Li Merve Nur Dogan a ku hedef hat nîşandan 10 sal û 6 meh ceza hat birîn

Parêzer Merve Nur Dogan a ku bi îdiaya di dema operasyonên leşkerî de di malzemeyên dîjîtal de wêneyê wê heye hat girtin, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê girt.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Parêzer Merve Nur Dogan a ku di Cotmeha 2020’an de di operasyona leşkerî ya li Amedê de bi hinceta ku wêneyên wê di malzemeyên dîjîtal ên di bine êrde de hat dîtin, bi rojan bi gotina “Parezera PKK’yî” bû hedefa çapemeniya havuzê, ji doza ku dihat darizandin 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Merve Nur Dogan bi sûcdariya "endama rêxistina terorê" li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Dadgehê wêneyên ku ji nava malzemeyan derket û îfadeyên şahidan hinceta ceza nîşan da.

Di danişîna dawî de wê anîn dadgehê

Merve Nur Dogan bi wêneyên ku piştî operasyonê di çapemeniyê de jî cih girt, di 9’ê Cotmeha 2020’an de hat binçavkirin, hat girtin. Merve Nur Dogan a piştî ket girtîgehê demek kêm ji Amedê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê hat kirin, tenê di danişîna xwe ya dawî de tevli dadgehê bû. Merve Nur Dogan a ku 5 danişînan bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li dadgeha ku di danişîna xwe ya dawî de tevli bû bi zazakî parastin kir.

Li ser roja ku sînyal nehat dayîn hat darizandin

Di dosyaya ku wêneyên hatiye bidestxistin û îfadeya şahidan cih digre de, qeydên HTS’ê yên aîdê sala 2018’an ku tê îdiakirin wêne hatine kişandin jî cih girt. Merve Nur Dogan di parastina xwe de diyar kir ku kesa di wêneyên di çapemeniyê de hatine nîşandan ne ew e û bi bernameya shopê hatiye çêkirin. Merve Nur Dogan diyar kir ku qeydên HTS'ê di nava salekê de tenê rojekê sînyal nedaye û li ser wê rojê hatiye darizandin û got ku divê darizandin bi awayekî adilane bê kirin.

Şahid got “Ez ji sedî 50 nas dikim”

Di dosyaya ku tenê îfadeya şahidek cih digre de gotina şahid a der barê Merve Nur Dogan a “Ez ji sedî 50 wê nas dikim” ji nedîtî ve nayê, hemû daxwazên parêzeran ên di dema dozê de hatin kirin jî ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin. Heyeta dadgehê di danişîna xwe ya dawî de bi zêdekirina ceza, bi hinceta "endama rêxistina terorê ye" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li parêzer Merve Nur Dogan birî. Merve Nur Dogan di dema binçavkirina xwe de bi rojan bûbû hedefa çapemeniya sereke.

Parêzerên dosyayê li dijî cezayê ku hatiye dayîn îtîraz kirin.