Ji bo Canan Kaftancioglu cezayê girtîgehê hat xwestin

Ji bo Seroka rêxistina CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglu ku ji ber wêneyên mala Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ên ku bê destûr hatibûn kişandin weşandibû, doz hatibû vekirin. Di danişîna duyemîn de ji 9 meh heta 10 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.

 
Navenda Nûçeyan- Danişîna duyemîn a têkildarî bêdestûr kişandina wêneyên mala Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ku Seroka rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu bi "teşwîqkirina sûc" û "pesindayîna sûc û sûcdar" dihat darizandin hat dîtin. Di 21’ê Nîsana 2020’an de bê destûr wêneyên mala Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ê li Kuzguncukê hatiye kişandin hatibû vekirin. Parêzerê Fahrettîn Altun Sezgîn Tunç beşdarî danişîna li 13’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Anadoluyê bû Canan Kaftancioglu û parêzerê wê ji ber ku beşdarî danişîna yekem nebûnbûn, ji ber biryara anîna bi zorê tevli danişînê bûn.
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê amade kir de, hat hînbûn ku Serokê CHP’ê yê Uskudarê Suat Ozçagdaş, di 21’ê Nîsana 2020’an de bi telefona xwe ya destan wêneyê mala Fahrettîn Altunê ku Midûrê Ragihandinê ye kişandiye. Di heman demê de hat îdiakirin ku Suat Ozçagdaş dîmenên tomar kirine ji Canan Kaftancioglî re şandiye û eşkere kiriye. Dîsa, parêzerê Fahrettîn Altun di îdianameyê de serî li dozgeriyê dan û parvekirina Canan Kaftancioglu ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotinên "Serokê CHP’ê yê navçeyê peywira xwe kiriye û bi talîmata partiya xwe, ji bo kontrola eraziyê ku înşaet lê qedexe ye çûye û dê dîsa biçe. Ji ber ku malê giştî û maf û hiqûqa gel parastiye tu kes nikare têkilî serokê CHP’ê yê navçeyê bibe” parve kiribû.
Danişîn taloqî 24'ê Kanûnê hat kirin
Heyeta dadgehê bi eşkerekirina biryara xwe, ji bo Canan Kaftancioglu bi hinceta "teşwîqkirina sûc" û "pesnê sûc û sûcdar" bi giştî ji 9 mehan heta 10 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê xwest. Danişîna din jî taloqî dîroka 24’ê Kanûna 2021’ê hat kirin.