Huda Elyan: Ji bo başkirina şert û mercên jinên Filistînê divê saziyên jinan bên pêşxistin

Seroka Komeleya Xebata Jinan a Rehabîlîtasyona Jin û Zarokan Huda Elyan diyar kir ku ji bo piştgirîdayina pirsgirêkên jinan, bidestxistina mafên wan û bi hêzkirina wan, pêwîst e di hemû qadan de saziyên jinan bên pêşxistin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Seroka Komeleya Xebata Jinan a Rehabîlîtasyona Jin û Zarokan Huda Elyan diyar kir ku ji bo piştgirîkirina pirsgirêkên jinan ên hiqûqî, civakî û aborî, bidestxistina mafên wan û ji bo bihêzkirina wan a di hemû qadan de divê stratejî û plansaziyên xebatê yên rêxistinên jinan bên pêşxistin.

"Şert û mercên aborî, dorpêçkirin û êrîşên dûbare jin lawaz kirine"

Huda Elyan da zanîn ku jin di xebatên xwe yên rêxistinî de xwedî dîrokeke dirêj in, li ser pirsgirêkên jinan şopeke berfireh û xurt hiştine û wiha pê de çû: "Beriya dabeşbûn û dorpêçkirina li ser Xezayê, rola jinan di bidestxistina mafên wan de bi rêya derxistina yasa û yasayên taybet diyar bû. Gelek çalakî û bername hene ku jin bi rêya saziyên civaka sivîl û mafên mirovan tê de beşdar bûne, lê şert û mercên zehmet ên ku sazî tê de derbas dibin û nebûna fonan ji bo wan, beşdariya wan di nav rêxistinên sivîl de lawaz kiriye. Şert û mercên aborî, dorpêçkirin û êrîşên dûbare jin lawaz kirine. Lê sazî hene ku di warê semîner û kursan de jin pir giran dixebitin. Her wiha di piraniya van saziyan de jin serokatiya desteyên rêveberiyê dikin."

"Divê em ji bo piştgiriya pirsgirêkên jinan û bi destxistina mafên wan bixebitin"

Huda Elyan eşkere kir ku divê ew hin saziyan ji nû ve ava bikin û piştgiriyê bidin wan û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ên ku herî zêde di civaka Filistînê de zirarê dibînin jin in, ji ber ku rojane rastî tundiya derûnî tên. Rewşa xirab a aborî û belavbûna xizaniyê êşa jinan zêdetir dike, ji ber vê yekê jin hewl didin ku tevli saziyên jinan bibin da ku derfetên kar bibînin. Xeza îro di şert û mercên xirab ên aborî û civakî re derbas dibe û ji ber qetilkirinên bi hincetên cuda û her wiha tundiya li ser wan, mafên jinan kêm bûne û ev mijar pêwîstî bi piştgiriya aborî, mafên mirovan û derûnî heye. Pêwîste em sazî û dezgehên jinan pêş bixin û bi bername û çalakiyan ji bo piştgiriya pirsgirêkên jinan û bi destxistina mafên wan bixebitin. Ji ber ku rewşa siyasî ya li Xezayê cuda ye, heta ku malî neyê zêdekirin û dorpêç neyê rakirin, ev mijar nayên tetbîqkirin, ji ber vê yekê jî bêyî ku li ser têkiliya siyasî û hizbî ya jinan were lêkolînkirin, divê rewşa jinan ji ber çavan bê girtin."

"Ji bo pêşxistina saziyên femînîst pêwîstiya me bi piştgiriya navneteweyî heye"

Huda Elyan anî ziman ku ew dikarin bi rêya kursên perwerdehiyê û projeyên piçûk yên ji bo bihêzkirina wan di warê aborî de piştgiriyê bidin jinan û wiha axivî: "Rêxistinên jinan divê plan û bernameyên xwe yên stratejîk ji nû ve bi awayekî pêşketîtir û nêzî jinan bikin. Parçebûna Filistînê ya hundirîn zêdetir bandor li şert û mercên aborî, civakî, hiqûqî û derûnî yên jinan kir. Ji bo ku her du parçeyên welat bibin yek û ji bo hilbijartinên demokratîk di Meclîsa Zagonsaz, Netewî û Navendî de pêk were, pêwîst e yekitiya neteweyî ya yekbûyî pêk were. Divê pêkhateya femînîst bê parastin. Ji bo pêşxistina saziyên civaka sivîl û femînîst pêwîstiya me bi piştgiriya navneteweyî heye."