Li Iraqê jin ji mafê xwe yê mîrasê bêpar tên hiştin

Jinên Iraqî di nav civakê rastî zordarî û zexta mêran tê, gelek jin an bi gefan an jî bi rêbazên cûr bi cûr ji mafê xwe yê mîrasê bê par tê hiştin.

NÛR EL-MERSÛMÎ

Iraq – Li Iraqê di gelek milan de rastî neheqiyan tê di her qada jiyanê de cudahiya zayendî dihêle ku mafê jinan were paşguhxistin. Yek ji pirskirêka herî ber bi çav tê jiyîn mafê mîrasê ye. Li gelek deveran jin ji mafê xwe yê mîrasê bêpara her çendî zagonên ku mafê jinan hene jî ev maf tenê li ser kaxezan dimîne û jin bi zext û zordariya mêr re rû bi rû dimîne. Yek ji van jinan jî S.C.ye ku ji ber ewlekariyê nexwest nave xwe yê rast eşkere bike.

S.C. jinek ji Iraqê ye û ji  mafê mîrasê bêpar hatiye hiştîn zext û bêedeletiya ji aliyê mamê xwe jiyan kiriye vedibêje: “Bavê min di şerê Iraq û Îranê jiyana xwe ji dest da zarokatî û jiyana min bi dayîka min re li mala bapîrê min derbas bû. Wan hemû pêdiviyên min û dayîka min peyda dikirin heta dayîka min biryar da ku kar bike û parçeyek erd ji hikumeta Iraqî wergirt beramberî mûçeya wê mehane û malek ji xwe re ava kir. Lê piştî mal temam bû û dayîka min tê de rûnişt mamên min hatin dayîka min ji malê derbixin. Piştî ez mezin bûm, bi zextan ez bi pismamê xwe re hatim zewicandin. Wisa serdestiya mamên min li ser dayîka min zêde bûn û her tim daxwaza malê dikirin. Piştre pismamê min ji aliyê eşîrekê ve hate kuştin û pirsgirêk nava wan de zêde bûn, di dawiyê de biryar dan ku mala dayîka min a avakirî bifroşin.”

‘Ji ber ku em jin in mîras ji destê me girtin’

S.C. di berdevamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Zilamekî temen mezin dayîka min xwest û ji ber zexta mamên min dayika min razî bû, li vir pirsgirêk zêde bûn û gef li dayîka min xwarin ku ger dest ji malê berneda dê hevjînê wê bikujin. Di bin zextê de dayîka min dest ji malê berda û ji dadger re got wê mala xwe bi pere firotiye mamên  min bi vê awayî perê min û dayîka min di malê de winda bûn. Ji ber ku em jin in mîras ji destê me girtin.”

 ‘Tevî hebûna zagonan jî piraniya civak van zagonan napejrînin’

Parêzer Nûr Jasên der bare mafê mîrasê de diyar dike ku di zagona 188 an ya sala 1959’an de hatiye avakirin diyar dike ku kî xwediyê mîrasê ye û madeya 89 an hate guhertin ew madeya ku mafê xwişkan dide û wiha domand: “Her wiha madeya 90 î ku biryardaye li gor hukmên şerî û madeya 191 2 beşa duyem de mîrasan belav dikin ku tê de mafê jinê heye mîrasa xwe temam ji bavê xwe werbigire. Dema bav diçe ser dilovaniya xwedê mafê keçan weke lawan heye, berê mafên keçan nebû ji ber ku mamên wê dibûn hevkarê mîrasê lê piştî sererastkirina zagonê mafê keçê di mîrasa bavê wê mirî de tenê heye bêyî hevkaran, lê tê payîn kesên nezan hene bi hemû rêbazan şerê jinan dikin mafên jinan dixwin. Tevî hebûna zagonan jî piraniya civak van zagonan napejrînin.”

‘Biryar tenê li ser kaxezan dimîne’

Her wiha çalakvana hiquqî Meysem Ghanî jî got: “Gelek pirsgirêk di mijara mafên jinê di mîrasê de heye, gelek jin rastî zextan tên ji bo dest ji mafên xwe berdin. Tevî ku zagona Îraqî zagona girtin an pereyan dijî kesên mafên jinê di mîratê de dixwin derxistî û jin dikare daxwaza mafên xwe bike, lê ev tenê li ser kaxezan dimîne pêknayê.”