‘Li Filistînê avakirina tevgereke jinan a hevgirtî ferz e’
Endama Buroya Rêveber a Yekîtiya Komîteyên Jinan Nehla El-Exiresî destnîşan dike ku di bin siya şer, dagirkerî û parçebûnê de, avakirina tevgereke jinan a hevgirtî, ji bo parastina jinan û xurtkirina rola wan bûye pêwîstiyeke lezgîn.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Avakirina yekîtiya jinan a li ser asta Filistînê, yek ji mijarên bingehîn tê hesibandin ku di bin siya şert û mercên awarte yên li Şerîaya Rojava û Zîvala Xezayê de girîngiyeke zêde digre. Lê belê, rastiya siyasî û ewlehiyê ya heyî, dijwariyên mezin dide pêşiya hewldanên yekkirina tevgera jinan û rojevkirina pirsgirêkên wan ên bingehîn.
Di siya van astengiyan de, pirsa sereke ev e: Ev yekîtî di qonaxa niha de çiqas dikare bê avakirin û çi nêzîkatî dikarin werin pêşniyarkirin da ku bersiv bide pêşîniyên jinên Filistînî?
Endama Buroya Rêveber a Yekîtiya Komîteyên Jinan Nehla El-Exiresî diyar kir ku jin stûna bingehîn a pêvajoya hilberînê ya di nav civakê de ne û di bidestxistina hevsengî û aramiyê de roleke girîng dilîzin.
‘Pêşxistina diyalogê û derbasbûna cudahiyan’
Nehla El-Exiresî tekez kir ku asta bilindbûna civakê bi rêjeya beşdarbûna jinan ve girêdayî ye û wiha got: “Nîqaşkirina li ser yekîtiya jinan a bi bandor hewce dike ku em li ser armanceke hevpar bisekinin. Divê jin ji cudahiyên rewşenbîrî, siyasî an jî erdnîgarî derbas bibin. Ev yek bi pêşxistina diyalogê, peydakirina qadên guhdarîkirinê û xurtkirina hêza siyasî ya jinan a di pozîsyonên biryardanê de pêkan e.”
‘Hebûna tevgereke hevgirtî pêwîstiyeke lezgîn e’
Nehla El-Exiresî bal kişand ser hevrêziya di navbera herêman de û axaftina xwe wiha domand: “Hewcedarî bi avakirina torên hevkariyê yên di navbera Şerîaya Rojava û Zîvala Xezayê de heye, da ku pirsgirêkên civakî yên wekî perwerde, parastin û têkoşîna li dijî tundiyê çareser bibin. Bi êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Xezayê û koçberbûna li Şerîaya Rojava, hebûna tevgereke jinan a hevgirtî ku di warên psîkolojîk, aborî, civakî û siyasî de piştgirî bide jinan, girîng e.”
Nehla El-Exires destnîşan kir ku niha jin di rewşeke parçebûnê de ne û dîtina çareseriyên hevpar, dê barê li ser milê wan sivik bike.
‘Ji ber nebûna qanûnan jin nikarin zarokên xwe bibînin’
Nehla diyar kir ku perwerdekirina jinan û destekkirina kadroyên serbixwe yên jinan, dê di civakê de guhertinê çêke û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Hebûna jinan a di pozîsyonên biryardanê de, dê zextê bide ser qanûnên neheq. Bi taybetî jî di bin siya adet, kevneşopî û pergala eşîrî ya piştî şer li Xezayê çêbûye. Dema ku jinek di saziyan de hebe, jinên din bi rihetî dikarin li ser mijarên hesas ên wekî jinberdan û zewaca di temenê biçûk de biaxivin. Ji ber nebûna dezgehek bicihanînê û pergaleke dadperwer, gelek bav bi salan e nahêlin ku dayîk zarokên xwe bibînin.”
Perçebûna erdnîgarî û zehmetiyên aborî
Li ser astengiyên li ber avakirina yekîtiyê, Nehla El-Exiresî bal kişand ser van xalan: “Jinên Filistînî di avakirina tevgereke yekgirtî de rastî dabeşbûna erdnîgarî û siyasî tên. Li ser vê yekê xizanî, dorpêçkirin, şert û mercên giran ên aborî yên piştî şer, bandoreke rasterast li jinan dikin. Nebûna çavkaniyan û kêmkirina piştgiriya ji bo projeyan, barê wan girantir dike.”
‘Pêwîstî bi platformên dîjîtal û guherîna hişmendiyê heye’
Nehla El-Exiresî di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser rêbazên çareseriyê û wiha bi dawî kir: “Qutbûna têkiliya di navbera saziyan de, zextên Îsraîlê û birîna fînansmanê, hevrêziya di navbera Xezayê û Şerîaya Rojava de dijwar kiriye. Ji bo avakirina tevgereke yekgirtî divê em hêza aborî û qanûnî ya jinan zêde bikin. Di heman demê de bikaranîna platformên dîjîtal a ji bo kampanyayan û guherîna di çand û ramana civakî de, gava yekem a vê têkoşînê ye.”