“Jinên Tûnisê bêdengî û tirsa li hemberî zordarên xwe şikandine”
Femînîstên li Tûnisê daxwaz kirin ku ji bo daxwaza zagona li dijî tundiyê budçeyek were veqetandin da ku navbeynkar bikaribin destwerdana xwe ya pêwîst ferz bikin.
ZOUHOUR MECHERGUÎ
Tûnis - Wekî tê zanîn hema bibêje li hemû welatan zagon baş nayên bikaranîn, ji ber ku berdewamiya sepandina zagonên kevin di dadgehan de di meriyetê de maye û her wiha bêcezakirina ku cesaretê dide êrîşkar bêtir tundûtûjiyê li hember qurbaniya xwe bike, ber bi rêbazên hovtir ve diçe, ango kuştin yek ji encama vê yekê ye.
Berpirsa Komîteya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiyê ya Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê û Navenda Guhdarîkirina Jinên Qurbanên Tundiyê Celîla Zenaydî di hevpeyvînek ji ajansa me re diyar kir ku sepandina zagonan ku tawankar were cezakirin û hişyarkirina jinan, bi taybetî çîna xizan, li ser metirsiyên tundiyê dê rêjeya tundiyê kêm bike.
*Têkoşîna femînîstan a ji bo pêkanîna zagona li dijî tundiya li ser jinan çawa didome?
Hebûna zagona jimara 58 ku di sala 2017’an de weke çarçoveyeke zagonî ya ku jinan ji tundiyê diparêze, vedigere têkoşîna tevgera femînîst û mafên mirovan a Tûnisê, îro jî ji bo jiholêrakirina her cure tundiyê têdikoşe. Cudakarî û pêkanîna wekheviyeke tam û bi bandor di navbera zayendan de, wê bi baldariyê ligel nivîsandina zagona li dijî tundûtûjiyê û kampanyayên parêzvaniyê berî û piştî erêkirina wê, zagoneke berfireh ku jinan ji tundiyê diparêze, pêk aniye.
Lê arîşe di sepandina lawaz a zagonê de ye ku ji ber çend sedeman e, di nav wan de nebûna bûdçeyek têr ji zagonê re, ji ber ku cîbicîkirina wê pêwîstî bi şiyanên wezaretên curbecur ên navbeynkar, mîna Wezareta Tenduristî, Jin, Dad û Navxweyî heye. Ji bilî wê yekê ji ber ku em di civakek baviksalarî de dijîn ku ev civak jinan wek kêmendam dibîne. Ên yekemîn ku wan wek qurbaniyên tundûtûjiyê digrin, navendên ewlekariyê ne ku bi gelemperî ji hêla mêran ve tên birêvebirin.
*Arîşeyên ku rê li ber sepandina vê zagona digrin çi ne?
Jina ku destdirêjî lê hatiye kirin rastî gelek zextan tê, destpêkê ji navendên ewlekariyê û piştre malbatê, li wir kar tê kirin ku bandorê li ser qurbanan bike û li ser akordê dilîze ku ew nexebite û dê kesek jê re piştgirî nede. Em dizanin ku hejmareke mezin ji jinên rastî tundiyê hatine, ji komên xizan in û bi vî awayî civak firûza xwe ya darizandina tacîzkar û dadgehkirina wî bi gotinên hestiyar ên mîna, “Vegere cem mêrê xwe û mijarê bigre, xema jiyanê xwe,” ev gotinên ku bandorê li derûniya vê koma jinan dikin û her wiha li ser lîstina nêrîna kêm a jina berdayî ku bandorê li wê bike ku vegere mala xwe.
Piştî vê bersiva neyênî ya civakê, dibe ku mijar bibe kuştina jinan, piştî geşbûna tundiyê di encama bêdengî û tirsê de. Îro em bûyerên kuştinê bi awayekî nebaş dibihîzin, ji ber ku giliyên jinan hatine kirin, di destpêkê de cidî nayên girtin.
Li vir em li ser pirsgirêkek radiwestin, ew jî ew e ku zagon bi awayê pêwîst nayên sepandin. Ji ber vê yekê zagonên kevn ên ku li dadgehan di meriyetê de mane, bi berdewamî tên sepandin, dijberî cezakirinê îstîsmarkar bêtir bi cesaret dike. Tundî li hemberî mexdûr bi awayên metirsîdartir bi pêş dikeve ango digihîje asta kuştinê.
*Çima rêjeya tundûtûjiyê piştî pejirandina zagona li dijî tundiyê zêde bû?
Beriya şoreşê tu dane û rêjeya rastî ya tundûtûjiya li ser jinan di destên me de tunebû. Di sala 2010’an de yekem îstatîstîk hat ragihandin ku wê demê ji %47 jin tûşî tundiyê bûne. Piştî ku qanûn derket, me rêjeya zêdebûnê tomar kir. Lê ev pirs derdikeve pêş: Gelo bi rastî tundî zêde bûye, yan jî jin, berevajî deh salên borî, tundiya ku dibînin radigihînin?
Tundûtûjî yek ji wan diyardeyên veşartî ye, îro jin xwedî wêrekiyeke têra xwe ne ku bêdengiya tirsnak dişkînin, şîdeta dibînin eşkere dikin. Ji ber ku jin siyaseta bindestiyê red dikin û cesûr hereket dikin, dadgeh zêdetir dikarin îstîsmarkeran bidarizînin, ev jî aliyekî girîng û erênî ye.
Li navendê me li gelek jinên temenê wan mezin guhdarî kir. Wan jinan dan xuyakirin ku bi dehan salan rastî tundiyê hatine lê îro piştî şoreşê û piştî xebatên mezin ên sivîl, femînîst û jin bêdeng bûn.
Rola medyayê jî di şikandina benda bêdengî û tirsê de hebû, ji ber ku rê da femînîst û parêzvanên mafên mirovan tundûtûjiyê eşkere bikin û biaxivin û jinan fêr bikin ku navendên guhdarîkirinê û qanûn hene ku wan ji tundûtûjiyê diparêzin, wesfê wan çi dibe bila bibe. Wan teşwîq kir ku dozan pêşkêş bikin û li ser tiştên di qada taybet an giştî de rastî wan dihatin biaxivin. Ev yek berî şoreşê tunebû behskirina tundûtûjiyê mijarek ewlekarî û tirsnak bû.
*Îsbatkirina tundiya cinsî û derûnî zehmet e gelo di zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ev mijar hatiye girtin û jinên ku lêdanê xwarine dikarin çawa vê yekê îsbat bikin?
Zagona jimare 58, balê dikşîne ser tundiya cinsî û derûnî. Dadger niha girîngî didin vegotina tundiya pîskolojîk û rapora bijîjk ku tundiya li mexdûr hatiye kirin, îsbat dike. Têkildarî îstîsmarê dê ev yek li dosyaya dozê bê zêdekirin. Îro ev rêgez tên pejirandin lê ne di hemû dozan de, bi gelemperî dema ku parêzerên komeleyê dibînin mexdûr ji hêla psîkolojîk ve westiyaye û rastî lêdanê hatiye, prosedureke wisa ye. Ji tundûtûjiyeke mezin a cinsî û derûnî re, ji ber ku raporek ji hêla psîkologek ve li ser dozê tê amadekirin ku di meriyetê de ye li ber çavan bê girtin lê mixabin ku prosedur ji bo gelek dadweran tu qîmetê nade.
Di Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê de, em herî zêde girîngiyê didin şîdeta derûnî, ji ber ku şîdeta herî dijwar û xeternak e, bandorên wê zû bi zû ji holê nayên rakirin û şopên wê nayên dermankirin, çiqas dem derbas bibe jî. Dem, berevajî şîdeta fizîkî ya ku bi demê re xişok dikare were sererast kirin, lê bandorên psîkolojîk ne mimkûn e ku ji holê rabin, ji bo me girîngî divê were dayîn.
*Ji bilî piştgirî û rênîşandana zagonî, hûn di navendê de ji bo avakirina kesayeta jinên ku hatine rencîdekirin û vekirina asoyên serxwebûna wan kar dikin. Dikarin ji me re behsa vê prosedurê bikin?
Yek ji xizmetên herî girîng ku Navenda Rêberiyê ji bo jinên mexdûrên şîdetê pêşkêşî dike, xebata li ser serxwebûna jinan e. Ferzkirin ne tenê guhdarîkirina mexdûran û wezîfedarkirina psîkolog an jî parêzeran e ku serlêdanê bikin, em jî di rê de ne. Em mexdûrên tundûtûjiyê dibin navendê, piştî şîdeta ku li wan hatiye kirin em texrîbata derûnî, qelsî û tirsa wan dibînin lê piştî guhdarîkirin û rênîşandanê em dixwazin wan ji êşên wan rizgar bikin û kesayetiyek din bi dest bixin. Ji bo ku bi hêz û xwebaweriyê bikaribin xwe biparêzin, pêvajoya dadrêsiyê bi pêbawerî bi dawî bike. Piştî ku jê re ferman tê dayîn bi pêşkêşkirina formek pêşkêşî dadgehê yan ji bo qereqola polîsan, ango em berpirsyariyê didin wê. Di dema serperiştiya proseya dozgeriyê de, ji bo ku bikaribe xwebawerî û têgihîştina xwe ji nû ve bi dest bixe.
*Qanûna Têkoşîna li Dijî Tundiyê nikaribî dawî li diyardeya tundiya li ser jinan bîne, li gorî we ji bo rawestandina vê rewşê çi pêşniyar hene?
Divê zagon bên tetbîqkirin û kiryar bêceza nemînin, ji ber ku dema îstîsmarkar cezayê xwe bigre wê rêje kêm bibe, îstîsmar derkeve holê, heqîqet diyar bibe û hişyariya jinan were bilindkirin.
Divê çapemenî stratejiya xwe biguherîne di warê çawaniya rûbirûbûna pirsgirêkên jinên mexdûrên şîdetê û ne hêsankirina belaya tundiyê de. Li vir jî banga min ji medyayê re ew e ku hevkarî û hevrêziyê bikin ji bo jinavbirina diyardeya tundûtûjiyê ango tundiya li ser jinan li Tûnisê.
*Peyama we ji bo jinên mexdûrên tundiyê çi ye?
Ez ji wan re dibêjim ku divê berî her tiştî bêdengiya xwe bişkînin, ji ber ku kesên carek zirarê dabe we dê hewl bide careke din dubare bike û riya jiyana we dê bi hemû şêwazên tundûtûjiyê re rû bi rû bimîne. Ji ber wê divê hûn tu carî şîdetê normalize nekin.
Em bûn şahidên serpêhatiyên jinên ku bîst sal in behsa tundiya li wan hatiye kirin dikin. Ji ber bêdengiyê her roj tundiya ku wan dike hedef, zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî ez piştrast dikim ku divê jin li hemberî tundiyê bêdeng nemînin. Bêdengiya li dijî tundiyê dê hejmara qurbaniyan zêde bike û bibe sedema êşên derûnî yên ku bi zehmetî derbas bibin. Peyama min ew e ku divê tu carî bêdengî çênebe, pêwîst e tawankar bên eşkerekirin û dadgehîkirin, ji ber ku ew gava yekem e ji bo rûbirûbûna wê diyardeyê.