Kiryarê êrîşkar Azîz Karaman dê li dadgeha cezayê giran bê darizandin

Doza Gulîzar Karaman a ku ji aliyê Azîz Karaman ve rastî êrîşa çekdarî hat, ji aliyê dadgeha cezayê giran ve hat qebûlkirin. Rûniştina dosyayê dê di 23’ê Sibata 2023’an de bê dîtin.

Amed - Gulîzar Karaman di 30’ê Gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî êrîşê der barê Azîz Karaman de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevjînê" doz hat vekirin. Bi pêşengiya parêzeran piştî du rûniştinan ji bo kiryar bi cezayên giran bê darizandin dosya şandin Amedê. Azîz Karaman ku doza wî li Amedê ji nû ve hat vekirin, bi îdiaya "hewldana kuştina hevsera xwe" tê darizandin.                                                                                                                                    

Azîz Karaman dê li dadgeha cezayê giran bê darizandin

Doza ku der barê Azîz Karaman ê piştî êrîşê de bi îdîaya "Bi qestî birîndarkirin" hat vekirin, ji aliyê parêzeran û Gulîzar Karaman a bi giranî birîndar bû rastî bertekan hatibû pêşwazîkirin. Piştî du rûniştinên li Erxaniyê hatin kirin, dadgehê biryar da ku doz li dadgeha cezayê giran bê dîtin û dosya şandin Amedê. Dosyaya şandin Amedê ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, di îdianameyê de tu guhertin nehat kirin. Dozgeriyê biryar da ku ji bo guhdarkirina şahidan dawetname bişîne.

Di îdianameya ku îfadeyên kiryar û Gulîzar Karaman tê de cih girtin de wiha hat gotin: “Li ser fonksîyonên jiyanî yên laşê wî şikestineke hestiyê pileya 4’an çêbûye, xetereya jiyana wê tune ye, lê birîna wê bi destwerdana bijîjkî ya hêsan nikare were çareserkirin."

'Weke jin em ê dosyayê bişopînin'

Gefên kuştinê yên Azîz Karaman ê girtî hê jî dewam dikin, parêzera dosyayê Gevriye Atli ku banga darizandinê kir got, “Di doza Gulîzar de jî tiştên gelekî giran qewimîn. Mixabin li vir jî nêzîkatiya darazê ya li hemberî tundiya li ser jinê gelekî xerab bû. Dosya ewil li Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin û piştî îtîrazên me şandin cezayê giran. Dîsa em ê weke rêxistinên jinan, baro û saziyên din dê li cem Gulîzar bin û dosyayê heta dawiyê bişopînin.”

Rûniştin dê di 23’ê Sibatê de bê dîtin

Rûniştina dosyaya ku dê bi îdiaya "teşebûsa kuştinê" bê dîtin, dê di 23'ê Sibatê de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.