Ji bo şopandina bi israr a yekalî biryara emsal

Ji bo Îsmaîl Bektaş ê ku xwediyê îmtiyaza Weşanên Kostebek e, ji ber kiryara şopandina bi israr ceza hat dayîn. Cezayê ku hat dayîn dibe emsal.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Dadgehê di doza der barê xwediyê îmtiyazê ya Weşanên Kostebek Îsmaîl Bektaş ku bi xala 105/1 a TCK’yê ya bi sernavê "Sûcê îstîsmara zayendî" hat vekirin de Bektaş mehkûm kir.

Piştî biryarê gilîker Dîcle Ozturk ji ajansa me re axivî û got; "Bila em di ferqa vê yekê de bin ku em ne neçar in barê pirsgirêkên ku mêr di jiyana xwe de nikarin çareser bikin bikşînin.” Biryara mijara gotine ji bo şopandina bi israr jî biryara emsal afirand. Ji aliyekî din ve, ev pêşkeftin nîqaşên der barê sûcê şopandina israr a ku di pakêta dadwerî de hat zêdekirin jî nû ve anî rojevê. Yek ji parêzerên Dîcle Ozturk, Ceren Acer ji ajansa me ra rêziknameyê nirxand.

Cezayê pere hat dayîn

Der barê kiryar îsmaîl Bektaş de di 11’ê Sibata 2021’ê de bi îdaya, ji gilîker Dîcle Ozturk ku berê bi hev re diman, "tevî ku gilîkar ji bersûc veqetiyaye jî bersûc bi israr ji gilîker re peyam şandiye, di van peyaman de bersûc ji gilîker re peyamên wekî 'ez ji dilê te dil dixwazim, evîna min' şandiye, kulîlk daniyê ber deriyê wê, her çendî gilîker diyar kiriye ku ew naxwaze pê re hevdîtinê bike jî bersûc bi heman wateyan nameyek ji gilîker re şandiye û bi tevgerên xwe yên bi israr tacîza zayendî li dijî gilîker pêk aniye” îdaname hatiye amadekirin û daxwaz kiribû ku Bektaş bi xala 105/1 a TCK’yê ya bi sernavê "Sûcê îstîsmara zayendî" were cezakirin.

Di doza ku di Îlona 2021’ê de biryar hat dîtin de, Dadgeha Cezayê Asliye ya 65’an a Stenbolê, ji bo Îsmaîl Bektaşê ku bi TCK 105/1 mehkûm kiribû, 220 roj cezayê pereya edlî, ji ber ku tacîzê bi riya ragihandina elektronîk pêk aniye, bi zêdekirinê re 270 roj cezayê pereyê edlî lê hatiye birîn û her wiha ji ber ku tacîz bi awayekî bi israr kiriye bi zêdekirine re bi giştî 337 roj cezayê hepsa edlî zêde kir. Îsmaîl Bektaş bi giştî 6 hezar û 740 TL cezayê pereyê edlî re hat mehkûm kirin.

“Em ne neçarê têkiliyên biwestan in”

Dîcle Ozturk destnîşan kir ku tacîz "yek ji cureyên tundiyê ku jiyana jinek herî zêde zehmet dike û diwestine ye” û wiha got: “Di nava jiyana rojane de, bêyî şop bihêle, bi qasî mimkum be biweste, mêr di vê cure tundiyê de ku bi bêzarkirinê pêk tînin re, difikirin ku ew dikarin tiştên ku dixwazin bikin û di her xalên ku digihîjin de doza tiştên aciz dikin zêde dike û dest bi êrîşê dikin.”

“Ev kiryarên ku hebûna xwe bi îstismarkirina hebûna jinan û danîna têkiliyên mirovî îsbat dikin, heta hêzeke mezintir ku dê ji wan re bibêje raweste bibînin, hewl didin sînorên xwe biceribînin, di vî demê de hemû wêraniyên ku dikarin bikin pêk tînin. Ev têgihîştineke wek, ez çi bixwazim dikarim bikim, sînoran ji binpê dikim, lê ez ê bedêla wê jî nedim e.”

Dîcle Ozturk bal kişand ser girîngiya ku jin di vê rewşê de mafên xwe hîn bibin û belgekirina tundiya ku pê re rû bi rû dimîne û wiha axivî: “Ger di qanûnê de beranberê we hebe, teqez divê em doz vekin, bila em zanibin ku tundiya ku em pê re rû bi rû tên zerareke biçûk be jî, berdêlek wê heye. Em xwe biparêzin û weke jin bila em zanibin ku em ne berpirsyarên yekemîn ên vê tundiya mêr in. Werin em ji bo têkiliyên ji tundiyê dur gav biavêjin û em ji bîr nekin ku em ne neçar intêkiliyên xiret û biwestan in.”

Biryara dadgehê ya li ser şopandina bi israr daye xwedî emsal e. “Şopandina bi israr ya yekalî” ku di xala 34’an a Peymana Stenbolê de weke cureyek tundiyê cih digre, di rêziknameya Qanûna bi hejmara 6284’an de wiha tê îfadekirin:

Biryara emsal

Yek ji parêzerên Dîcle Ozturk Ceren Acer di nirxandina xwe ya ji ajansa me re destnîşan kir ku tevî vê îfadeya di vê rêziknameyê de jî "şopandina bi israr di qanûna me ya cezayê de wekî sûcek cuda nehatiye destgirtin û sererastkirin.” Parêzer Ceren Acer wiha axivî:

“Welatê yekem ku li ser sûcê şopandina bi israr rêziknameya qanûnî hat çêkirin, sala 1933’an Danîmarka ye. Her çend li Almanyayê şopandina bi israr wek sûcêk cuda di dîrokek hîn derengtir 2007’an de hat sazumankirin jî, cezayê herî giran li Almanyayê tê sepandin. Kiryar bi cezayê girtîgehê yê heta 10 salan tên cezakirin. Her wiha li gorî Qanûna Dadwerî ya Ceza ya Almanyayê, mimkun e ku sûcê şopandina bi israr der barê kiryar de biryara girtinê bide. Ji ber ku li welatê me weke sûcekî taybet nayê pênasekirin û ji ber newekheviya zayendiya civakî, şopandina bi israr cureyek tundiyê ye ku piraniya jinan dijîn lê carna nikarin binav bikin û pênase bikin. Bi gelemperî ev sûc ji aliyê hevjînê berê ku tola bi dawîkirina têkiliyê hilîne yan jî ji bo ji nû ve destpêkirina têkiliyê bi armanca li ser jinê zordarî pêk bîne tê kirin.”

"Di pakêta nû ya darazê de şopandina bi israr dê li ser kaxezê bimîne"

Parêzer Ceren Acar da zanîn ku cureyên herî gelemperî yên şopandina bi israr, tevî ku raste rast tundiya fizîkî pêk neyne jî bi awayekî bi înad bê rawestan bi telefonên gerandin, peyamên elektronîkî şandin, domdarî diyarî yan kulîlkan şandin, bi awayekî fizîkî şopandin, li ber mala wê yan jî cihê kar li bendê sekinandin pêk tên û diyar kir ku rêziknameya di pakêta nû ya darazê de jî têrê nake:

“Tevî ku sûcê şopandinê bi israr bi pakêta nû ya darazê re bi serê xwe tên sererastkirin jî nûçeyek bi kêfxweş be jî di warê bandorkirinê de ew ji rêziknameya qanûnî ya li ser kaxezê wêdetir pêş ve naçe. Bi vê rêziknameyê sînorê jêrîn ê cezayê 6 meh û sînorê jor in jî 2 sal e. Di ser sînorê jor re jî cezayê girtîgehê ji ber taloqkirinê nayê sepandin. Ger ji sînorê jorîn ceza bê dayîn jî ji ber taloqkirinê cezayê girtîgehê bi kiryari nayê sepandin. Ji ber vê yekê jî îhtimaleke mezin e ku ji bo kiryaran bêcezatî berdewam bike. Em weke parêzerên jinên ku rastî şopandina bi israr tên, bi salan e ji bo darizandinan di çarçoveya sûcê eziyetê de bê cezakirin têdikoşin. Di qanûna heyî de cezayê eziyetkirina mirovan 2-5 sal cezayê girtîgehê ye. Bi vê guhertinê re, her çiqas sûcê şopandina bi israr cuda di qanûnê de cih bigre jî, li paş cezayê sûcê eziyetê dimîne.”