“Hesasiyeta di dosyayên kuştinê de tê raberkirin, ji bo kuştinên bi guman nayê nîşandan”

Li gel kuştinên jinan, li Tirkiyeyê di mirina bi guman a jinan de jî zêdebûneke cidî tê jiyîn. Li gorî daneyên ku dikevin raya giştî, li Amedê ji meha Çileyê ve heta niha 12 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Nûner û Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş pêvajoya darazê nirxand; bal kişand ku darêzgerî bi qasî hesasiyeta ku ji bo dosyayên mirovkujiyê raber dikin, ji bo dosyayên mirinê nîşan nadin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li gel qetlîamên jinan, li Tirkiyeyê di mirina bi guman a jinan de jî zêdebûnek cidî heye. Tenê li bajarê Amedê ji Çileya 2021’ê ve heta niha 12 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Van hemû mijaran em bi Nûnera Civata Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa, parêzer Elîf Tirenç Îpek Ulaş re axivîn. Elîf Tirenç Îpek Ulaş destnîşan kir ku polîtîkayên dijminahiya jinan ên hikûmetê dihêle ku kuştina jinan û mirina bi guman ên jinan zêde bibe û bal kişand ku di vê mijarê de daraz jî helwesteke cuda raber nake. 
“Ji bo mirina bi guman hesasiyet nayê raberkirin”
Elîf Tîrenç Îpek Ulaş da xuyakirin ku di dosyayên mirina jinan de lêpirsîn, li gorî dosyayên mirovkujiyê cudatir tê pêkanîn û got; “Ji ber ku di piranî bûyeran de kiryarên kuştineke aşkere li holê nîn in, piranî weke xwekujî yan jî weke bûyereke ku hatiye beralîkirin tê nîşandan. Li vê derê xisûsa ku divê dozger û dadger bala xwe bidinê ew e; çi xwekuştin be yan jî xwekujî be bi awayekî gumankar nêzbûna bûyerê heye.”
“Li pişt hemû bûyeran çîroka tundiyê derdikeve”
 Elîf Tîrenç Îpek Ulaş anî ziman ku di pêvajoyeke bi vî rengî de li pişt hemû bûyeran çîrokeke tundiyê derdikeve pêş. Elîf Tîrenç Îpek Ulaş destnîşan kir ku mirov nikare van çîrokên tundiyê ji nedîti ve bê û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Bi rewşa wê kêliyê ya jinan re pir eleqedar dibe. Ev hinek girêdayî pergala hiqûqê ye. Ji ber ku neyê bîra mirov jî nayê hesabê wan. Bi bandora têkoşîna jinan, di demên dawiyê de dosyayên ku darez di kuştinên jinan de hinek gav pêş ve avêtin, çêbû. Ji bo darez di vê mijarê de gav bavêje divê li ser were ferzkirin an jî ev yek bibe mijara nûçeyan.” 
“Mêr baş dizanin ku ew tên parastin”
Elîf Tîrenç destnîşan kir ku di mirina bi guman de weke gumanbar nedarizandina mêr an jî bi polîtîkayên bêcezabûnê re rûbirûmayîna wî, wêrekî dide mêrên din û wiha got; “Di piraniya dosyayan de bi awayekî pir aşkere derdikeve pêşberî me ku mêr ji hev cesaretê digrin. Dema ku mêr bi awayekî serbest tên darizandin an jî ji ber rewşa baş cezayê wan tê daxistin, wêrektir dibin. Dema ku li hemberî jinan tundiyê pêk tînin jî di ferqê de ne ku ew ê werin parastin. Ji ber vê yekê bi awayekî wêrek nêz dibin. Mînaka vê ya herî şênber di kuştinên jinan ên dema dawiyê de şixulandina rêbazên herî hovane ye. Di dosyayên kevin ên kuştina jinan de mêran digotin ‘min nekuşt’ lê di dosyayên niha de, li gel kuştina hovane, mêr ji bo van kuştinan hincetan pêşkeş dikin.” 
Li Amedê ji meha Çileyê û şûnde bûyerên mirina bi guman a jinan wiha ne;
* Di meha Çileyê de li Amedê jina bi navê Dermen B. bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
* Di meha Sibatê de li navçeya Gêla Amedê Yildiz Baran bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
* Di meha Nîsanê de Semanur Kaplan li navçeya Farqînê ya Amedê li mala xwe bi lêdana bi çekê mirî hat dîtin.
*Di meha Gulanê de li navçeya Farqîna Amedê jina bi navê M.Ş. li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.
*Di meha Hezîranê de li navçeya Farqîna Amedê Rengîn Ş. li mala xwe ya lê diman bi awayekî gumanbar bi çekê hatibû gulebarankirin. Rengîn, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
*Di meha Hezîranê de dayika 4 zarokan Esma Yucel a li Amedê dijiya, li mala xwe bi guleya li pişta wê ketibû mirî hat dîtin.
* Di meha Hezîranê de li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinara Amedê, jina bi navê E.Y. li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. 
* Di meha Tîrmehê de li Gundê Meşelerê yê navçeya Gêla Amedê zaroka bi navê  Dîlan Kirmizîçîçek li mala xwe bi awayekî bi guman jiyana xwe ji destdayî hat dîtin.
* Di meha îlonê de jina bi navê Hîcran Ada ku li navçeya Farqînê ya Amedê dijiya, bi awayekî guman ji banê ket, li nexweşxaneya ku rakirin jiyana xwe ji dest da.
* Di meha Mijdarê de Dîlek Bîtkîn li navçeya Bismilê ya Amedê li mala xwe bi awayekî gumanbar bi çekê hatiye gulebarankirin hat dîtin.
* Di meha Kanûnê de li gundê Sînekê yê Çêrmûga Amedê jina bi navê Muhsine Y. a 27 salî bi awayekî guman mirî hat dîtin. Hat hînbûn ku piştî agahiya kesên derdorê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tesbîtkirin ku Muhsine jiyana xwe ji dest daye.