Ji jinên Lubnanî banga piştgiriya jinên Rojhilat û Îranê

Bertekên çalakvanên femînîst ên Lubnanê yê ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin didome. Çalakvanên jin ên Lubanên ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê banga piştgiriyê kirin.

CAROLINE BAZZI

Beyrut – Çalakvanên jin ên Lubnanî, qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaqî' yên Îranê ve hat qetilkirin, bi çalakiyên xwe şermezar kirin. Femînîstan ji bo Jina Mahsa Emînî çalakiya nobedê li dar xistin. Jinan diyar kirin ku ev çalakî weke bertekeke li dijî zext û pergala baviksalariyê derketine holê û diyar kirin ku ew bi tevgerên femînîst ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serbilind in.

 “Mijar ne mijara laçikê ye”

Çalakvana femînîst Zahra Diranî têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji ajansa me re axivî û got, “Xwepêşandan ne tenê ji ber qetilkirina Mahsa Emînî ye, di heman demê de bertekek li dijî rejîma mêtinger a ku jin tê de dijîn e. Ev rejîm bi tenê jinan di pileya kêmtir ji mêran datîne." Zahra Diranî anî ziman ku îro li Îranê pêşengiya jinan dikin û diyar kir ku yên hewl didin çalakiyan berovajî bikin hene.

Teqîna hêrsê

Rojnameger û aktîvîsta femînîst Meryem Yaghî jî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî şermezar kir û got ku ew piştgiriyê didin jinên Îranê. Meryem Yaghî diyar kir ku bûyer ne tenê kuştina Jîna Mahsa Emînî ye û diyar kir ku beriya niha jî jin ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibûn girtin, bi qalkirina bûyerên ku li Îranê qewimîne da zanîn ku heyanî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî, hemû bûyer bûn sedema teqîna hêrsê.

Çirûska serhildanê

Aktîvîsta femînîst û Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê Sarah El-Ewtah got, “Em li Lubnanê bûyera Mahsa Emînî û çewsandina jinan li Îranê şermezar dikin. Ji Beyrûtê heta Fransa, London û gelek welatên cîhanê, ji Beyrûtê heta Fransa, London û yên din, me matmayî nehiştin. Tepeserkirina xwepêşandanan bi xwîn û tundî ye. Ev yek piştrast dike ku hemû rejîmên xwînrêj û tundrew li ser bingehê desteserkirina azadiya takekesan, bi taybetî desteserkirina azadiya jin û zarokan in û "Kuştina Mahsa Emînî bû çirûskek ku jinên Îranî li dijî rastiya ku 40 sal in înkar kirine rabin."

Hevgirtin girîng e

Aktîvîsta Femînîst Meryem Sêf ji ber qetilkirina Mahsa Emînî dilgiraniya xwe anî ziman û got, "Cihê mixabin û xemgîniyê ye ku jineke ciwan a 22 salî ji ber cil û bergên xwe hatiye kuştin. Ne tenê li Îranê, li hemû cîhanê em tên kuştin. Bibînin ku jin ji ber cil û bergên xwe tên kuştin an jî tên girtin, ev yek jî rewşa dijwar û asta têkoşînê nîşan dide.” û bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi jinên Îranê re.