Ji bo kujer Umîtcan Uygun 10 sal cezayê girtîgehê hat dayîn

Di doza derbarê qetilkirina Esra Hankulu de, ji bo kujer Umîtcan Uygun 10 sal ceza hat dayîn.

Navenda Nûçeyan -  Danişîna doza Umîtcan Uygun a li navçeya Mamak a Enqereyê Esra Hankulu qetil kir, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kir. Umîtcan Uygun a ku Aleyna Çakir qetil kir, di doza qetilkirina Esra Hankulu de 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di doza ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de hat diyarkirin ku Esra Hankulu di 3'ê Tebaxa 2021'an de dema ku hemû bersûc li malê bûn, ji ber travmaya kunt a ser di encama xwînrijiya hundir de jiyana xwe ji dest daye. Serdozgeriyê diyar kir ku bersûc Uygun li odeyê, li qada jiyanî ya Hankulu serê wê cebir bi kar aniye, bi vî awayî, mexdûr di encama ketina xwarê an jî lêdana serê xwe li ser erdek hişk û kunt jiyana xwe ji dest daye û piştre bersûc ji bo cenazayê pozisyona di nava cih daye û ji mal durketiye. Di mutalaya de ji bo bersûc Umîtcan Uygun ji sûcê "Birîndarkirina bi qestî" muebetê û ji bo Furkan Gurgîl û Dîlan Cîvelek ên ku bê girtî dihatin darizandin jî bi sûcê "Veşartina delîlên sûc" heta 5 salan cezayê girtîgehê hatibû xwestin.