Li Mexribê di warê rêveberiyê de astengî li pêşiya jinan hene

Endama sendîkayê û çalakvana mafên mirovan Fatna Avid bal kişand cihêkariya ku jinên Mexrîbî pê re rû bi rû dimînin û got: "Dive hikumet makezagonê ku mafê jinan diparêze aktîf bike.”

HANAN HARITE

Mexrib- Jinên karmend di sendîkayan de rastî gelek astengiyan tên. Nûnertiya wan tê sînordarkirin, di rêveberî û komîteyên sendîkayan de li gel zextan rê nadin jin bi azad beşdarî sendîkayên karmendan bibin.

Endama sendîkayê û çalakvana mafên mirovan Fatna Avid di vê mijarê de axivî û diyar kir ku nebûna nûnertiya jinan bi awayê bi hêz di navendên rêveberiyê de kêm e ev yek jî ji ber nêrîna cudakar a civakan e.

Hûn hebûna jinan di sendîkayên karmendan de çawa dinirxînî?

Ez weke endama sendîkayê zêdetirî 33 salan e dixebitim lê tevî hin guhertinên ku çêbûne jî jin lawaz in. Weke xwendin, tendirustî, tevn û cotkarî di deh salên dawî de gelek jin bi hêz tevli rêxistinên sendîkayan dibin. Lê tevî hejmara zêde jî cihê xwe di rêveberiyê de nagirin. Di buroyên cuda de jî di namzediya perbirsyariyên nûnertiya karmendan de di parlamentoyê de jî lawaz in. Her wiha hebûna wan di komîteyên guftûgoyên diyaloga civakî navendî û yên komî de jî lawaz e.

Gelo sendîkayên karmendan derfetê didin jinên karmend beşdarî xebatên sendîkayan bibin?

Rast e, em dikarin bibêjin sendîkayên karmendan derfetê didin jinên karmend beşdarî xebatên sendîkayan bibin ji ber ku xurtkirina wekheviya navbera herdu zayendan ji prensîbên hemû sendîkayan e û mafên hemû karmendan misoger dike mafê wan ê tevlibûna sendîkayan û beşdariya çalakiyan heye.

Sendîka nûnertiya karmendên mêr û jinan dike û hewl dide parastina zagonî û civakî ya karmendan xurt bike û rewşa wan di warê xebatê de baş bike. Lewra ji bo tevlibûna jinan di navendên biryardayînê û pêşxistina siyasetên sendîkayan de piştgiriyek mezin heye.

Gelek astengî û cihêkarî di nûnertiya jinan di rêveberiya sendîkayan de hene lê sendîkayên Mexribê bi giştî girîngiyê didin hebûna jinan û xurtkirina wan di karê sendîkayan de da ku di biryarên girêdayî maf û berjewendiyên wan de xebat hebin.

Astengî û nakokiyên ku jin di xebatên sendîkayan de dijîn çi ne?

Nûnertiya jinan kêm e di rêveberiya sendîka û komîteyan de yek ji astengiyên ku derdikeve pêşiya jinan ev e. Ji ber cihêkariyên li ser bingeha regezî û newekheviya derfetan jin kêm di cihên girîng de cih digrin. Carna nikarin zanyarî û jêderên pêwîst ji bo aktîf tevli sendîkayên karmendan bibin bigrin û di encamê de nikarin tevli biryaran bibin.

Bi giştî gelek zext û astengiyên çandî li pêşiya jinan hene ji ber ku civak rola wan sînordar kiriye. Her wiha gelek jin nexwenda ne ev jî bandorê li asta hişyariya di warê mafên wan de dike û di encamê de beşdariya wan di sendîkayan de kêm dibe.

Rêveberiya sendîkayan ji bo mêran tenê hatiye veqetandin gelo qey ewqas dijwar e jin bigihîjin navendên berpirsyariyê?

Belê dijwar e, li gorî daneyên dîrokî ji destpêka avakirina tevgera sendîkayê ve mêr berpirsyarên rêveberiyê bûn, çawa niha dê berpirsyariya xwe bi jinan re parve bikin?

Bêguman têkoşîna jinan di nava tevgerên siyasî û komelayetî de pêşketinek mezin bi xwe re anî. Bi saya guhertina zagonan û derketina peymanên navdewletî yên girêdayî mafên jinan, îro cîhan bi tevahî rola jinan dibîne û kes hebûna wan û girîngiya pêkanîna wekheviyê nake pirsgirêk lê astengî hene pêdivî bi guhertina hişmendiyê heye.

Ger wekhevî di nava civakê de tiştekî normal bê dîtin dê bandorê li hemû rêxistin û sendîkayan bike. Yek ji erkên endamên jin ên sendîkayan ew e ku têkoşîna dûr û dirêj berdewam bikin hebûna xwe di cihên biryardayînê de ferz bikin.

Yek ji erkên hikumetê ew e ku beşa 19’emîn di makezagonê de aktîf bike. Tê de hatiye diyarkirin ku mafên jin û mêran di warê, azadiya sivîl, siyasî, aborî, civakî, çandî û jîngehî de wekhev e. Her wiha di peymanên navdewletî yên ku Mexribê îmze kirine de jî ev maf hemû hatine diyarkirin. Di çarçoveya hukmên makzagonê û zagonên welat de ne lê pêkneanîna beşa makezagonê bandorê li mafên jinan bi giştî dike.

Hin aktor girêdayî jinan e, ji ber tirs û dudiliya wan dikevin pêşberka cihên berpirsyariyê û navendên biryardayînê lewre divê jin xurt bin têkoşîna xwe berdewam bikin bigihîjin navendên biryardayînê.

Negihîştina jinan a navendên biryardayînê di sendîkayan de weke tundiya li dijî mafên jinan tê dîtin?

Ev yek weke tundî nayê hesbandin lê ew cihêkarî ye û newekheviya di navbera herdu zayendan de ye. Tundî weke bikaranîna hêzê, gefxwarin û zirardayîna kesek din tê pênasekirin. Em dikarin bibêjin ku ew di encama cihêkariya li dijî jinan de di hin civakan de çêbûye. Astengiyên ku rê nadin jin bigihîjin navendên rêveberiyê di sendîkayan de ji ber rêgeza newekhevî û zordariya li dijî jinan e.

Divê hişyarî li ser girîngiya wekheviya  navbera herdu zayendan de xurt bibe û derfetên jinan di hemû warên rêveberiyê de wekhev bin, hemû astengî bên rakirin û çanda heyî bê guhertin. Bi vê yekê dê kiryarên ku rê nadin jin bibin rêveber û xwedî biryar bên rakirin û piştgiriyê bidin nûnertiya jinan di biryaran de.