Jinên Misirê zagona li dijî tundiyê dixwazin

Jinên Misirê bal kişandin ku li Misirê li her qadê tundiya li ser jinan belav bûye û tê asayîkirin, xwestin li dijî tundiyê zagonek yekgirtî bê derxistin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Lêkolînên ku li Misrê hatine kirin, eşkere dikin ku her sal 5 milyon û 600 hezar jin bi awayekî cuda rastî tundiyê tên. Dema dane roj bi roj zêde dibin, jin tedbîrnegirtina dewletê yan jî rêveberan a di vê mijarê de wek metirsiyek pênase dikin. Jinên ku li welat cezayên ji kiryaran re tên dayîn kêm dibînin, vê yekê wek yek ji sedemên herî girîng ên cesaret dide kiryaran dibînin. Helwesta jinan a li dijî bêcezatiyê û di warê jinan de asayîkirina civakê ya tiştên tên jiyîn jî zelal e. Jinên Misrî, dixwazin demildest Zagona Yekgirtî ya Tundiyê ku dê wan li dijî tundiyê biparêze bê derxistin û ji bo vê yekê dixebitin.

'Zagonên heyî cesaret dide kiryaran’

Seroka Heyeta Mutewelî ya Weqfa Jinê ya Nû Nevîn Obaid, diyar kir heta niha nederxistina zagonek siyasî ye û bal kişand ku hikûmet tiştên jin dijîn nagire rojeva xwe. Nevîn Obaid wiha got: “Parlamento hin zagonan diweşîne, hin tedbîrên siyasî dipejirîne, lê dema mijar dibe zagonên civakî lawaz tevdigere. Di demên dawî de di daneyên tundiya li ser jinan de zêde çêdibe. Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, pêwîstî bihêzkirina pergala zagonî heye.” Nevîn Obaid bandora zagonan a li ser sahayê wiha ani ser ziman: “Ger li dijî tundiyê zagonek bê derxistin, dê bandor li ser civakê jî bike. Divê li dijî tundiyê mekanîzmayên parastinê bên avakirin û hay jê hebûn bê afirandin. Hay jê hebûn jî wek esas derxistina qanûnê pêwîstî dibîne. Em dibin şahîd ku di pêvajoyên dawî de li qadên giştî jî tundî zêde dibe. Ev rewşek xeternak e. Zagonên heyî cesaret dide kiryaran. Ev jî dibe sedema zêdebûna tundî ye.”

Nevîn Obaid, destnîşan kir ku yek ji sedemên zêdebûna tundiyê jî asayîdîtina tundiya civakê ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêxistinên jinan her dem di hewldana pêkanîna guhertinek de ne. Rêxistinên jinan di mijara pêkanîna wekheviya zayendî, di civakê de avakirina hay jê hebûnê û bi taybetî li ser ciwanan hişyariyê bê avakirin de, xebatên xwe didomîn e.”

'Em li ser hemû bendên zagonê xebitîn'

Seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Sabaya Al-Khair a Îskenderiyê û Berpirsa Xeta Alîkariya Zarokan Azîza Mustafa Gad jî, diyar kir li Îskenderiyê polîtîkayên parastinê yên jinan ava kirine û ji bo pêşxistina van polîtîkayan û bilindkirina hişyariyê  dixebitin. Azîza Mustafa Gad, destnîşan kir bi taybet der barê Zagonta Yekgirtî ya Tundiyê de pêvajoyek xebatê ya dirêj dimeşînin û da zanîn li ser hemû bendên zagonê dixebitin û xwest zagon bê erêkirin. Azîza Mustafa Gad, bal kişand ku di qadên giştî û taybet de li dijî jinan binpêkirinên mezin tên jiyîn û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Ji bo pêkanîna guhertinê, cihgirtina jinan a di pozîsyonên biryardayîn û bi bandor de dê roleke mezin bilîze. Li Walîtiya Îskenderiyeyê ji 11 taxan 6 tax ji keyayên jin pêk tên. Keyayên taxan û bi taybetî jî yên jin di têkoşîna li dijî tundiyê de xebatên girîng dimeşînin. Em tevlî gelek civînên hişmediyê yên li ser pirsgirêkên jinan bûn. Em bi xebat meşandina li ser xalên cuda yên zagonê de di mijara bilindkirina hişmendiyê de bi serkeftî bûn.”

'Hişyarî pir girîng e'

Azîza Mustafa Gad got: “Ji bo ku ji zarokên keç re piştgiriya hiqûqî bê dayîn, yekîneyeke hiqûqî ya ji 7 parêzeran pêk tê hat avakirin. Di vê yekîneyê de ji bo di mijara bendên zagonê de hişmendî bê avakirin, xebat tên meşandin. Zarokên keç di mijara xwe çawa biparêzin û amûrên parastinê de ne xwedî agahî ne. Em bûne şahidê întiharên gelek zarokên keç ên di temanê navbera 16-18 salî de. Em difikirin ku bi taybetî di qada tundî û şantaja bi riya dîjîtal de di mijara zagonan de hişmendî pêwîstiyek e.”

Azîza Mustafa Gad, xwest ji bo derxistina zagoneke yekgirtî ya li dijî tundiyê, kesên bi mijarê re eleqedar dibin hin zêdetir hevgirtinê nîşan bidin û bal kişand ku li dijî tundiyê avakirina blokek zextê pêwîstiyeke lezgîn e. Azîza Mustafa Gad got ku bilindbûna rêjeya tundiyê metirsiyek e û destnîşan kir ku divê li dijî tundiyê çanda civakî bê guhertin.