Hinceta daraza mêr ‘nan stendibe jinê nakuje’
Melek Îpek a li Antalyayê 3 sal berê piştî ku rastî îşkence û tecawiza kesê pê re zewicandî hatibû û wî kuştibû, hatibû beraetkirin. Biryara beraetê ji aliyê Daîreya Ceza ya 1’emîn a Darazê ve hat betalkirin.
Antalya- Jina bi navê Melek Îpek, li navçeya Doşemealti ya Antalyayê di 8’ê Çileya 2021’an deli leşkeriyê geriya û teslîm bû. Melek Îpek got ku Ramazan Îpek ê pê re zewicandîbû ew dîl girtiye, îşkence û taciwêzê lê kiriye, lewma wê jî ew kuştiye.
Bi hinceta ‘mêr nan kiriye û aniye malê’ biryar betal kirin
Melek Îpek piştî ku hat girtin, di Nîsana 2021’an de bi biryara "Rewşeke ku ji ber ceza bigre tune ye” hatibû tehliyekirin. Daraza mêr, niha jî ev biryar betal kir. Darazê bi gotinên; ‘Ji ber ku Ramazan nan kiriye û aniye malê, xuya dike ku daxwazek wî ya wek kuştinê tuneye’ biryara beraetê betal kir.
Ji bo Melek 2-6 sal ceza tê xwestin
Di biryarê de hat îdîakirin rewş nîşan dide ku tiştek ku wê demê nîşan bide Ramazan zirarê bide Melekê, xuya nekiriye. Dadgehê xwest ku Melek bi sûcê "Kuştina bi zanebûn” ji nû ve bi cezayê girtîgehê yê ji 2 salan heta 6 salan, were darizandin.
Her dem rastî şîdetê hat
Ramazan Îpek ê bi Melek re zewicandî bû, kelebçe li destên wê xistibû, bi ava cemidî îşkence lê kiribû. Melek di nav tirs û xofeke mezin de bi tivinga seydvaniyê Ramazan kuştibû. Piştî bûyerê Melek hatibû girtin û piştî 108 rojan hatibû berdan.
‘Min ew nekuşta wî dê min û zarokên min bikuşta’
Melek Îpek roja bûyerê diyar kiribû ku Ramazan Îpek gefên kuştinê lê xwariye, her tim tundiyê lê kiriye, wê jî ji bo ku xwe û zarokên xwe ji zilma wî biparêze ew kuştiye. Melek Îpek got: "Ger ew roj ew tiving neteqiya û Ramazan Îpek nemiriya, ez û zarokên xwe em ê bihatana kuştin."
‘Hem berî zewacê hem jî piştî zewacê tecawiz kir’
Melek Îpek di îfadeyên xwe yên din de jî gotibû ku hem beriya zewacê, hem jî piştî zewacê rastî tecawiza Ramazan Îpek hatiye.
Piştî biryara darazê, dosyayê careke din şandin dadgeha herêmî. Parêzerên Melek Îpek li hember biryarê îtiraz kirin û dan zanîn ku ew ê lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin.