Ji bo failê ku dayika xwe qetil kir parêzeran xwest cezayê giran bigre

Suleyman Yucel ê ku dayika xwe Esma Yucel qetil kir bi sûcdariya “Bi awayê bi qelîte kuştina bi qesd” cezayê girtîgehê girt. Parêzerên dosyayê jî gotin ku awayê kuştinê plankirî ye û serî li Dadgeha Îstînafê dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li taxa Huzurevlerî ya Kayapinara Amedê, di 14’ê Hezîrana 2021’ê de Suleyman Yucel, dayika xwe ya 35 salî Esma Yuceli bi çekê qetil kir û piştî bûyerê xwe veşart lê 8 meh şûnde hat girtin û der barê wî de “Bi awayê bi qelîte qesda kuştinê” doz hat vekirin. Hat tesbîtkirin ku Yucel madeyên hişbir bi kar tîne, beriya bûyerê ji ber tîşortê bi milê kurt li xwe kiribû, li dayika xwe dabû. Di encamê de muebeta giran girt. Kujer di hemû danişînan de sûcê xwe qebûl nekir lê derket holê ku berê du car ji ber sûcê madeyên tiryakê hatiye darizandin.  

 Hefteyek beriya bûyerê li dayika xwe da

Bûyer 14 Hezîranê di saetên serê sibehê e qewimî. Suleyman Yucel wê rojê piştî ku xwişk û birayên xwe bir kar vegeriya malê û bi çekê gule berda dayika xwe ku di xewê de bû. Piştî bûyerê ji malê derket û çû, piştî sê rojan der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Derket holê ku Esma Yucel a dayika 4 zarokan ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, gelek caran ji aliyê kurê xwe ku tiryakê bi kar dianî ve her dem bi gotinên “Ez ê te bikujim” hatiye tehdîtkirin, hefteyek beriya bûyerê jî ji ber ku bi tîşortê milê wê kurt derketiye balkonê ji Suleyman Yucel lêdan xwariye.

 Delîla kuştina bi plankirî û qesdî nehatiye dîtin!

Suleyman Yucel, piştî ku 8 meh firar ma di 19’ê Çileya 2022’an de li Silopiyê hat binçavkirin û dûre jî hat girtin. Suleyman Yucel piştî ku wekî gumanbarê kuştinê hat girtin, der barê wî de îdianameya “Bi awayê qelîte kuştina bi qesdî” hat amadekirin. Di doza ku li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, hat tesbîtkirin ku tenê kesê gumanbar ew e, di qeydên kamerayê de diyar bû ku di dema bûyerê de ketiye avahiyê û derketiye. Piştî cezayê ku di meha Temûzê de hat dayîn, rojên derbasbûyî di biryara bi hincet de jî hat gotin ku bersûc bi plan û qesdî Esma Yucel nekuştiye.

Heyeta dadgehê di biryara xwe de wiha got: “Ji ber ku diyar nebûye bersûc kengê biryar daye dayika xwe bikuje, tu gumanek tune ye û delîlên şênber nîn in der barê bersûc de hukmê kuştina bi qesdî nehatiye dayîn.”

Parêzer ji bo cezayê girantir bigre serî li Dadgeha Îstînafê da

Parêzerê Esma Yucel jî îtiraz li cezayê muebeda giran kir û bal kişand ku cînayet plankirî ye, ji bo zêdekirina ceza serî li Dadgeha Îstînafê da.