Li Îranê parêzer di bin zextê de ne: Îlham Zeraarpîşe hat binçavkirin

Derbarê sedema binçavkirina Parêzer Îlham Zeraatpîşe ku li Şîrazê hatî binçavkirin de daxuyaniyek fermî nehat dayîn. Di salên dawî de zextên li ser hiqûqnasan zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Li Şîrazê li ber avahiya dozageriyê binçavkirina parêzer Îlham Zeraatpîşe, bû sedem ku li Îranê îdiayên zextên li dijî hiqûqnasan bibe rojev. Piştî bûyerê, derbarê sedema binçavkirinê de tu daxuyaniyek fermî nehate dayîn, nîqaşên daraz û zexta ewlehiyê li ser parêzeran ku di salên dawî zêde bûye, ji nû ve zêde bû.

Rojên borî parêzer Îlham Zeraatpîşe li Şîrazê li ber avahiya Dozgeriya Îcra ya Hiqûqê hate binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, kar û barê binçavkirinê, bêyî daxuyaniyek fermî ya sûcan hate pêkanîn. Derbarê kar û barên binçavkirinê de tu daraz û meqamên ewlehiyê daxuyaniyek fermî nedan. Îlham Zeraatpîşe di sala 2022’yan de di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de  bi awayek demkurt hatibû binçavkirin.

Parêzer di hedefê de ne

Hate ragihandin ku li Îranê di nava salekê de zextên li dijî parêzeran gelek zêde bûye. Bi taybetî parêzerên ku di dozên ewlehî û dosyayên civakê yên hesas de erk dikin, bi bangkirina îfadeyê, geflêxwarin, doz vekirin û pêkanînên wek qedexeyên pîşeyî re rûbirû ne.

‘Mafê jiyanê divê di her şerî de were parastin’

Li aliyê din Komîteya Serbestberdana Girtiyên Siyasî ya Îranê, di daxuyaniya dayî de diyar kir ku divê li gorî peymana Cenvere ya hiqûqa mafê navneteweyî, mafê girtiyan di her şertî de were parastin. Komîteyê da zanîn ku sewqên derveyî zagonî, îşkence, birçîhiştin û hiştina girtiyan a di xeteriya şer de, bi awayek cidî binpêkirina hiqûqa navnetweyî ye.