Ji çîroka F. li daraza desthilatdar a Tirkiyeyê binêrin

F’ya ku di 12 saliya xwe de hat zewicandin, zaroka xwe ya ewil di 13 saliya xwe de anî dinyayê, ji bilî mêrê pê re hat zewicandin ji aliyê birayê hevjinê xwe ve jî rastî destdirêjiya bipergalî hat; ji kiryaran re cezayên wek xelat hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiyeyê bûyerên zewacandina zarokan dem bi dem di çapemeniyê de xuya dibe, piraniya wan jî li pişt deriyên veşartî, veşartî mayîna xwe berdewam dike. Serpêhatiya H.K.G.ya ku di temenekî biçûk de hat zewicandin û rastî êrîşa zayendî ya bipergalî hat, li seranserê Tirkiyeyê bandorek mezin avakir, piştî bertekên di raya giştî de belavbûn der barê kiryar Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî de biryara girtinê hat dayîn. Ev bûyera ku rojev hejand, carek din li Tirkiyeyê sûcên li dijî zarokan tên pêkanîn, derxist holê.

Di 12 saliya xwe de hat zewicandin û ​​di 13 saliya xwe de zarokek anî

Bûyerek mîna tiştên H.K.G jiya, li Amedê jî qewimî. Wek polîtîkaya me weşanê armanca me ne ew e ku jina ciwan kiyê û li kijan taxê û kolanê jiyan dike ye, armanca me parvekirina xeyal, jiyan û zarokatiya jineke ciwan a ku di temana zarokatiyê de heta zewicandin û niha 27 salî ye, çawa hatine dizîn e. Her wiha eşkerekirina sûcên li dijî jinan ya pergala serdest a mêr ku belave hemû qadên jiyanê bûye û teşhîrkirina kiryaran e. Çîroka F.; çîrokek e ku di 12 saliya xwe de hat zewîcandin, di 13 saliya xwe de zarok anî, piştî zewaca xwe ya 5 salan ji aliyê birayê hevjinê xwe ve rastî gef, lêdan û destdirêjiyê hat û rûxmê ku li dijî kiryaran doz hat vekirin jî, yek kes jî nehat girtin e.

Piştî gefên kuştinê rastî destdirêjiyê hat

Çalakî di sala 2007’an de li Amedê dest pê kir. F. ya di sala 1995'an de ji dayik bû, di 12 saliya xwe de bi mêrêkî bi navê Raîf E. re hat zewicandin. F. ya ku piştî zewacî salek şûnde pitikek wê çêbû,  bi salan rastî êrişa zayendî ya biwest hat. F.ya ku bi zewaca olî hat zewicandin, piştî zewaca xwe ya 5 salan vê carê ji aliyê birayê Raîf E. Îlyas E.yê ve hat tehdîtkirin. F. ya ku ji aliyê Îlyas E. ve bi revandina zarokên xwe û kuştinê re rastî gef xwarinê hat,  piştre ji aliyê wî kesî ve bi lêdanê rastî destdirêjiyê hat.

Berbi fuhûşê re hat xirikandin

Di bûyera ku piştî destdirêjiya di sala 2012'an de gef û tundî dewam kir de, Îlyas E. gelek caran F. di berdêla pereyan de neçare fuhûşê kir. Ev pêvajoya ku bi gefên kuştinê berdewam kir bi qasî 6 mehan domkir. F.  di pêvajoya 6 mehan de ji aliyê Îlyas E. û gelek kesên din ve rastî destdirêjî û tundiyê hat. F. piştre tiştên hat jiyîn ji Raîf E. bi nikaha olî hat zewandin re vegot. bû û bi îmam re zewicî bû. F. piştî Raîf E. ji vê bawer nekir, zarokên xwe girt û çû mala xwişka xwe.

Piştî giliyê lêpirsîn hat vekirin

Tiştên F ya ku ji malê çû bi van tiştan re bi dawî nabe. Îlyas E. vê carê çû mala ku F. ya lê dima û gef, destdirêjî û tundiya xwe domand. Îlyas E. bi gotina "Ger tu ji min gilî bikî ez ê te bikujim" gefên xwe yên li dijî F domand. F ya ku êdî nekarî zêdetir li hemberê tiştên hat jiyîn li ber xwe bide û di heman demê de ket 18 saliya xwe çû qereqolê û der barê Îlyas E. de gilî kir. Der barê Îlyas E. û Raîf E. yên ku piştî giliyê îfadeya wan hat girtin de lêpirsîn hat destpêkirin. Tevî giliyên zarok jî di pêvajoya lêpirsînê de der barê kiryaran de tu biryara girtinê nehat dayîn.

Rapor îstîsmar piştrast kir

Rapora ku di dosyaya lêpirsînê de cih girtî hat piştrast kirin ku F rastî îstîsmarê hatiye. Nexweşxaneya perwerdeya Gazî Yaşargil û lêkolînê di rapora 13-03-2017’an de temenê hestî yê mexdûr dîrokên wan ji hav digre. Di berdewamiya wê de di sala 2019’an de rapora ku ji zanîngeha Dîcle hatî girtin, ji ber mexdûr di di sala 2012’an de rastî îstîsmarê hatiye teşîsa ‘Xirabûna Major depresik’ û ‘xirabûna stresa piştî travmayê’ hat danîn û ji ber vê yekê hat zanîn ku tendirûstiya beden û ruh têk çûye. Ji ber vê yekê  giringî nadin îfedaya mexdûr.

Di mehkemeyê de biryara sosret!

Piştî destpêkirina daarzandinê xwenegihandin F ya û jina ku sê zarokên wê heye nayê zanîn ku ka çi bi serê wê hatiye. Di dosyayê de îfdeya yekem hate esasgirtin û bersûcan ew sûcê ku li wan hatin kirin qebûl nekirin. Îlyas E yê ku zarok bi zorê fihuş pê dayî kirin û  parêzvaniya ku dihat zanîn kir û got ‘bêbextiyan li min dikin.’ Ji ber xwenegihandina F yê ew dosya ya ku ev çar sale her tê taloqkirin heftiya bûrî giha biryarê. Piştî danaşîna 16’emîn dosa hate encamdan û di dosyeyê de biryarek sosret derket.

Dadgeh pêşeroja bersûc fikirî!

Di derketina biryarê de Raif E yê ku bi sucê bi zarok re bi awayek ne fermî zewicî ‘Bi xelek bi zanabûn îstîsmarkirina zarok û bi xelek bi armanca êrîşa zayendî li dijî azadiya zarok mayina bê par.’ Îlyas E jî bi sucê bi xelek bi zanabûn îstîsmarkirina zarok û bi xelek bi armanca êrîşa zayendî li dijî azadiya zarok mayina bê par û bi xelek gef û zorîkirina fihuşê’ hat xwestin ku herdû bersûc werin ceza kirin. Di danaşîan ku dawî hatî ditin de bersûc Raif E bi suçê bi zanebûn îstismara li dijî zarokê cezayê girtîgehê 18 sal û 9 meh lê hat birin. Heyeta dadgehê piştî wê ji ber bandorên nerênî li ser pêşeroja bersûc çû daxistinê û cezayê girtîgehê yê 15 sal û 7 meh û 15 roj hatî xwarê hat birîn..

Îlyas E ji gelek sucan biryara beraatê

Îlyas E yê sucê bi awayek sîstematîk êrîşa zayendî pêkanî li zarok pêk anî û fihûşê li ser wê ferz kir bi cezayê ku girtiye, hate xelatkirin. Bersûc Îlyas E ji sucê ‘Kes ji azadiya wê bê par hêlan’ cezayê girtîgehê yê 3 sal û 1 meh û 15 roj lê hate birin. Li beramberî sucên bi xelek bi zanabûn îstîsmarkirina zarok û bi xelek bi armanca êrîşa zayendî li dijî azadiya zarok mayina bê par û bi xelek gef û zorîkirina fihuşê’ bi hêceta ji ber ew sucên ku hatine kirin ji aliyê bersuc ve ne sabîte bersûc ji hemû sucan cûda cûda biryara beraatê dan.

Bersûc dê ne girtî werin darzandin

Di encama biryarê de dosya birin dadgeha Îstinafê û wê bersûc di vê navberê de ne girtî werin darazandin.