Li Tûnisê di bin siya zagona parastinê de ‘Femicide’ 5 qat zêde bû

Li Tûnisê tevî ku Zagona Hejmar 58’an a li dijî tundiyê ket meriyetê jî, hejmara jinên ku hatine kuştin ji 7’an derket 30’î. Kuştina mamoste Merwa ya ji ber redkirina daxwaza zewacê, rûyê tarî yê “tawanên redkirinê” û valahiya sîstema parastinê anî rojevê

ZUHÛR EL-MEŞIRIQÎ

Tûnis – Dema ku Zagona Hejmar 58’an a derbarê Ji Holê Rakirina Tundiya li ser Jinê de hat derxistin, di zagona çêkirina Tûnisê de gaveke pir girîng bû. Lê belê îro dijberiyeke biêş derdikeve holê ku divê em li ser rawestin. Dema ku armanc kêmkirina kiryarên tundiyê bû, dane nîşan didin ku tundiya li ser jinê bi awayekî xeternak zêde bûye û diyardeya “Jinqirkirinê” (Femicide) bi awayekî berbiçav ji rêjeya beriya ketina qanûnê ya meriyetê, derbas bûye.

Di 2017’an de 7 bûyer, di 2025’an de 30 bûyer

Hejmar xetereya rewşê radixin ber çavan. Di sala 2017’an de hejmara qurbaniyên jinqirkirinê ji 7 kesî derbas nedibû, lê rapor nîşan didin ku ev rêje gihîştiye asteke rekorê. Di sala 2024’an de derket 25’an û di sala 2025’an de gihîşt 30’î. Ev yek tê wê wateyê ku tawana kuştina jinan di nav çend salan de 4 heta 5 qatî zêde bûye.

Ev zêdebûna tundiya li ser bingeha zayendî ne ji valahiyê ye; encama pevçûna hewldanên azadiyê û mafên mîsogerkirî ye. Li hember strukturên civakî yên ku hîn jî “zilamtiya jehrî” û azweriya kontrola baviksalarî hildiberînin.

Tawanên redkirinê

Ev valahiya xeternak di van rojan de di tawana kuştina mamoste Merwa de li gundewarê Qeyrewanê (li navenda Tûnisê) ji aliyê kesekî ku wê daxwaza wî ya zewacê red kiribû de, xwe nîşan da. Ev ne bûyereke tenê bû, belkî mînakeke eşkere ya tiştê ku jê re tê gotin “Tawanên Redkirinê” ye. Di van tawanan de tundî wê demê zêde dibe ku zilam red dikin ku jin xwedî îrade û mafê hilbijartinê bin.

Trajediya Merwa ya ku ji ber redkirina daxwaza zewacê bi hovîtî hat kuştin, balkêş e. Berî wê nîşaneyên hişyariyê hebûn ku cidî nehatibûn girtin. Paşê mîna doza Refqa El-Şarnî ku beriya çar salan ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû kuştin û hemû qurbaniyên ku sîstema parastinê ya ewlehiyê ew xapandin, çandeke civakî ya serdest, rewakirina van gefan hêsan dike.

Zêdebûna xeternak a tundiya li ser jinan

Şêwirmenda Rêxistinên Mafên Mirovan Sewsen El-Ceadî, balê dikşîne ser xebata xwe ya dirêj di qada têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de û serî li ezmûna xwe ya di sepandina Zagona Hejmar 58’an de dide.

Sewsen El-Ceadî diyar dike ku di civaka Tûnisê de bi giştî û di tundiya li ser bingeha zayendî de zêdebûneke tirsnak heye. Ew tekez dike ku têgeha “Tundiya li ser bingeha zayendî” hîn jî ji aliyê gelek kesên di civakê de baş nayê fêmkirin, ji ber vê yekê zelalkirina vê têgeha mafparêzî pêwîstiyek e.

‘Merwa wê ne qurbaniya dawî be’

Sewsen El-Ceadî destnîşan dike ku ev tawan ne bûyerên ku di carekê de pêk tên, her wiha beşek ji rêzezencîra tundiya sîstematîk in. Civak tenê bi tawanên ku derdikevin holê re mijûl dibe, lê “aliyê veşartî” jî ji bîr dike. Ew jî ew e ku beriya her tawana kuştinê, gefên domdar û xelekek ji tundiyê heye. Îhtîmal e ku mamosteya hatî kuştin berê rastî gefên rasterast hatibe, mîna “Zewac nebe ez ê te bikujim”, lê civakê ev gef cidî negirtine. Her wiha saziyên dewletê di bin berpirsyariya qanûnî û mafparêzî de ne.

Ji sivikkirinê heya kuştinê: Bandora ‘zilamtiya jehrî’

Ev diyarde nemaze di civakên gundewar û dûr de ku çanda zilamsalar serdest e, zêdetir e. Di heman demê de, guherîneke civakî heye ku keç di aliyê akademîk û pîşeyî de pêşveçûnên mezin bi dest dixin û ev serkeftin ‘zilamtiya jehrî’ aciz dike. Ew her wiha balê dikişîne ser girîngiya guhertina çanda civakî û ji holê rakirina nêzîkatiyên patrîkî yên ku mafê redkirinê nadin jinê.

Têkoşîna li dijî tundiyê gelek aliyan dihewîne

Ji bo çareseriyê, Sewsen El-Ceadî daxwaza sepandina hişk a Zagonê Hejmar 58’an dike û balê dikişîne ser peydakirina çavkaniyên mirovî û madî ji bo parastina jinan. Ew dibêje ku parastina jinan ne “luksek” e, her wiha pêdiviyeke civakî ya lezgîn e jî.

Di dawiyê de, ew balê dikişîne ser rola medyayê, saziyên perwerdehiyê û çandî ji bo belavkirina rêzgirtina civakî û avakirina têkiliyên mirovî yên hevseng. Dibêje ku ev yek riya yekane ye ji bo rizgarbûna ji xeleka tundiyê.