Gultan Kişanak: Hûn kî ne ku min di darizînin?

Siyasetmedar Gultan Kişanak di doza Kobanê de parastian xwe kir û got: “Hûn hewl didin ji bo propogandaya reş a rejîma otorîter a AKP-MHP’ê qilifek hiqûqî peyda bikin. Hûn kîne ku hûn min darizînin?”

Navenda Nûçeyan Danişîna Doza Kobanê ya derbarê 108 kesan de hat vekirin û 18 siyasetmedarên Kurd girtî jê tên darizandin, li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Siyasetmedarên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bûn. Hevserokên Giştî ya Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û her wiha nûnerên gelek rêxistinên hiqûqî û sivîl danaşîn şopandin.

Parêzer Cîhan Aydîn pirsî ku çima serokê danaşînê dû hefteyan ne li salonê bû. Heyeta dadgehê, îfadekir ku rapora serok a 20 rojî heye wê roja dûşemê were danaşînê. Cîhan Aydin serokê berê yê dadgehê endamê ‘çeteya bapîran’ derxsit holê bi bîrxist û got: “Cardin em bi bûyerek ya çeteyan re rû bi rû nemînin.”

‘Nûçe weke hêcet hatine nişandan û derbazî dozê kirine’

Parêzer Cîhan Aydin, bal kişand ku ji bo Gultan Kişanak hin nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) kirine hincet û li dosyayê hatine zêde kirin û got, "Divê teqez bê lêkolînkirin bê ka ev nûçe bi rapora lêpirsînê ve girêdayî ye yan na. Her wiha em dixwazin ji Meclîsê bê pirsîn ka ji ber 8 nûçeyên ANF’ê yên li dosyayê hatine zêdekirin, derbarê muwekîla me de fezleke hatiye amadekirin an na.”

‘Divê hemû belge werin dîtin û komkirin’

Cîhan Aydin bal kişand ser delîlên belgeyên dijîtal ên di dosyaya ji hêla Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ve hatiye vekirin û wiha got: “Qeydên deng, qeydên dîmenan û yên dijîtal di dosyayê de cih nagirin. Ne dadgeha we, ne me ne jî miwekîla me derfet nedît ku yekser van delîlan bibîne. Divê tevahiya van delîlên dijîtal ji cihê têkildar bên xwestin. Qala flaşekê tê kirin lê me ew jî nedîtiye. Em dixwazin ku tevahiya delîlên di dosyayê de bên dîtin û berhevkirin û heke hebin, bila qeydên deng ji bo ATK’ê bên şandin.”

Her wiha Cîhan Aydin da zanîn ku axaftina bi kurdî ya Gultan Kişanak a di çalakiya 8’ê Adarê de jî weke sûc hatiye nîşandan û peyva wê ya “xweparastinê” weke “Rêveberiya xweser” hatiye wergerandin.

‘Bi awayek derveyî zagonî tê girtin’

Parêzer Cîhan Aydin got: “Heta daxwazên me neyên bicihanîn tu wateya vê darizandinê namîne. Girtekên polîsan bes nînin. Em dizanin ku li aliyê din ê vê dozê dewlet heye. Lewma tu wateya van girtekan nîne.”

Di vê navberê de serokê dadgehê gotina Cîhan Aydin birî û got ku divê parastina Gultan Kişanak dest pê bike. Cîhan Aydin, biryarên şandeya dadgehê yên di demên berê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ma heta ku ev daxwaz neyên bicihanîn dê ev doz çawa bi dome?” Serokê dadgehê jî got: “Em ê piştre vê mijarê binirxînin.”

Cîhan Aydin, destnîşan kir ku tişta tê kirin binpêkirina rêgeza darizandina adilane ye û wiha got: “Ger hûn têkildarî îdiayan biryarê bidin, em jî dê bi lez û bez bersivê bidin. Miwekîla me ev 75 roj in bi awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Min biryareke AYM’ê pêşkeşî we kir lê tu wateya biryarên AYM’ê jî nema ye. Her kes li gorî serê xwe biryaran nas dike û yên bi kêrî wan neyên jî nas nakin. Hûn hewl didin hiqûqeke li gorî serê xwe biafirînin. Heke hûn bibêjin ‘em nas nakin’, wê demê em jî we nas nakin.”

Daxwaza redkirina dadgehê kir

Ji dozger hate xwestin ku mutalaaya xwe ya têkildarî tehliyeyê pêşkeş bike. Lê dozger got; “Di vê mijarê de min fikra xwe berê parve kiribû” û xwest ev daxwaz were redkirin. Şandeya dadgehê jî biryara; “Cihê biryara tehliyekirinê nîne” da.

Cîhan Aydin, piştî biryarê dîsa axivî û ev tişt anî ziman: “Şandeya we li dijî qanûnan û AYM’ê derdikeve. Ev rewş ji bo miwekîlên me encamên giran bi xwe re tîne. Fikarên min hene ku hûn dê vê darizandinê bi awayekî adilane û durist nekin.” Aydin, daxwaza redkirina şandeya dadgehê kir. Serokê dadgehê xwest ku Aydin daxwaza nivîskî pêşkeş bike.

Gultan Kişanak: Pirsgirêka Kurd wê çawa were çareserkirin ezê bêjim

Siyasetmedar Gultan Kişanak jî ji Girtîgeha Kandirayê tev li danişînê bû û ji ewil kesên li eywanê silav kir. Kişanak, got ku sê mijarê esasî yên dozê hene û ev tişt anî ziman: “Ya yekemîn pirsgirêka kurd, ya duyemîn pirsgirêka azadiyê ya jinan e. Di vê dozê de têkoşîna azadiyê ya jinan weke sûc hatiye nîşandan. Ya sêyemîn jî armaca vê dozê ew e ku siyaseta demokratîk ji holê rake. Hûn, siyaseta demokratîk weke sûc dibînin. Hûn mitîng û daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc dihesibînin. Partiyên siyasî yên kurd tevek ji sala 1990’an heta niha weke sûc tên dîtin. Dê min qala vê bikira. Gelo xebatên me çima weke sûc tên nîşandan? Pirsgirêka kurd çi ye, dê çawa çareser bibe? Dê min qala van bikira lê hûn di mijara bêhiqûqtiyê de ewqas bêperwa bûn ku dixwazim têkildarî usûlê de çendek tiştan bibêjim.

Tevahiya fezlekeyên ji Meclisê re hatina şandin, piştî bidawîbûna parlamenteriya min hatin. Lêpirsîna wan di 2014-2015’an de dest pê kirin û bi awayekî negirtî têm dasrizandin. Çawa yanî hûn dê piştre lêkolîn bikin? Serokê dadgeha we dema li malê nexweş biryaran dinivîse. Di dosyayê de tune ye. Ji sedî 90’î îdiayên derheqê min de di dema xwe de ji Meclisê re nehatine şandin. Hûn nikarin bibêjin ‘tu niha wekîl nînî, ez paşve biçim û tişta dixwazim bikim.’ Tevahiya îdiayên derheqê min de bi awayekî hemwext ji hêla polîsan ve hatine qeydkirin û di destê wan de ne. Di destê wan kesan de ne ku parêzbendiya min tune hesibandin û li mekanê guhdarî dikirin. Hûn tên û diçin û girtekên polîsên darbekar didanin pêşiya min. Û hûn ji vê re dibêjin darizandina adilane. Ev 10 sal in li pêşberî darazê me. Tu dadgeh û dozgerên derneketim pêşiya wan neman. Hûn niha ji van re dibêjin çi; ‘emê paşê lê binêrin. Hûn dizanin ku ew fezleke nînin lewma wiha jinedîtî ve tên.

Hûn kîne hûn min didarizinîn?

 Tu xebatekî min ê ku nikarim parastina wê bikim tune ye. Di jiyana xwe de min tu carî destê xwe nêzî tu kesî nekiryiye û kesek teşwîqî sûc nekiriye. Hûn kî ne ku dê min bidarizînin? Ji roja ewil heta niha em dibêjin; ‘Ez di sala 2009’an di rûniştina taybet a Meclisê de yekser axivîm.’ Di mijarên têkildarî pirsgirêka kurd de, di 23’yê nîsanê de, di 29’ê cotmehê de min mafê axaftinê girt. Min gotiye ‘werin em bi rêya demokrasiyê çareser bikin’ lê hûn lê nanihêrin. Hûn li yek axaftineke min a komê nanihêrin. Lê dibêjin ‘Kişanakê ji bo zimanê dayikê daxwaza referandûmê kiriye. Lewma dixwaze Kurdistana serbixwe ava bike.’ Hûn bi vî awayî min sûcdar dikin. Min li wê Meclisê têkildarî vê mijarê teklîfek pêşkeş kir, hûn çi tiştê wê weke sûc dihesibînin? Hûn van tevekan jî dizanin lê hûn li gorî berpirsyartiya qanûnsaziyê tevnagerin. We ev jî kir û dozger di mutalaaya xwe de li xwe mikûr hatiye. Gotiye; ‘piştî parêzbendiya wê rabû, di sala 2020’an de îfadeyê wê hatiye girtin.’ Niha jî ji ber 8 nûçeyên di ANF’ê de hatine weşandin têm darizandin û nizanim çiqas muebbetan dixwazin?

We kompas çêkir

Dosyaya hatiye yekkirin li ku ye? Çima nehat vê derê? We kompas çêkir. Ji bo ku demekî dirêjtir di girtîgehê de ragirtin, we bêhiqûqtiyên nû îcad kirin. Dozger dibêje; ‘heta ku delîlên nû neyên nîşandan girtekên polîsan di asta delîlan de ne.’ Baş e lê dê kî îspat bike? Ez dê îspat bikim? Siyasetmedara jin a ev 8 sal in di girtîgehê de ragirtin dê vê îspat bike? Ev îtham, ne îthama sûc a di dewleta hiqûqê de ya dadgeha engînîzasyonê ye. Tevahiya îdiayên derheqê min de ji girtekên pûç û vala yên polîsên darbekar pêk tên. Li wir wêneyek heye. Di bin de girtek hatiye nivîsandin. Dîmenên van li ku ne? Gelo aliyekê vê yê mantiqî heye? Heta CD ya axaftina min a di Newroza Amedê de jî tune ye. Wê demê çima dibêjî ‘ev delîlekî hiqûqî ye.’ Ez bi çi tiştê vê bawer bikim?

Hûn hewl didin derewan rewa nîşan bidin

Qanûn eşkere ye. Dibêje ku herî zêde dikare 7 salan girtî bimîne. Ev du sal in hûn her du mehan carekî dema girtîmayînê dinivîsin û hewl didin vê qanûnê vala derxînin. Me ev yek bi belgeyan îspat kir. Hûn jî baş dizanin ku hewldana wê ji bo wê ye ku propagandaya reş a rejîma otorîter a AKP-MHP’ê rewa nîşan bidin. Hûn hewl didin qilfekî ji bo derewên wan ên li qadên hilbijartinan kirine bibînin. Lewma tiştekî ku hûn nizanin nîne. Hûn bi zanebûn û bi dilxwazî vê didomînin. Em jî ji bo nebin şirîkên vê derhiqûqtiyê, îtîrazên xwe didomînin. Ez we red dikim. Ne di wê baweriyê de me ku hûn darizandineke adilane bikin. Eşkereye ku hûn şandeyeke taybet a hatiye peywirdarkirinin.”

Daxwaza redkirina dadger hate redkirin

Piştre jî parêzer Cîhan Aydin mercên redkirina dadger xwend û got: “Hûn xelet dizanin. Divê hûn biryarekê bidin.” Serokê dadgehê daxwaz red kir.

Di danişînê de navber hate dayîn.