‘Jinên Tûnisê bi windabûna ewlehiyê re rûbirû ne’

Aktîvîsta hiqûqî ya Tûnisê Rehmê Lesûd balkişand ser destdirêjiyên li hember xwendekarên jin ên zanîngehan û got: "Jinên Tûnisê bi windabûna ewlehî û piştevaniyê re rûbirû ne."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Ji salên 1950'yî û vir ve zanîngeha Tûnisê hewl daye ku bibe cihek rast ji bo çandina nirxên wekhevî û azadiyê. Ew di avakirina çarçoveyek bingehîn de biser ketine ku beşdarî belavkirina têgehên edalet û rizgarbûnê ji nezanî û paşverûtiyê bûye. Tevgera xwendekaran bi saya hêz, yekîtî û baweriya xwe ya ku bi mafên mirovan û pirsgirêkên jinan re roleke girîng lîstiye.

Femînîzm beşek girîng a tevgera xwendekaran bû. Tevgera femînîst ku di sala 1950'î de li Tûnisê destpê kir, di siyaseta giştî ya dewleta nûjen de dengek bi bandor maye û di parastina jinan ji tundiyê de rolek mezin lîstiye. Bi destpêkirina serhildana Tûnisê ya di sala 2011'an de, tevgera xwendekarên jin çalaktir bû û di zanîngeh û civakê de xurtir bû.

'Tundî bi çanda civakê ve girêdayî ye'

Aktîvîsta hiqûqî û lêkolîner Rehmê Lesûd derbarê tevgera xwendekaran de axivî. Rehmê Lesûd diyar kir ku nifşek bi awayekî cuda têdikoşe û li ber xwe dide, dûrî têgihîştinên berê ne û wiha got: “Tundiya li ser bingeha zayendî êdî ne bûyerek ji zanîngehê veqetandî ye, lê rastiyek berbiçav e ku serdemên wê yên avahîsaziyê û faktorên wê bi çanda civakê ve girêdayî ye.”

'Jinan ji meşaleya têkoşîn û berxwedanê re pêşengî kirine'

Rehmê Lesûd da zanîn ku divê zanîngeh bibe cîhê piştevaniya azadiyê ji mafên jinan re û wiha got: "Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Tûnisî bi salan e di destnîşankirina girîngiya jiyana di qadeke azad û hevseng de ku ewlehî û azadiya jinên Tûnisî bi giştî garantî dike de, rolek lîstiye. Ew hewl dide ku doza demokrasî û sosyalîzmê bipêş bixe û di afirandina wê çarçovê de di nav dîwarên zanîngehan de bi ser ketiye. Tevgera xwendekaran li Tûnisê ji aliyê jinên ciwan ku baweriya xwe bi doza rizgarî û azadiyê tînin ve tê birêvebirin. Ji bo armancên ku mafên jinan bipêş dixin, meşaleya têkoşîn û berxwedanê pêşengî kirin e."

'Zanîngeh di şûna cîhê parastina xwendevanan de bûye cîhê tacîzê'

Rehmê Lesûd hewldanên xwe yên ji bo avakirina qadek bi ewle ji xwendevanên jin re bi lêv kir û wiha pê de çû: "Em hewl didin ku qadek hişyarkirinê ava bikin. Ji ber vê wek yekîtiya xwendekaran wê vê rolê bi cîh bînin. Em fikira ku zanîngeh tenê bibe qadek zanînê, red dikin. Ev ne rola ku jê re hatiye destnîşan kirin. Hişyarkirina jinên ciwan li zanîngehan da ku nebin mexdûrên tundiyê û tacîzê û nekevin bin koletî û îstîsmarê, ji dayîna agahdariya li ser internetê tê dîtin çêtir e. Zanîngeh di heman demê de bûye cîhê tacîz û şantajê jî. Giliyên xwendekarên jin me girtin ku ji aliyê profesor û rêveberan ve bi şantajê re dimînin ger daxwazên rêveberan pêk neyînin wê di zanîngehê de têk biçin. Em hewl didin ku parastina madî û manewî ji wan re peyda bikin, da ku ew neyên tacîzkirin an jî neyên derxistin.”

'Zanîngeh ne tenê cîhê zanistê cîhê hişmendiyê ne jî'

Derbarê piştevaniya xwendekarên jin de jî Rehmê Lesûd wiha gotî: "Em hewl didin ku wek rêxistinek xwendekaran ji bo parastina wan ji îstîsmar, çewsandin û tundiyê xebata xwe bidomînin. Tenê divê xwendekar giliyên xwe bikin da ku zanîngeha Tûnisê bibe cihek azad û ewle ku piştgiriya azadî û mafan dike. Pêwîstiya hevkariya di navbera rêxistinên jinan, mafên mirovan û sendîkayan de heye ji bo ku zanîngeh bibe qadeke cuda, xurt û azad ku mijara azadiyên giştî, takekesî û demokratîk diparêze. Tevî kêmasî û zehmetiyan, zanîngeha Tunisê dê wek cihekî bimîne ku azadî û wekheviyê diparêze."