‘Li herêma Kurdistanê dozên ku jin vedikin ji nedîtî ve tên dîtin’

Seroka Komeleya Alîkariya Adil a Jinan parêzer Şoxan Ehmed, bal kişand ku li herêma Kurdistanê jinên rastî şîdetê tên an jî dema ku ji bo hevberdanê serî li dadehan didin daxwazên wan ji nedîtî ve tên dîtin, dozên ku tên vekirin jî 2-3 sal didomin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Li herêma Kurdistanê daneyên tundiya li hemberî jinan sal bi sal zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Alîkariya Adil a Jinan li herêma Kurdistanê di sala 2021’ê de 13 hezar û 584 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin. Di sala 2022’an de ev rêje bûye 15 hezar û 897. Der barê sedema zêdebûna rêjeya tundiya li hemberî jinan Seroka Komeleya Alîkariya Adil a Jinan û parêzer Şûxan Ehmed ji ajansa me re axivî.

‘Daneyên tundiya li hemberî jinan sal bi sal zêde dibe’

Şûxan Ehmed da zanîn ku daneyên herêma Kurdistanê dide nîşandan ku salane rêjeya tundiya hemberî jinan zêde dibe û got: “Rêjeya hevberdanê jî zêde bûye. Ger em li gorî sala 2021-2022’an qiyas bikin rêjeya hevberdanê ji sedî 100 zêde bûye. Her cihê ku hejmara niştecihan zêde be tundiya li hemberî jinan zêde ye. Ji ber wê li bajarê Silêmaniyê navçe û bajarokan rêjeya tundiya li dijî jinan zêdetir e.”

‘Tevî asta rewşenbîriya li bajar jî tundî di nava malbatan de zêde ye’

Şûxan Ehmed diyar kir ku hemû cureyên tundiyê di nava malbatan de hene, ya derunî, aborî, fizîkî û zayendî her diçe zêde dibe û got: “Ew tundiya ku bi riya amûrên dîjîtal tê pêkanîn dikeve qalibê tundiya derûnî û di nava civakê de zêde bûye. Asta rewşenbîrî ya li bajar jî nikare pêşî li vê rewşê bigre. Bi taybetî bi riya amûrên teknolojîk û medyaya dîjîtal, tundî zêdetir bûye.”

‘Piraniya jinan ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên kuştin’

Şûxan destnîşan kir ku dane bi awayekî berfireh nayên eşkerekirin û tên veşartin û got: “Tenê daneyên li ber dest hene. Gelek bûyerên ku nayên zanîn û veşartî dimînin hene. Ji ber ku veşartî dimînin, her diçe bûyerên kuştinê zêdetir dibin. Li herêma Kurdistanê jin ji aliyê kesên nêzî malbatê ve tên qetilkirin. Sedemek din aşkerenebûn yan jî veşartina daneyen ew e ku gelek kes gilî nakin. Divê tenê kar li ser eşkerekirina daneyen neyên kirin her wiha riya çerseriyê ji bo sedemên zêdebûna tundiyê bibînin.”

‘Divê dadgehek serbixwe ji bo qetilkirina jinan hebe’

Şûxan Ehmed bi bîr xist ku piraniya kesên tên gel wan jinên ku rastî tundiya malbatê hatine ne û wiha got: “Em demekê didin û piştre riya zagonî nîşanî wan didin. Di dema qetilkirina jinek de divê malbat hevkariya me bikin. Divê zagon serwer bin lê belê bi awayek cidî kar li ser dozên jinan nayê kirin û girîngî nadin. Gelek caran dozên jinan li dadgehê li paş dikevin û dadgehek 2- 3 sal didome. Ji ber wê me daxwaz kiriye ku dadgehek serbixwe ya taybet ji bo qetilkirina jinan hebe da ku bersûc cezayê xwe bigrin.”

‘Nehişyarî jinan du caran dike qurbanî’

Şûxan Ehmed di dawiyê de wiha got: “Ji ber ku hişyarî kêm e, jin du caran dibin qurbanî. Ji bo kêmkirina rêjeya tundiyê divê hişyariya zagonî belav bikin. Ev ne tenê erka rêxistinan e divê hikumet hemû dam û dezgehan agahdar bike. Her wiha divê ragihandin bibe xwedî roleke girîng ji bo hişyariya kesan, jin jî hişyartir bin û di dema her pirsgirêkê de aliyên pêwendîdar agahdar bikin serdana cihên pewîst ên civakî bikin.”