Jinên Yemenî û ezmûna sosyalîst: Tiştek maye ku li ser ava bibe?

Rastiya jinan li Yemenê di nava veguherînên kûr de ye, di navbera mîrateyek pêşverû li başûr û paşketinek ku ji aliyê guhertinên siyasî yên piştî yekbûnê ve hatiye ferz kirin de asê maye.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Ezmûna sosyalîst li Başûrê Yemenê vê pirsê derdixe holê: Gelo ji wê mîrateya paşverû tiştek maye ku îro li ser ava bibe? Di wê serdemê de, jinên Yemenî xwedî hebûneke bêhempa bûn di dadwerî, siyaset, leşkerî û perwerdeyê de bûn, beriya ku destkeftiyên wan ji ber veguherînên piştî yekîtî û bilindbûna hêzên kevneşopî çêbûn werin tunekirin. Di navbera bîranîna serdemeke zêrîn û rastiyeke ku bi marjînalîzekirinê barê wê girantir bûye de, hewcedariya vegerandina tiştê ku ji wê mîrateyê maye û veguherandina wê ji bo bingehek ji bo tevgera jinan a nû bi awayekî lezgîn xuya dike.

Di salên 1970 û 80’yan de, jinên Yemenî li Başûrê Yemenê ne tenê hemwelatî bûn; di biryardayînê her wiha di beşdariya siyasî û jiyana giştî de şirîkên biryardayînê bûn.

Di wê serdemê de, Ayîda Seîd di rêveberiya Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst de gihîşt asta herî bilind. Di heman demê de Hamîde Zakariya bû yekem dadwera jin li welatên Erebî. Întîsar Hawaş yekem paraşûtvana jin bû li Yemen û Nîvgirava Ereb. Ev serdem bi hebûna bêhempa ya rojnamevan û hunermendên jin ên ku dîmenê çandî û rewşenbîrî şekil dan, jî hat dîtin.

Vê yekê pirseke wiha derdixe holê: Çima beşdariya jinan kêm bûye? Ev mîrate çûye ku derê?  Beşdariya wan çawa bûye rastiyeke paşgukirî?

Kokên têkoşînê

Lêkolîneran kokên vê tevgera jinan şopandine da ku sedemên paşketina wê piştî hêz û girîngiya wê ya destpêkê fam bikin. Lêkolîner Enwer Qasim El-Xedrî di lêkolîna xwe ya bi navê “Tevgera Femînîst li Yemenê” de, rave dike ku tevgera jinan li başûr wekî dagirkeriya Brîtanî ya dijber a heyî û beşek yekgirtî ya têkoşîna neteweyî dest pê kiriye û destnîşan dike ku piştî Partiya Sosyalîst a Yemenê li başûr bû desthildarî, vîzyoneke berfireh ji bo guhertina rewşa civakî û zagonî ya jinan pejirandiye. Beşdariya wan di siyaset, perwerde û heta tevlîbûna wan a hêzên çekdar û xizmetên ewlehiyê de teşwîq kir, bi vî rengî hawirdoreke civakî ava kir ku serokatiya jinan qebûl kir û piştgirî da.

Lêkolîneke xwecihî ku bi sernavê “Rola Tevgera Femînîst di Pêşvebirina Mafên Mirovan de li Yemenê” ya ji hêla lêkolîner Reşe Abdel-Kafî ve hatiye kirin, piştrast dike ku serdema desthilatdariya Partiya Sosyalîst “serdema zêrîn” ji bo beşdariya jinan di jiyana giştî de temsîl dikir, li ser bingeha îdeolojiyek pêşverû ku ji sala 1969’an vir ve qaîdeyên hemwelatîbûna wekhev destnîşan kir.

Reşe Abdel Kafî bal kişand ser Qanûna Malbatê ya 1974’an li Başûr û wê wekî “ya herî nûjen û pêşketî li tevahiya herêmê” bi nav kir. Ji ber ku ew di derbaskirina astengiyên kevneşopî û beşên civakî yên paşverû yên ku enerjiya jinan asteng dikirin de serketî bû û di warên zewac, hevberdan, mîrate û kar de parastinek qanûnî ya bêhempa peyda kir.

Xala werçerxê ya piştî yekîtiyê

Serdema zêrîn a jinên Yemenî û riya wan a ber bi jor ve piştî yekbûna Bakur û Başûrê Yemenê di sala 1990’î de rastî dijwarî û dûrketinên mezin hat. Lêkolîner Reşe Abdel-Kafî îdia dike ku destkeftiyên di mafan de bi awayekî sîstematîk ji ber “serdestiya hevpeymaniya hêzên kevneşopî yên eşîrî, olî û leşkerî” ku piştî şer û veguherînên siyasî derketin pêş, bi awayekî sîstematîk hatine têkbirin.

Ev kêmbûn di guhertinên destûrî yên piştre de derket holê ku armanc ew bû madeya “wekheviya bê kêmasî” di navbera zayendan de were betalkirin û li şûna wê nivîsên ne zelal werin danîn ku jinan wekî “xwişkên mêran” dihesibandin. Di heman demê de mafên wan bi şîroveyên sînordar ên qanûnî û olî ve gire didan, bi vî rengî temînata destûrî ya wekheviyê têk diçû.

El-Xedrî di lêkolîna xwe de hemfikir e ku tevgera jinan piştî yekbûnê di navbera çarçoveyên teng ên partî û bindestiya desthilatdariya siyasî de parçe bûye, vê yekê bandor û şiyana wê ya zextê ji bo bidestxistina mafan an parastina destkeftiyên berê qels kir.

Rastî û tiştên ku tên hêvîkirin

Tevî reşbûna dîmenê heyî, gelek jin hevbîr in ku mîrateya azmûna sosyalîst a li Başûr ne tenê bîranînên li ser tên strandin e, belkî bingeheke zexm e ku îro dikare û pêdivî heye pê were spartin ji bo hilberandina ronesanseke nû ya ji bo jinan.

Hanaa El-Şercabî rewşa jinan li başûrê Yemenê û mafên ku wan bi dest xistibûn ji bîr nekiriye û wiha dibêje: “Em nikarin rola ku Partiya Sosyalîst berê li başûrê Yemenê lîst da ku jinan ber bi biryargirtin û beşdariya civakê ya berfireh ve bibe, ji bîr bikin. Hat dîtin ku rola jinan kêm bûye lê ev yek nahêle em bêhêvî bibin. Belê divê ezmûn dubare bibe. Bi hebûna pêşengên jin ên ku xwe spartin wan divê partî û pêkhateyên siyasî jinan bihêlin ku beşdarî biryargirtinê û jiyana giştî bibin.”

Destkeftiyên ku dikarin li ser werin avakirin

Lêkolîner û çalakvan Reşe Abdel-Kafî got: “Partiya Sosyalîst mijara rizgariya jinan qebûl kir û edaleta civakî ji bo hemû beşên projeya xwe pêk anî û ezmûna wê li Başûrê Yemenê ezmûneke pêşeng û pêşketî bû li ser asta Nîvgirava Ereb ji ber ku jinên Yemenî li Başûrê Yemenê di wê demê de gelek destkeftî bi dest xistin. Bi taybetî Qanûna Malbatê ku gelek maf ji wan re digirt bin temînatê. Ev ezmûna îlhambexş beşdarî gihîştina jinan ji bo bazara kar û girtina astên rêbertiyê di dewletê de bû lê ev destkeftî piştî sala 1990’î kêm bûn û piştî şerê 1994’an, piştî pejirandina destûreke nû ku mafên wan ên tevahî neda jinên Yemenî, bi piranî winda bûn.”

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Yemenê Cemîla Marî, aliyê perwerdeyî yê wê serdemê bi bîr tîne û wiha dibêje: “Welat xwedî sîstemeke perwerdehê bû ku li Nîvgirava Ereb a herî pêşketî bû, jinan bilind dikir û statuyeke mezin dida wan, digihîştin dadweriyê û heta beşdarî Eniya Neteweyî bûn.”

Der barê kêmbûna beşdariya jinan di jiyana giştî û siyasî de, dibêje: “Ji ber zexta siyasî ya ji aliyê rayedaran ve, jinan paşketinek dîtine û mafên wan hatine binpêkirin ku ev yek bûye sedema kêmbûna zêde ya rêjeya beşdariya wan.”

Tevgera jinan xwedî bingeheke saxlem e

Cemîla Marî hêviyên xwe yên ji bo tevgera jinan a bihêz ku bingehên vegera girîngiya jinan ava dike, tîne ziman û wiha dibêje: "Cihê bêhêvîtiyê tune ye; îro bingehek tevgera jinan a zexm heye û modelên rolê yên mayînde hene ku îlhamê didin nifşan. Ji ber vê yekê, ez peyama xwe ji Partiya Sosyalîst û partiyên din re dişinim. Girîng e ku jin ji nû ve li meqamên biryardayînê werin bicihkirin, ne tenê ji bo xebata li pişt perdeye, di qada siyasî de jî. Rola jinan bi tu awayî ji rola mêran di avakirina civakê de kêmtir nîn e.”

Şefîqe Ehmed a sekretera rêxistina Partiya Sosyalîst a Yemenê, rave dike ku ezmûna Partiya Sosyalîst a Yemenê di dema desthilatdariya Komara Demokratîk a Gel a Yemenê de ne tenê bi bihêzkirina jinan sînordar bûye. Di heman demê de berfireh bûye heta pêşxistina hemû komên lawaz û bêparastin û anîna wan ji bo astên serokatiyê di partî û hikûmetê de û got: “Tiştê ku em îro di warê paşketin, paşketina statuya jinan û destkeftiyên civakî de dibînin, encameke xwezayî ya şert û mercên dijwar û şerên ku Yemen pê re rû bi rû dimîne ye.”

Şefîqa Ehmed wiha bi dawî kir: “Hêvî hê jî heye; meydana di nava Partiya Sosyalîst de ji bo bidestxistina astên serokatiyê ji bo jinan hê jî vekirî ye û em di partiyên din de jî tevgerên erênî dibînin ku nîşan didin jin dê bigihîjin astên bilind di sekretaryayên giştî û serokatiyên partiyan de.”