

Di navbera armanca hêvîdar a zagonê û rastiya pêkanîna wê de, hin çalakvanên mafên jinan piştî du salan li encamên hatine bidestxistin û astengiyên hê jî berdewam dikin dinhêrin. Ev mijar Bi beşeke girîng a hêza kar a cotkariyê ve girêdayî ye û zêdetirî ji sedî 20 ji hêza kar a vî qadî ya li welêt digire.

Seroka komeleya ji bo mafên aborî û civakî yên jinan 'Selîma' Rîm El-Nesîrî got ku komeleya wan ji sala 2023'an ve ye, fermana hejmar 4 a di sala 2024'an de hatiye derxistin, ji nêz ve dişopîne. Rîm diyar kir ku wan gelek çalakî lidar xistine û daxwaza mafên ku di vê fermanê de hatine destnîşankirin, kiriye.

'Ev ferman ji bo mafên cotkarên jin e'

Rîm El-Nesîrî da zanîn ku ferman parastina civakî, betlaneya dayîkbûnê, mafên têkildarî şert û mercên kar û hêzdarkirina aborî ya jinan dihewîne. Rîm El-Nesîrî ragihand ku aliyê erênî yê zagonê, ji bo jinên di cotkariyê de dixebitin, pergala parastina civakî hatiye destnîşankirin e û wiha domand: “Lê ferman hê jî tenê li ser kaxezê maye û di pratîkê de nayê pêkanîn. Tevî ku bi awayekî fermî hatiye weşandin, heta niha tu pêkanîna rastîn tune ye. Destwerdanên zelal ên saziyên civakî û rêveberiyên têkildar jî nayên dîtin. Her wiha tu hejmarên fermî yên derbarê jinên cotkar ên ku dikarin ji vê yasayê sûd bigrin jî, tunene.”

Rîm El-Nesîrî destnîşan kir ku ev nivîsa yasayî, sîgorteya tendirustiyê û parastina ji qezayên kar jî dihewîne û wiha pê de çû: “Lê di rastiyê de her roj jin di qezayên tirimbêlên veguhestinê de dimirin bêyî ku parastineke wan hebe. Ji ber vê yekê, komele daxwaza pêkanîn û şopandina vê fermanê dike.”

'Piraniya jinên cotkar ji hebûna vê fermanê haydar nînin'

Rîm El-Nesîrî da xuyakirin ku jinên karê cotkariyê dikin, ji hêza kar a vê qadê li Tûnisê zêdetirî ji sedî 20’î pêk tînin. Rîm got ji ber ku aboriya neteweyî bi giranî xwe dispêre cotkariyê, ew di aboriya welêt de roleke bingehîn dilîzin û wiha pê de çû: “Tevî vê yekê jinên cotkar ji gelek mafên bingehîn bêpar in. Piraniya jinên cotkar ji hebûna vê fermanê haydar nînin. Divê hikûmet wan û komeleyên ku ji bo mafên jinan dixebitin tevlî pêvajoya agahdarkirinê û biryardayînê bike. Jinên cotkar hê jî rastî îstîsmara aborî û hemû cureyên tundiyê tên.”

Mekanîzmayek ku li benda pêkanînê ye

Çalakvan Îman Dalî jî diyar kir ku yek ji girîngtirîn xalên vê fermanê avakirina tomarek neteweyî ya jinên cotkar e. Îman anî ziman ku ev tomar hemû agahî û daneyên demografîk, tendirustî, perwerdehî û aborî yên vê beşê dihewîne û wiha got: “Ev ferman gelek cureyên jinên cotkar, hem jinên bi mûçe dixebitin hem jî yên bê mûçe, dihewîne. Ji ber vê yekê ev tomar dê di amadekirina dosyayên taybet ji bo her komekê de, girîng be.”

Îman Dalî destnîşan kir ku tomar bi xwe mekanîzmayeke girîng e, lê pirsgirêk di pêkanîna wê û destnîşankirina saziyên berpirsyar de ye. Îman wiha domand: “Daneyên vê tomarê bi awayekî rast û dirust bên analîzkirin, ew ê alîkariya rêxistinkirina dosyayan û qeydkirina rast a jinan bike. Bi taybetî ji bo tevlêbûna wan a li pergala parastina civakî.”

Daxwaza pêkanîna bilez a zagonê

Îman Dalî eşkere kir ku yekem daxwaz pêkanîna bilez a yasayê ye û wiha got: “Wezareta Karên Civakî ku di fermanê de wek saziya berpirsyar hatiye destnîşankirin, an jî saziyên neteweyî û herêmî yên têkildar, divê demeke diyar ji bo pêkanîna bendên fermanê destnîşan bikin. Daxwaza duyemîn, zêdekirina têkiliyê bi civaka sivîl a di vê qadê de dixebite û zêdekirina hişyariyê li ser naveroka fermanê ye. Veguhestina jinên cotkar gelek girîng e û ev mijar tenê veguhestina wan bo cihê kar nîne. Di heman demê de mijareke rûmetê û mafê kar ê  di hawîrdoreke bi ewle de ye.”

Ferman gelek rêziknameyan dihewîne

Îman Dalî bilêv kir ku ferman gelek rêziknameyên têkildarî veguhestina bi ewle û rêbazên bedêlgirtinê dihewîne û bal kişand ser van xalan: “Lê civaka sivîl bawer dike ku ji bedêlê girîngtir ew e ku veguhastineke bi ewle, li gorî zagonên trafîkê, ji bo jinên cotkar bê peydakirin. Çavdêriya rastîn li ser wesayîtên veguhestinê yên heyî, peydakirina veguhestina bi ewle ku li gorî şert û mercên herêmên gundewarî be û têkiliya rasterast bi jinên cotkar re, heye.”

Tê bibîrxistin ku fermana hejmar 4, di 22'ê Cotmeha 2024'an de hatiye derxistin û armanca wê avakirina pergala taybet a parastina civakî ya jinên cotkar e. Ev tedbîra zagonî armanc dike ku tevlêbûna aborî ya jinên cotkar xurt bike û di heman demê de sûdwergirtina wan a ji sîgorteya nexweşiyê, parastina li hember metirsiyên pîşeyî, mûçeya teqawidbûnê an jî mûçeya pîrbûn û seqetiyê, her wiha sûdên ewlekariya civakî ji bo kesên ku şertan pêk tînin, misoger bike.