Jinên Şoreşê bi diyarkirina zagonan mafên xwe diparêzin

Jin di warê şoreşê de bi asoyên fireh, jineolojî, bi cewhera rast, prensîb û zagonên taybet ên jinan û zagona malbatî ku mafên jinan diparêze, ava kirine.

SORGUL ŞÊXO

Qamilşo - Gelek geşedanên civakî yên ku di cîhana me de hatine jiyîn, rastbûna vê nêrînê piştrast dikin ku dibêjin sedsala 21'an dê bibe sedsala jinan. Ji ber ku hemû jin li her deverên cîhanê dixwazin bighêjin jiyanek wekhev, edalet, azadî, exlaq û aştiyane. Prensîbên bingehîn ên mafên jinan û beşdarbûna wê di jiyana civakî de dê bersiva vê pirsa jin dixwazin li kîjan cîhanê bijîn’ bide.

Dema têkoşîna herêmî ji asoyên cîhanî re vekirî be, berxwedana li ser asta gerdûnî bi xurtî bandorê li têkoşînên herêmî dike. Bi mebesta avakirina peymanek civakî ya xurt were çêkirin, pêşniyarkirina çareseriyan û xêzkirina nexşeyek rê ji bo pirsgirêkên bingehîn ên civakî hewcedariyek e.

Ji ber ku di guhertin û veguhertina civakî de jin bi hêz in, weke pêwîstiyeke lezgîn û pêwîst derket holê ku peymaneke jinan were çêkirin. Zagonên jinan yê li Rojava Kurdistanê derketiye, bandorek mezin li guhertina qanûna statûya kesayetî ya li Sûriyeyê ji bo jinan kir.

Peymana jinê ya hevpar wê gel di atmosfera aştî, ewlekarî, bextewariya ku li dora nirxan, çanda demokratîk û azadiyê dizîvire, roleke girîng bilîze.

Jin li Sûriyê di nava du rêyan de nasnameya xwe wenda dike, rêyeke ku kevneşopiyên civakî û urf û adetên ku ji asoyên wê yê fikirandinê re sînoran ava dikin. Rêya din jî dewlet zagonên ku hemwelatiya jin wekî hebûnekê naparêze. Di navbera her du pencan de jin hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya xwe ya wendakiribû bibîne, bi cîhanê bide nasîn.

Li Sûriyê di zagon û dadgehan de biqasî ku mêr tê parastin, mafê jinê tê binpêkirin. Ev yek ji vê çandê tê ku di jinan de fikrekî wiha çandine divê li kesê tundiyê lê dike an wê tacîz û destdirêjiya zayendî lê dike ker, kor û lal be û jana xwe bi derve re parve neke. Li dadgehan û li gel hikûmetê gilî neke. Ger jina mexdûr bi gilîkirinê hewl bide di warê zagonî de xwe biparêze, dê bira an jî hevjîn wê werin girtin û ceza yê xwe bistînin. Ev jî kêm be, edaletê pêk tîne. Li ser hesabê jinan li ser girtina bûyeran û pînekirina sûcan malbat û giştî civak hewl dide rûspiya xwe nîşan bidin. Hemû xirabiyên xwe di bin siya jinan de vedişêrin.

Jin îro di welatekî pir zimanî, pir çand, ol û mezheban de jiyan dikin, gelo zagonên ku hatine sazkirin nasnameya jinan diparêzin? Di vê dosyeya xwe de em ê balê bikşînin ser Zagonên Jin ku bi destpêkirina şoreşê re hatin sazkirin û paşê di sala 2023'an de veguherî zagona malbatê her wiha prensîb û zagonên jin ê ku taybet hemû malên jin, rêxistin û tevgerên jinan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêrin wê, nas bikin.

Prensîb û qanûnên bingehîn ên jinan

Prensîba 1’emîn; Mafê jiyanê pîroz e û bi zagonan bê cudahî tê parastin.

Prensîba 2’emîn; Asîmîlasyon, asîmîlekirina xwebexş, tunekirin, jicîhûwarkirina bi darê zorê û îşkenceya fizîkî û exlaqî sûcên li dijî mirovahiyê ne û divê bi her awayî têkoşîn li dijî wan bê kirin.

Prensîba 3’emîn; Têkoşîna ji bo guhertina birdoziyên li ser bingeha desthilatdariya baviksalarî a ku  cihêkariya zayendî, fanatîzma neteweyî û olî pêk were. Her wiha rêgirtina li hemû têkiliyên civakî yên li ser bingehê objektîfkirina jinê bi rêya parastina rewa û zanîna dîrokî ya jinê û pêşxistina çanda berxwedan, hevkarî, hevgirtin û wekheviya di têkiliyên malbatî û civakî de. Ev li ser bingeha serxwebûna zayendî û avakirina malbat û civakeke demokratîk.

Prensîba 4’emîn; Bersiva feraseta dîrokî ya derewîn a li ser bingeha zihniyeta desthilatdar, xebat ji bo guhertina wê û gihandina civakê li rastiya têgînên azadî, demokrasî, wekheviya civakî, jin, mêr, evîn û aştiyê, bê kirin.

Prensîba 5’emîn; Ji bo vejîn û nûjenkirina mîrateya demokrasiya komunal û jiyana azad, aştiyane, yekkirina nirxên civakî û mirovî yên bi hezaran salan li ser erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nirxên demokratîk ên sedsala 21'an, bixebitin.

Prensîba 6’emîn; Ji bo bilindkirina asta têkoşîna rêxistinkirî û hişmendî ya li dijî mîrateya çandî ya paşverû ya civakê û vejandina rêgezên wê yên exlaqî, xebat bikin.

Prensîba 7’emîn; Mafê civakan heye ku bi zimanê dayikê hîn bibin, ziman û çanda xwe bi pêş bixin. Divê em li dijî her cure qirkirina çandî têbikoşin û ji bo pêşxistina saziyên çandî yên civakê bixebitin.

Prensîba 8’emîn; Pêkanîna peymana civakî ya ji bo jinan û pêşxistina formulên hiqûqî û exlaqî wekî alternatîfek ji destûr û zagonên ku li ser hêza mêr û dewletê radiweste û li hember wê jî aktîvkirina siyaseta civaka exlaqî.

Prensîba 9’emîn: Têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk û xebat ji bo perwerdekirina civakê û bidestxistina hişmendiya ekolojîk.

Prensîba 10’emîn; Pêşxistina zanista ku li cewherê jînolojiya jinê (Jineolojî) lêkolîn dike, ji bo zanistên din ên civakî.

Prensîba 11’mîn: Wekheviya di navbera jin û mêr di warên jiyana giştî û xebata siyasî de, bi rêjeya nûneratiyê ji %50 ne kêmtir. Misogerkirina beşdarî û pêkanîna siyaseta giştî ya Rêveberiya Xweser bi pabendbûna bi prensîba rêvebirina beşdariyê di nûnertiya li ser asta navneteweyî de, di hemû sazî û dezgehan de cih girtin û di qada siyaseta demokratîk û pêşxistina wê de pêşengiya jinan teşwîq û piştgirî kirin.

Prensîbê 12’mîn; Beşdarbûna rêxistin û komeleyên sivîl ên ku bi jiyana giştî û siyasî ya welat ve mijûl dibin û avakirina rêxistinên siyasî û rêxistinên parastina rewa û rêxistinên din ku bi awayekî peymana civakî binpê nekin.

Prensîbê 16’mîn; Tundî û cudakariya li ser jinan qedexe ye. Rêveberiyên Xweser divê mekanîzmayên yasayî yên ku temînata parastina jinan ji her cure tundiya zayendî, kuştin, destavêtin û destdirêjiya zayendî, ji holê rakirina diyardeya fuhuş û îstîsmarkirina jinan bi pêş bixînin û peydakirina parastin, pêşîlêgirtin û dermankirina mexdûrên şîdetê.

Prensîbê 18’mîn; Qedexekirina her cure zewaca paşverû ya li ser jinan, pirjinî, zewaca temen biçûk, zewaca bi xwîn, zewaca zarokan, fuhûş û hwd.

Prensîbê 20’emîn; Wekheviya di hemû mijarên mîratê û şahidiya jin û mêran de di warê nirxê zagonî de.

Prensîbê 24’emîn; Pêşxistina hişmendî û rêxistinbûna tenduristiyê wekî alternatîfa îstîsmarkirina jiyana mirovan di sektora tenduristiyê de, naskirina mafê jin û zarokan ji bo jiyanek tendurist, xebat ji bo perwerdekirina jin û civakê der barê nexweşxane û agahdariya pêşîlêgirtinê de, û misogerkirina wekhevî û dadmendiyê di gihîştin û sûdwergirtinê de.

Prensîbê 26’emîn; Pabendbûna bi hemû bendên Peymana CEDAW, Peymana Stenbolê û peyman û biryarên navneteweyî yên têkildarî jinan.

Ev belge weke nexşerêyek ji bo pêşxistina zagonên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê dîtin.

Pêwîstiya Zagonê Malbatê

Li gorî şert û mercên dijwar û rewşa krîtîk ku Sûriye têre derbas dibe, pêwîstiya lezgîn bi pêkanîna wekheviyeke bi bandor di civakê de, ji bo bidestxistina prensîba jiyana hevpar, û yekkirina têgeha malbata demokratîk weke prensîb tê dîtin. Çareserkirina piraniya kêşeyên civakî yên ku di dema krîza Sûriyê de zêde bûne û ji bo kêmkirina perçebûna malbatê, pêwîst bû li ser amadekirina zagonek ku têkiliyên di nav heman malbatê de birêkûpêk dike, li hev bikin.

Çend xal û bendên girîng

Di beşa yekem û bendê yekem de zewac wekî; peymaneke di navbera jin û mêr de ye, bi zagonî ji hev re tên qebûlkirin û armanca wê avakirina malbatekê li ser bingehê jiyaneke hevpar û wekhev e.

Heman demê di bendê 5 ji bo stûnên peymana zewacê jî ev hatibû diyarkirin; ji bo zewacê divê 18 saliya xwe temam kiribin lê belê dîwana edaletê dikare bi erêkirina dayik û bavê wan û ji ber sedemên îstîsnaî îzna zewacê bide zarokekê/î 17 salî.

Bêguman jin wekî hebûneke gerdûnî ye, ji lewra di bendê heftan de jî ev xal hatiye destnîşankirin ku; mafê jinê heye kar, xwendin û cihê mayina xwe di peymana zewacê de diyar bike.

Di beşa duyem û di bendê 11 ya hevberdanê de hatiye zelalkirin ku; zewaca bi yek îradeya mêr nayê hesibandin û zewac heya ku bi biryara Dîwana Edaletê betal nebe, derbasdar tê hesibandin.

Her wiha yek ji xalên girîng ew e xiyaneta zewacê wekî zirarek ku ji hev veqetîna demildest hewce dike, tê hesibandin. Desteya Edaletê dikare ji bo lihevhatin û ji nû ve destpêkirina jiyana zewacê ji sê mehan kêmtir derfetekê bide hevjînan, berî ku biryara xwe ya veqetandinê bide, ev jî di bendê 12 de hatibû ziman.   

Dîwana Edaletê jî berî destpêkirina proseduran dikare hevjînan bişîne cem şêwirmendê derûnî û civakî yê di karûbarên malbatê de pispor in.

Dayingeha ku di bendê 15 a beşê sêyem de hatiye erêkirin, dayingeha zarok li gorî berjewendiyên wê/î ji mafê dayikê ye.

Xwedîderketina Desteya Jin li zarokan

Her wiha xaleke din ya girîng heye, heta pileya sêyem parêzgerek ji bo zarokê tune be, eger dê û bav bi hev re wenda bibin, yan jî nikaribin xwedî li zarok derkevin, Desteya Jin li zarok xwedî derdikeve û di maleke xwe ya lênêrînê de bi cih dike. Der barê zarokên şehîdan de jî Saziya Malbatên Şehîdan li gorî sîstema xwe ya hundirîn xwedî li zarokên şehîdan derdikeve.

Eger zaroka/ê di dayingehê de 15 saliya xwe temam kiribe, mafê wê/î heye ku kê ji dê û bavê xwe bixwaze, an jî bi yek ji xizmên xwe yên pileya duyemîn re bimîne heya ku 18 saliya xwe temam bike, eger dadgeh biryar bide. Ev jî ji bendê 19 ya zagonê ye.

Di beşa 6 de sûcên ku bandorê li malbatê dikin hatine bibîrxistin wiha ne; bêyî razîbûna keçek dana zewcandin. Heman wextê di bendê 28 de jî kesek zextê û bêyî erêkirina keç û xort wan bide zewcandin, ji şeş meh heya sê salan tevî cezayê pereyan ku ji 100-500 Lîrayê Sûriyê hezar tê cezakirin.

Pirsgirêka herî di nava civakê de li pêş e pirjinî ye, der heqê vê xalê di bendê 29 de ev biryar hatiye girtin: Her kesê zewicî ku bi yeka/î din re bizewice, piştî ku zewac çêbibe, yekser wan ji hev vediqetînin û her du hevjîn li ser sûcê pirjiniyê tên lêpirsînkirin. Bi cezayê girtîgehê ji salekê heta du salan û cezayê pereyan heta 500 hezar Lîrayê Sûriyê tên cezakirin.

Dema ducanîbûn çêbibe, mafên zarok û mafên wê/î din tên parastin û her du alî yekser ji hev têne veqetandin. Der heqê îxaneta zewacê di bendê 30 de ev hatiye gotin; her kesê ku xiyanetê li zewacê bike, bi cezayê girtîgehê ji salekê heya sê salan, 100 hezar Lîrayê  Sûriyê cezayê pereyan tê cezakirin û eger xiyaneta zewacê di nav malê de hatibe kirin, ceza kêmtirî du salan nabe.

Pirsgirêkeke din ku di bin bandora urf û adetên civakî de ma ye û hemû rêxistinên jinan hewl didin vê diyardeyê ji holê rabikin, ew jî zewaca temenê biçûk e. Di bendê 31 de ev biryar hatiye derxistin;  dê û bav keç an kurê xwe yê biçûk bizewicîne, bi cezayê girtîgehê ji salekê heta sê salan û bi 500 hezar Lîrayê Sûriyê bi cezayê pereyan tê cezakirin.

Ji bo zewaca berdêlî; zewaca berdêlî ji sê mehan heta salekê û cezayê pereyan 500 hezar L.S ji bo her yekî ji wan tê cezakirin. Her wiha ji bo hiyarkirinê jî di bendê 34 de: Her kesê ku bi mebesta keçekê bi darê zorê bi xwe ve girê bide û bêje ev ya min e, bi xwe yan kesekî din ku nêzîkî wî ye heta asta duyemîn û rê li ber zewaca wê bigire, sê sal cezayê girtîgehê û 500 hezar lirayê Sûrî cezayê pereyan tê cezakirin.

Xaleke girîng heye ku hemû rêxistinên jinan di dozên qetilkirina jinan, tundî, destdirêjî û sûcên ku di bendên 29-31- 32-33- 34-35/ de hatine destnîşankirin, rewşa dadgehkirina kesane digirin û dikarin li sûcdar dozê vebikin.