Ji bo kiryarê ku xwest qetil bike, cezayê girtîgehê hat xwestin

Der barê Cemîl Eser ê xwest jina pê re zewicî bû qetil bike, ji ber sûcê “bi zanebûn hewl daye bi çekê hevjîna xwe bikuje" îdianame hat amadekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di dîroka 27'ê Tîrmehê de li Amedê Cemîl Eser, xwest jina bi navê G.E. ya ku pê re zewicî bû bi îşkence û amûrên birînê qetil bike. Zarok û xizmên jina ku bi giranî birîndar bû wê rakirin nexweşxaneyê, kiryar ji cihê bûyerê reviya. Der barê kiryarê mehek piştî bûyerê hat girtin de bi sûcê “bi zanabûn hewl daye hejjîna xwe bikuje” îdianame hat amadekirin. Li ser giliyê G.E ya ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin lêpirsîn hat destpêkirin, hat hînbûn ku kiryar berê bi awayekî pergalî tundî li ser jinê kiriye û gef lê xwariye.

Piştî mehekî hat girtin

G.E ku piştî li nexweşxaneyê derket der barê kiryar de gilî kir, parêzerên jin ên girêdayî Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê piştgirî dan G.E. Di îdianameya ku piştî gilîkirinê hat amadekirin de îfadeyên şahid û kiryar cih girt. Kiryar sûcdarkirin qebûl nekir, îdia kir ku ew dema êrişî kesek din kiriye G.E. xwe kiriye mertal û bûyer wisa pêk hatiye. Lê belê îfadeya şahidan kiryar derewand. Di rapora bijîjkan a ji bo lêkolînê hat wergirtin de, hat diyarkirin ku birîn di asta sivk de ne, di asteke ku jiyana kesî dixe nava xetereyê de ye.

Ji bo kiryar Cemîl Eser daxwaza cezayê

Di encamnameya îdianameyê de ev tişt cih girt: "Lêpirsîna tê meşandin û delîlên tên berhevkirin diyar dibe ku gumanbar hevjina xwe ya gilîker sûcê bi sûcê “bi zanabûn hewl daye hevjîna xwe bikuje” pêkaniyê, rapora bijîşk ya hat girtin, îfadeyên kesên xwedî agahî û gilîker sabît e ku kiryar sûcê li ser xwe pêkaniyê; ji ber vê sedemê, tê fêm kirin ku ji bo der barê wî de dozek giştî bê vekirin gumanên têrker hatine peydakirin, gumanbar dê li dadgeha we bi eşkereyî were darizandin û kiryar li madeyên sewqê yên li jor hatine nivîsandin, were ceza kirin…”

Yekemîn danişîna dozê dê di 21'ê Kanûna 2022'an de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.