“Li dijî sûcên li ser jinan zagon bi tenê nebes in”

Asta tundiya li dijî jinan li Tûnisê bi awayekî berbiçav bilind bûye û rêbazên destdirêjiya li ser jinan gihîştiye asta tawankariyê her wiha metirsiyeke pisporan heye ku civaka baviksalarî bibe civakek tund û kîn li ser jinan. Sedemên tundiya berfireh li ser jinan çi ne? Çawa dikare bi zagonî yan bi riya nêzîkatiyek bi ewlehî li ber xwe bidin?

ZUHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis- Li Tûnisê tundî û şîdet bi awayekî pir zêde hatiye belavkirin û ev metirseyek li gel pisporên civknasî dide avakirin. Têkildarî vê mijarê lêkolîner û civaknas Rehma Bin Silêman diyar kir ku tevî qanûna tundiya li ser jinan ku ji aliyê Meclisa Nûneran ve hatiye pesendkirin jî hê jî di qada giştî de û di qada taybet de jî tundiya li ser jinan berdewam dike û zagonên ji bo pêşîgirtin û astengkirina cureyên tundûtûjiyê têrê nakin ku bibe sedema kêmkirina tundiyê. Her wiha Rehma wiha teqez kir: "Ji ber çavdêriya me ya berdewam li ser rewakirina jinan û navxweyîkirina şîdetê, pêwîstiya pêdaçûna li nûneratiyên mêr û jinan ên der barê şîdetê de bên lidarxistin. Her wiha gelek jin hene şîdeta ku ji aliyê bav, bira û hevjîn ve li ser wan tê kirin tercîh dikin û wekî sûc nabînin."
Ji bo çareserkirina tundûtûjiya li ser jinan baldarî pêwîst e 
Her wih Rehma Bin Silêman wiha li gotinên xwe zêde kir: "Nabe em di mijara şîdeta li dijî jinan ku gelek caran tê rewakirin di xefletê de bin. Her wiha gelek caran em dibînin ku jina ku rastî şîdetê hatiye bêdeng dimîne û şîdetê vedişêre da ku ew hem ji hêla civakê ve hem jî ji hêla kesên nêzîkî xwe ve neyê teşhîrkirin."
Rehma bal kişand ser zîhniyeta baviksalarî û wiha got: "Sedemên rûbirûbûna jinan bi tundûtûjiyê re bi cil û berg, uslûb û tevgera wê ve girê dide, di her carê de wê berpirsiyara şîdeta ku li ser tê kirin dibîne her çend ku ew rastî tecawiz an destdirêjahiyê jî hatibe lê jin tên sûcdarkirin."
Rehma Bin Silêman bal kişand ser rola mîrasî û perwerdeyê di diyarkirina rewşa jinan a ku civak ji aliyekî ve derdixe û  mêr ji aliyê din ve diyar dike her wiha teqez kir ku pêwîstî bi rewşa ji nû ve xwendinê heye. Ji bo pêşxistina stratejiyek hişmendiyê ku cidiyeta xeteriya tundiya li ser jinê diyar dike. Ji bo kêmkirina rewakirina tundiya li dijî jinan ji aliyê fizîkî, zayendî û exlaqî ve, pêwîstî bi pêdaçûna rêbazên curbecur ên civakîbûna seretayî heye.
"Tûndûtûjî gihîştiye asta kuştinê"
Çalakvana parastina mafên jinan Semra Madûrî dibîne ku tundûtûjiya li dijî jinan binpêkirineke eşkere ye ji mafên mirovan û binpêkirina hemû peymanên navneteweyî yên girêdayî parastina takekesî û yên ku encamên derûnî yên giran li ser jinan û civakê hene. 
Her wiha Semra bal kişand ser belavbûna tundûtûjiyê di nava malbatê de û ji derveyî malbatê ku gihîştiye asteke pir xirab ku jin ji ber tundiya devkî, zayendî, aborî û lêdana dijwar jiyana xwe jidest didin.
"Tundî ji kêmbûna xwendinê û belavbûna nezaniyê tê"
Der barê sedemên pêkanîna tundiyê semra Madûrî diyar dike ku sedemên herî diyar ên belavkirina tundûtûjiya li ser jinan vedigere kêmbûna asta xwendinê û belavbûna nezaniyê di nav civakê de, ev yek zemînek ji bo pejirandina fikrên kevnar ên girêdyî adat û teqalîdên paşverû ku di mejiyê mêr de zîhniyeta baviksalarê ava dike û dibe sedem ku desthilatdariyê li ser jinan bikin û şîdetê bi kar bînin.
Semra da xuyakirin ku du sedemên bingehîn ên di nava malbatê de weke hêmana civakê, ferd dike mirovekî hov û bê nirxên herî bingehîn ên mirovî, sedema yekem mezinbûna ferd di nava malbatek ku bav, di pir rewşan de bi her şêwe tundiya exlaqî, devkî, fizîkî û aborî destdirêjiyê li dayikê de lewma ev yek dibe sedema avakirina kesayetiyek dijminatiya jinan dike, sedema duyem jî perwerdekirina ferd li ser ferzkirina desthilatdariya baviksalarî da ku jinan weke heyînek qels û bê îrade bibîne û mafê serxwebûnê jê re nîne. 
Semra got ku Tûnis di asta Afrîqyê de weke welatekî pêşen di damezrandina kodek zagonî ya di 13'ê Tebaxa 2017'an de hate pejrandin û jinan ji hemû cûreyên tunidyê diparêze, tê hesibandin, lê pêkanîna vê yekê û parastina jinan ji hemû cûreyê tudiyê, qels e. 
“Rola medyayê di perwerdekirina endamên medyayê de girîng e”
Der barê çareseriyan de, Semra di wê baweriyê de ye ku alîkarê herî girîng rola sektora medyayê ye di perwerdekirina endamên civakê û têkoşîna li dijî ramanên paşverû bi riya kampanyayên hişyariyê yên ku daxwaza parastina nirxên jinan di avakirina civakê de û perwerdekirina ferd di nava malbatek hevseng de ku hemû rêbazên tundiyê di nav de tune ne, dike.
Civaknas Sabrîn El-Mişrî bi Rema bin Silêman û Semra Medûrî re hemfikir e ku diyardeya tundiya li dijî jinan ne diyardeyek nû ye, çandek e ku di nav nifşan re derbas dibe yan jî bi riya civakîbûnê tê bidestxistin ku malbat alîkarên yekem û sereke ên afirandina çanda şîdetê ye.
Sabrîn diyar kir ku li gorî kevneşopiyên paşverû ku bi şîdet û lêdanê zilam dikara jinan bixe bin kontrola xwe û wiha pê de çû: "Li gorî hin kesan ev kiryar îfadeya mêraniyê dikin. Gelek caran li kolanên Tûnisê  hevoka navdar a "Jin tenê ji lêdanê fêm dike" tê gotin, ev yek nêrîneke nebaş li ser jinan nîşan dide mîna ku ew heyînek qels bin û her cureyê şîdetê ji bav, bira, pismam, ap û xal û herî dawî hevjîn li ser wê tê meşandin."
“Destûr nedin şîdetê lewre yên carek vê yekê bikin dê her car bikin”
Sabrîn bang li jinan kir ku dema rastî şîdetê bên, qet bêdeng nemînin, ji ber ku yên yekcarî destdirêjiyê li wan bikin wê hezar carî bikin. Her wiha Sabrîn got ku gelek riyên li dijî vê diyardeyê hene mîna raporkirina her cure şîdetê, karkirina ji bo bihêzkirina kapasîteya aborî ya jinan ku ji bo pêkanîna vê yekê pêwîstî bi hevgirtina civaka sivîl û saziyên dewletê heye da ku çavkaniyek darayî ji jinan re çêbikin ku jin serxwebûnê bi dest bixin û bikaribin bi xwe debara xwe bikin her wiha kampanyayên hişyarkirinê jî di têkoşîna li dijî van kiryaran de pir girîng in.