Li hemberî jinan cihêkariya olî û qanûnî: Dabeşkirina mîrasê
Piştî mirina kesekê dabeşkirina miras, li gor ola Îslamê tê wergirtin û bi awayek yeksanî di nava jin û mêran de tê dabeşkirin. Lê belê niha çawa ku mafê jinê tê xwarin û di dayîna mîras de jî mafê wê tê xwarin.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Dabeşkirina miras di navbera malbatên civaka Kurdistanê de bi awayek giştî bûye sedemê pirsgirêk û nakokiyan. Di hinek malbatan de di girtina mîras de mafê jinan nayê dayîn yan jî beşek kêm didin, hinek ji wan malbatan di bin navê Ola Îslamê de mîras dabeş dikin. Dibin navê ‘Di Îslamê de mêr dû beş û jin jî beşekê digrin’ mafê jinan tê binpêkirin.
Parêzer Gûlan Bextiyar di derbarê dabeşkirina mîras û pirsgirêkên di nava malbatan de wiha axivî: “Ew yasaya ku dadgeh kar pê dike ji Ola Îslamê çavkanî girtiye û li ser wê bingehê mîras dabeş dike. Li gora madeya 88’an ya jimare 188’a ku di sala 1959’an derketiye, dema kesên dimirin û mirasê wan di cih de meya, mafê kesên nêzin ku wî mirasî bigrin. Dema kesê dimire jin an mêr be divê mîrasê ku li cih de dimîne were dabeş kirin, divê were zanîn ku ew kesê miriye deynê wî-wê heye yan ne, ger deyn hebe divê peywendî li gel heman kes hebe û jê bipirsin tu vî deynî helal dikî yan jî deynê xwe dixwazî. An jî ew kêsê ku dimire beriya ku bimîre wesyatekê ji bo dabeşkirina mîras amade dike. Ew jî dikare yek heta sê mîrasan bike wasiyet û bi awayek yasayî encam bide û ger ji vê yekê zêdetir be divê mîrasgirên din razî bin.”
Mîras bi çend sedeman tê birîn?
Gûlan Bextiya da zanîn ku bi dû sedeman mîras tê birîn, bi rêya hevpeymana zewacê an jî xizmayetî, armanca hevpeymana zewacê ewe ku zewac li gora şerîet, yasa hatibe encamdan û hevpeyman hebe û wiha got: “Hinek caran mêr ji derveyî yasayê jinê mehr dike, bi vî awayî jin nikare miras werbigre û divê giliyê yasayî bike û were pejirandin ku ew jin hevjîna wî mêriye. Her wiha girtina mîras bi rêya xizmatî van bûyeran vedigerîne ku di navbera kesê mirî de têkiliya xwînî heye weke xal,mam,xûşk, bira û h.w.d. Her wiha dema ku hemû tişt mal û milk li ser navê jinê be ew jin dimire hevjînê wê mîras ji çaran yeke digre, lê belê zêdetir digihe zarok û xizmên jinê. Lê dema ku zarok nebe û tenê jin û mêrek bin mêr nivê mîras digre û yê ku dimîne ji ji bo xizman e.”
Parêzer Gûlan Bextiyar bi bîr xist ku hemû ew yasayên ku li dadgehê kar li ser tê kirin çavkaniya xwe ji Ola Îslamê girtiye û li gora destûrê nikarin yasayê ji Ol cûda bikin û wiha domand: “Em di civakek Îslamî û mêrsalarî de jiyan dikin û yasa li gora wê hatiye danîn, tenê di destûrnameya yasayê de ya taybet ji bo çandiniyê jin û mêr weke hevdû mîras digrin û li gora dabeşkirina şerîatê de ji dûyan yek beş digre. Dema jin ne ji Olê Îsalê be û mêr Olê Îslamê be jin nikare ji mîras parê bigre an jî dema ku jin mêr bikuje bi xwestek be ne nikare mîras bigre. Bûyerek din ku jin bikare mîras bigre heye; minak jinek dema ji hevjînê xwe cûda dibe û sê meh derbaz nebûne mêr bimîre wê demê jin dikare mîras bigre, lê belê dema ku sê meh derbaz bû wê demê jin nikare mîras bigre.”
“Li dadgehê di rêjeyek zêde de pirsgirêkên mîras hene”
Parêzer Gûlan Bextiyar wiha behsa pirsgirêkên dadgehê di derbarê mîras de kir û got: “Hinek bûyer hene mêr bi xwe dizane nexweşe û berbi mirinê ve diçe, ji hevjîna xwe cûda dibe ku miras nede jinê, di demek ku jin dikare gilî bike û ger bikare bi dadgehê bide pejirandin bi armanc hatiye berdan wê demê dikare mîras bigre. Niha pirsgirêkên di nava malbatê de hemû pirsgirêkên madî û pirsgirêkên malbatan li ser girtina mîrasêye. Piranî pirsgirêkên di nava xûşk û birayan de di nava dadgehê de pirsgirêka wergirtina mîrase ye, ji ber wê ew kesê ku miras jê hatiye girtin divê daxwazên xwe bi rêye dadgehê bike. Hinek bûyer dema tên dadgehê ji bo dabeşkirina mîras bi dabeşkirina Şerîa de navê xûşk yan jî jinê nehatiye nivîsandin ku mîras negre, ew jî jêre dibêjin ‘Ketim’ di rewşek wisan de jî jin dikare gilî bike. Niha ev bûyerane û gelek bûyerên din ku hile li jinê tê kirin heye û bi vê armancê jin mîras nagrin. Mêr bi rêyên cûda mafê jinê û ya xûşkên xwe ji bo dayîna mîrasan binpê dike û heta niha nekarine kontrol bikin.”
Li gora Olê Îslamê mîras çawaye?
Çalakvan mamosta Nermîn Mistefa ku koleja Şarîa temam kiriye da diyarkirin ku Ola Îslamê li gora pozîsyona mirovan mîras dabeş dike û wiha got: “Di çar bûyeran de mêr ji jinan zêdetir mîras digrin, mînak dema ku mêr bimire û zarokên kûr û keç li pişt bimîne li ser bingehê ji dûyan yek beşê mîras tê dabeşkirin, lê belê di bûyerek din de mêr û jin bi awayek yeksan mîras digre. Mînak dema ku mêrek dimire dayîk û bavê mêr weke hevdû bi rêjeya ji şeşan yek mîras digre, di bûyerek din de jin mîras zêdetir ji mêr digre. Wekî dema mêrek dimire û keçek li paş bimîne û li gel dayîk û bavekê di wê demê de ew keç nivê malê bi wê dimîne, lê belê dayîk û bavê yek li şeş digrin. Di bûyerek din de jî jin mîras digrin û mêr tû mîras nagrin, mînak dema mêrek dimîre keça wî li pey bimîne û li gel xûşkek û birayekê di vê demê de keç nivê malê digihe û nivê din jî digihe xûşka dinê û birayê kesê mirî tu mîras nagre.”
“Divê ji bi xwe daxwaza mafê xwe bike”
Mamosta Nermîn Mistefa da diyarkirin ku divê jin hişyar be û bizane bingehên dabeşkirina mîrasê çine ku mafê wê neyê xwarin. Gelek caran jin ji ber ne şahrezabûyîna wan an jî şerm, ne hişyarî ji mafê xwe bê agahîne. Mamosta Nermîn Mistefa, da zanîn ku di Ola Îslamê de rê hatiye dayîn ku jin pêwerên bilind di cihên cûda de werbigre û mafê xwe bi dest bixwe û wiha dom kir: “Mêr ji rastiya dabeşkirina mîras tênegihîştiye û weke çand û kevneşopî bi kartîne, jin an jî xûşka wê weke wî kar dike, di heman demê de alîkariya jinê nake û heta dahata jinê jî ji dest distîne. Ew zilmeke li jinê tê kirine û carek din mafê wê tê xwarin. Ew jî tê wê wateyê ku ew mêr ji Olê tiştek fam nekiriye û tenê weke kevneşopiyek bi kartîne.”
Ji bo kêmkirina pirsgirêkên mîrasê divê çi were kirin?
Mamosta Nermîn Mistefa got: “Dema jinek an jî xuşk şerm bike daxwaza mafê xwe bike û piştre beşa wê bide kesek din yan jî her beşê wê nedinê wê demê heram dibe ku kesek din bigre. Ji ber wê divê malbat bi awayek yeksanî mîras dabeş bike û tû endamên malbetê ji yê dinê zêdetir negre, bi vî awayî pirsgirêkên civakî û sedemê miras kêm dibe û têkiliyên civakê baştir dibe. Di civaka me de keveşopî û Ol navhev ketiye, bi navê çandê mafê jinê tê binpêkirin. Ji ber wê jin divê bi hişyarî li mafê xwe xwedî derbikevin.”