“Jin daxwaza mafê çarenûsa xwe û zarokên xwe dikin”

Hastaga "Welîbûn mafê min e" ku ji aliyê saziya jinan ve hatiye destpêkirin, bi riya malpera tora civakî "Facebook" piştgirî û qebûlkirina gelek kesan digre.

ASMAA FATHI

Qahîre- Civak bi jinan re wekî ne temam bin û nikaribin di jiyana xwe de biryarên krîtîk bidin, danûstandinê dike. Destûrên nivîskî ji aliyê mêr ve, çi bav be, çi hevser be, bûne kabûsek her kes  hewl dide di jiyana xwe de bi pêş bikeve yan jî tedbîrên têkildarî xwe yan zarokên xwe bigre hatine nivîsandin. Ev desthilatdariya baviksalarî ya civakeke paşverû ye ku li ser jinan tê ferzkirin her çendî ku şiyan, asta perwerde û çanda wê cuda be jî.

Hastaga "Welîbûn mafê min e" ji aliyekî ve ji bo vegotina qeyran û serpêhatiyan û ji aliyê din ve ji bo lêgerîna li çareserî û piştgiryê rê li ber jinan vekir. Ajansa me li ser nêrînên hin çalakvanan der barê pirsgirêka welîbûn û encamên wê de lêkolîn kir.

"Gelek mêr piştî hevberdanê jî hewl didin destdirêjiyê bikin û welîbûnê çavên wan bitirsînin"

Parêzer û çalakvana mafên mirovan Îman Mûsa got ku serpereştî di serî de ji bo jinan e, her çendî zewicîbin jî ji ber ku gelek mêr der barê zarokên xwe de tiştek nizanin, ji ber vê yekê baştir e ku jin piştî hevberdanê mijarê temam bikin, ji ber ku ev yek xizmeta berjewendiyên zarokan dike.

Îman Mûsa amaje bi wê yekê kir ku jiyana jinên Misrê li dora lênêrîna zarokên xwe dizivire, her çend jin karker bin jî berpirsyariya zarokan ji bo wan hatiye spartin û tu têkiliya mêr bi vê mijarê re nîn e. Tişta ku piştî hevberdanê diqewime, hewldana acizkirina jinan e ji ber veqetîna wê, mîna ku mêr bi zarokan wê ceza dike.

"Parvekirina welîbûnê nêzî mantiq e û di berjewendiya zarokan de ye"

Helbestvan û nivîskar Amal El-Rûbî got ku tu bingeheke qanûnî nîn e dayik di bûyera zewacê de ji serpereştiya zarokan bêpar bibe û teqez kir ku hewcedariya zarok û bijartina wî xwedî girîngiyeke taybet e ku ji aliyê şerîetê ve hatiye bicihkirin dûrî destwerdana yên din.

Der barê welîbûna perwerdeyê de Amal El-Rûbî anî ziman ku rakirina serpereştiya xwendinê mafê ya din jê digre, bi taybetî ger roleke xwe ya sereke di jiyana zarokan de hebe lewma parvekirina welîbûna perwerdeyê nêzîktirê mantiqê ye û di pêşerojê de nêzî berjewendiyên zarokan e ji bo ku yek ji wan biryaran negire.

Amal El-Rûbî bal kişand ku divê her tişt di cihê xwe de bê dîtin û her wiha pêwîst e bavên ku bi riya zarokên xwe şantajê li hevjînên xwe dikin û yên ku bi rastî di xema zarokên xwe de ne werin naskirin. Parvekirina welîbûnê bi awayekî wekhev, dibe ku gelek pisgirêkên  civakê yên ku di van demên dawî de belav bûye, çareser bike.

“Civak bi riya zarokan jinan ceza dike"

Ji aliyê din ve damezrînera însiyatîfa Super Woman Aya Mûnîr got ku qanûn û civak jinan bi zarokan ceza dike û zextê li wan dike ku jiyana xwe ji zarokan re xerc bikin û da zanîn ku cudahiya der barê welîbûna jinan de diqewime ew e ku civak bi xwe bi hemû hêza xwe têdikoşe ku jinan di warê aborî de bi hêz bike û ji aliyekî din ve wan ji derfetên ku serxwebûna xwe ya darayî guncav bike bêpar dihêle. Hewl dide ku wan ji şiyana wan a jiyana wan dûr bixe, da ku ew ji mêran û desthilatdariya baviksalarî ya heyî serbixwe nebin.

Damezrînera însiyatîfa Super Woman Aya Mûnîr di wê baweriyê de ye ku hemû îmtiyazên bi zarokan ve girêdayî ne ji bav re tên dayîn, ji ber vê yekê mafê wan heye ku wan ji dibistanan veguhezînin, bi îdiaya ku nikarin lêçûnan bidin û wan li her cih û çalakî tomar bikin. Her wiha ew dikare biryarê bide ku wan di dibistanan de nehêle û wan bê xwendin bihêle, di heman demê de jin ji her raman û biryara di vî warî de bêpar dimînin.